Rojeva Qur’an û pêxemberan her tim tewhîd e. Herwiha, divê rojeva ew kesê ku meal dide Qur’anê û wê bi zimanekî din ve diwergerîne jî tewhîd be. Sedemek ji bo amadekirina Meala Tewhîd yek jî ev bû ku di qismek mealên heyî de balkişandina tewhîdê nebes bû û di pirên wan de jî qet tune bû. Dema ku Qur’an di bin sernava tewhîdê de bi hûrnêrîn bê tehqîqkirin wê bê dîtin ku tewhîd li ser du bingehan tê vegotin:
- a. Tarîfkirina Tewhîd û şirka ku ziddê wî ye.
- b. Bi mînakdayîna ji jiyana rojane fêmkirina sînorên tewhîd û şirkê.
Tewhîd:Bitenê îbadet kirina ji Allah (ac) re. Di zat û sifet û fîêlên xwe de yekgirtina wî (ac). Bi pêkanîna pêwistîyên navên wî re evdîtîya jê re (ac). Îman anîna pê ku ew xwedîyê kaînatê ye û hakimîyet û serwerî bitenê aîdê wî (ac) ye û li gor hewcetîya vê bê amelkirin û di wan mijarên me hejmartin de qet tu heyîn şirîk neçêkirina ji Allah (ac) re. Ev tarîfa ku ji ayetên Qur’anê yên cuda hatine berhevkirin, ji însanê ewîl hetanî ku qiyamet rabe pênaseke muteber û qaîdeyekî neguhêrbar e.
Lê ew ên dijberên tewhîdê ne, di her serdemê de bi awayên ji hev cuda şirîk ji Allah (ac) re çêkirine. Qur’an carînan cih bide van mîsalan jî bi zêdeyî li ser helwestên civaka Ereb yên zid û muxalifê tewhîdê disekine. Wek mînak; lavahî kirina bi peykerên (pûtên) hin kesên ku bi qencîya wan pêbawer in û nezirkirina ji pûtan re û tewafa li dor wan û di rewşa tengezarîyê de gazî û hewarîya ji rûhanîyeta wan, pratîkên/tetbîqatên ji rêzê û belavbûyî bû. Qur’an, pir caran bal kişandîye ser vê mijarê. Li ser rûyê erdê di cihên din de jî însanan perestîya agir û pîrozandina çêlekê dikirin û huner/sanat ji xwe re wek îlâh dipejirandin.
Nebehskirina Qur’anê ya di vê mijarê de nayê ser maneya ku ev tiştên hanê ne di bergeha tewhîd û şirkê de ne, lê ji ber vê ye ku dema Qur’an nazil dibû berdêla wê di civaka Ereb de tune bû. Lê belê tarîfa ku Qur’an daye hemû cureyên şirkê di naveroka xwe de vedihewîne. Wergêrê Qur’anê mecbure ku vê heqîqetê bizanibe û pêdivîyên wê pêk bîne.
Bi tercumeya Qur’anê tevlîkirina rojeva qewmekî, bi tesbîta mînakên munasib û bi pir mîsaldayina tarîfên tewhîd û şirkê yên gerdûnî/unîversal bike da ku ji bo gel li ser rastîyê fêmkirina tewhîdê pêk bîne. Li ser vê em dikarin bibêjin ku mealek, çawa bawerî û perestîya muşrîkên Mekkeyê ku li pûtan dikirin dixe rojevê bi heman sedeman wan ên ku perestîya tirb û gumbet û dara hêvîyê dikin jî nexe rojevê, birastî ew meal wê bibe mealeke wisan ku ehemmîyetê nedaye rojeva Qur’anê.
Eger em mînakekî din bidin em dikarin wiha bibêjin, Qur’an; diyar kiriye ku çavkanîya agahîyê divê bitenê wehîy be û li pergala agahîya olî ku sparteya zen û texmîn û hewayê ye bi şîdet îtîraz kiriye. Wek mînak jî digel ew kevneşopên ku tetbîq dikirin û ji rastîya wê ne ewle bûn jî muşrîkan wan nisbetê Allah (ac) dikirin, dide. Di nav civakekî ku felsefe û razdarî/mistisizm li wê derê belavbûyî be de muwahhîdekî ku Qur’an di rojeva wî de be, wan feylesofên ramanên li ser zen û hewayên xwe wekî agahî teqdîm dikin û ruhbanên ku wasewasên mîna xewn û îlham/sirûş û xatarat wek bingeha agahîyên olî dipejirînin ma qet dibe ku xwe li nedîtinê deyne? Helbet nayê fikirandin!
Mealekî wisan, tê ser wê maneyê, ev; xebatekî wisan e ku kesekî ji Qur’anê fêm nake lê hewl dide ku ji însanan re rave bike û vebibêje. Birastî ev jî ne mimkun e.
Ji derbdanên Qur’anê yên giring ên ber bi tewhîdê ve yek jî heqîqeta ku heqê qanûnçêkirinê/zagonsazîyê aîdê Allah e (ac). Ji ber vê ji Allah (ac) pê ve di diyarkerîya helal û heramê de qet tu kes ne xwedî raye ye. Di nav civaka ku Qur’an nazil bûye de ji vê qaîdê re dijberî dihate kirin û ji Allah (ac) şirîk dihate çêkirin. Însanan wiha dirawejiyan ku hin heywan ji bo wan heram in û divê qet destê xwe nedin qismekî heywanan ku hin taybetî hildigirin û ew heywan heyînên pîroz in ku di çavnêrîya pûtan de ne. Herwiha ew tiştên ku Allah (ac) der heqê wan de qet tu delîl danexistîye û ji evdên xwe re mubah kiriye heram dihesibandin. Pirsgirêkekî din jî ev bû ku; di rewşa lihevnekirin û nîqaşê de serî ne li hakemtîya qanûnên Allah (ac), li hakemtîya kesên xwedanrêz û reîsên qebîleyan û berbêjan/kahînan didan.
Qanûn û sazîyên civaka modern hene ku ne bitenê li ser heywanan tenê, mudaxaleya hemû qadên jiyanê dikin û jiyanê bi awayê “tê kirin” û “nayê kirin” dikin du qisim û ew bixwe sûcan tesbît dikin û ceza derpêş dikin. Belê, însan belkî di kortên ku berbêj li wan deran dijîn de çareserî ji pirsgirêkên xwe re nagerin; lê belê dadgehên wan ên ji xeynî qanûnên Allah (ac) pirsgirêkan çareser dikin û axayên eşîran û ûrf û kevneşopên wan û serokên wan ên mafyayê hene. Ayetên têkildar, dema ku ji van heqîqetan serbixwe bê bi destxistin wê biguhere fealîyetekî kêm û çewt û heta ku carinan xwendevanan dixapîne û dîn vedişêre.
Xwedîyê mealê di serê pêşî de ev qebûl dike ku; meal ne wergerekî motamot e û berpirsîyarîya hinareya Qur’anê ya bingehîn bigûhezîne esra xwe jî dipejirîne û ew meal herî zêdetir ravekirina Qur’anê û xebateke ji bo fêmkirina Qur’anê ye.
Ha “Meala Tewhîd” jî rewşa nivîsandî ya vê janê ye. Daxwaza tewhîd ku hinareya serake ya Qur’anê ye ji dem û mekanên ku em tê de dijîn re bibe xîtab û ayetên wê di nav jiyana rojane de bi awayekî xurt xuya bibe.