PESINDANÎ

Ferîduddîn AYDIN

Ji bo ku şerefa şahîdbûna yekbûna xwe daye me û dijî her cure talûkeyên şîrkê dilê me hişyar hêlaye em hemdê Allah Teâla dikin. Ji rêberê me yê hîdayetê Mûhammed Mustafa ku bûye wesîleya bi ronahiya tewhîdê dilên me jiyan bibin û ji malbat û eshabên wî re selat û selamên xwe pêşkêş dikin.

Bêguman Qur’ana Kerîm peyameke gerdûnîye ku ji aliyê Rebbê aleman (cc) ji tevahiya mirovahiyê re hatiye şandin. Ev Kitêba Pîroz, ji ber ku Muhammed (s.x.l.) ji nav civakeke Erebîaxêv hatiye hilbijartin, bi zimanê Erebî hatiye daxistin. Kitêba me ya Pîroz ku wek meal û tefsîr li gelek zimanên cîhanê hatiye wergerandin, li Tirkiyeyê jî -di dema nêz de- ji aliyê gelek kesan ve mealên wê yên Tirkî hatine nivîsandin. Lê belê, hem ji ber ku wan Erebî nizanîbûn, hem jî ji ber ku ne xwedî wê asta pisporiyê ya çanda cîhanî ya hemdem bûn ku bikaribin xîtaba gerdûnî ya Kitêba Pîroz fêm bikin, mealên ku van kesên xwe wek nivîskar dibînin amade kirine -mixabin- tijî kêmasiyên giran in.

Di vê rojame ya şîrk, bîdet û xurafe belavbûyî de ji zilamên îlm û cîhadê birayê min ê ezîz Ebû Hanzala Xoce Efendî (Halîs Bayancûk) li hemberî ev tabloya tirsnak a ku dikare civaka me ji hêla îmanê ve bibe hawirdoreke tarîtir fikare bûye û ev meala di destê we de bi berpirsyariyek mezin û bi baldarî nivîsandiye. Berhema hêja ya vê hewldana wî -divê bê tekezkirin ku ji mealeke ji rêzê bêtir- pêşxistina ayetên derbarê tewhîdê û xebateke jêrenotan e ku bi ayetên din jî tê piştgirîkirin.

Ji ber van hewldanên wî yên bi xêr, ez ji Mewlayê xwe niyaz dikim ku Rebbê me ji vî birayê min ê muxlis re xêrên mezin bibexşîne û bi alîkariya Allah Teâla, bi berhemên hêja yên ku wê ji niha û pê ve pêşkêş bike, ji Kitêba me ya Pîroz û ji nirxên me yên pîroz re gelek xizmetên din bike.


Ferîduddîn AYDIN