Vegere Sûreya Zûmer

Zûmerالزمر

3. Ayet

3Sûreya Zûmer
Di Mushefê de Veke

اَلَا لِلّٰهِ الدّ۪ينُ الْخَالِصُۜ وَالَّذ۪ينَ اتَّخَذُوا مِنْ دُونِه۪ٓ اَوْلِيَٓاءَۢ مَا نَعْبُدُهُمْ اِلَّا لِيُقَرِّبُونَٓا اِلَى اللّٰهِ زُلْفٰىۜ اِنَّ اللّٰهَ يَحْكُمُ بَيْنَهُمْ ف۪ي مَا هُمْ ف۪يهِ يَخْتَلِفُونَۜ اِنَّ اللّٰهَ لَا يَهْد۪ي مَنْ هُوَ كَاذِبٌ كَفَّارٌ

Baldar bin/Dîqat bikin! Dînê xalis aîdê Allah e. Ew ên ji xeynî wî welîyan/dostan digirin (wiha dibêjin:) “Ji bo ku me nêzî Allah bikin em îbadetê wan dikin.” Allah, di mijarên ku tê de ketine îxtîlafê de, wê di navbera wan de hukim bide. Bêguman Allah, kesê derewker û kafir nagihîne hîdayetê.

Jêrenot
(Di bingeha şirkê de tesewira “Allahê dûr” û “Însanê biqisûr” heye. “Em kî ne ku em yekser/rasterast ji Allah (ac) re dûa bikin?”, “Gunehên me hingî zehf in em ê çawa bi van devên qirêj lavahî li Allah bikin?” Ev fikrê pûç ji bo wî nêzî Allah bike însan ber bi lêgerana “Welîyekî” araste dike. (Bnr. 2/Baqara, 186; 5/Maîde, 35; 34/Sebe, 22-23; 39/Zûmer, 43; Wekî din bnr. 6/En’am, 14) )

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.