Bakara
Ayet: 6Rûpel: 2
Bêguman tu ew ên kafir (bi ezaba Allah) bitirsînî jî û netirsînî jî ji wan re ferq nake. Ew (dîsa jî) îmân naynin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 6Rûpel: 2
Bêguman tu ew ên kafir (bi ezaba Allah) bitirsînî jî û netirsînî jî ji wan re ferq nake. Ew (dîsa jî) îmân naynin.
Ayet: 8Rûpel: 2
Ji însanan hin kesên ku (di heqîqetê de) ne mumîn in wiha dibêjin “Me bi Allah û bi roja axîretê îmân anîye.”
Ayet: 23Rûpel: 3
Eger hûn der heqê (Qur’an) a ku me ji evdê xwe re nazil kiriye de di gumanê de bin, de ka hûn jî sûreyekî weke wê bînin (em bibînin). Û eger hûn rastgo bin (ji bo alîkarîyê) ji xeynî Allah gazî hemû şahidên xwe jî bikin.
Ayet: 24Rûpel: 3
Eger hûn nikaribin vêya bikin -ku qet tu demê hûn ê nikaribin bikin jî- nexwe, ji wê agirê ku ardûya/şewateka wê însan û kevir in, xwe biparêzin. (Ew agir) Ji bo kafiran hatîye amadekirin.
Ayet: 26Rûpel: 4
Allah, ji vê tiştê fedî nake ku kelmêşê an jî tiştekî jê serdesttir wek mînak bide. Heçî yên îmân anîne (dema vê mîsâlê dibihîzin) dizanin ku ev heq e û ji Rabbê wan hatîye. Ew ên kafir jî wiha dibêjin: “Gelo Allah bi vê mînakê çi mirad kiriye?” (Allah) bi vê (mînakdanê) pirên wan dixerifîne û pirên wan jî digihîne hîdayetê. (Bi rastî) bi wê bitenê kesên fasiq tên xerifandin.
Ayet: 29Rûpel: 4
Ew (Allah) e ku; hemû tiştên li ser rûyê erdê ji bo we xuliqandîye. Paşê îstîwayê asîman kir/berê xwe da asîmân û wê derê wek heft (qat) asîmân sererast kir. Û ew, zanayê her tiştî ye.
Ayet: 61Rûpel: 8
(Bi bîr bînin!) Wê demê we got: “Ya Mûsa! Semaxa me bi xwarineke tenê (bi xwarina gezo û goştê susikê/qarîtkê) nayê. Ji bo me ji Rabbê xwe re dûa bike bila ji me re tiştên ku ji erdê derdikevin/hêşîn dibin baqle û xiyar û sîr û nîsk û pîvaz derîne.” (Mûsa) got: “Ma hûn dixwazin tiştên kêmbiha bi tiştên giranbiha re biguherînin. Nexwe dakevin herin bajêr, li wê derê tiştên hûn dixwazin hene.” (Piştî vê nankorîya kirin) mohra zillet û xîzanîyê li wan ket û xezeba Allah li wan xist. Ev (ceza), ji ber ku li dij ayetên Allah bibûn kafir û bi neheqî pêxemberên xwe kuştibûn hate serê wan. Ev (ceza) ji bo ku îsyan kiribûn û ji hedê xwe derketin/serxwe re çûn hate serê wan.
Ayet: 89Rûpel: 13
Çi dema ji wan re, ji îndallah Kitêbeke ya li cem wan (Tewrat) tesdîq dike tê -Hal ev e ku wan demên borî de li dijî kafiran (bi vê Kitêbê) ji Allah serkeftinê hêvî dikirin- ew înkar kirin. Laneta Allah li ser wan kafiran be.
Ayet: 90Rûpel: 13
Ji ber ku Allah ji fezl (û kerem) a xwe Kitêb ji evdê xwe ya ku jê re daxwaz kiribe daxistîye bi hesûdî/bi zêdepêdeçûn înkar kirina wan, ji bo wan sitendineke çiqas xerab e! (Bi vê karên xwe) xezeb li ser xezebê ketin. (Li axîretê jî) ji bo kafiran ezabekî riswaker heye.
Ayet: 98Rûpel: 14
Kî jî dijminê Allah û melaîketên wî û pêxemberên wî û Cebraîl û Mîkaîl be (bila bizanibe ku) bêguman Allah, dijminê kafiran e.
Ayet: 101Rûpel: 14
Dema ji cem Allah ji wan re pêxemberek ku Kitêba li cem wan tesdîq dike hatibe, komek ji Ehlê Kitêb, her wekî ku qet pê nizanin, Kitêba Allah diavêjin pişt guhên xwe.
Ayet: 102Rûpel: 15
Û wan (girtin) derheqê hikumdarîya Suleyman de dane pey lihevanîn (derewên batil) ên şeytanan. Suleyman nebû kafir, lê şeytan bixwe bûne kafir. Wan tiştên li Babîlê ji her du melaîketan re, ji Harût û ji Marût re hatibû daxistin û sêhrê hînî însanan dikirin. Hetanî ku nedigotin: “Em, enceq îmtîhan in/ji dînê te re fitne ne. Nebe tu bikevî kufrê de” van tiştan hînî tu kesî nedikirin. Ji wan (herduyan) tiştên (sêhra) ku navbera mêr û jin xera dike hîn dibûn. Lê heta destûra Allah nebe, ew nikarin zerarê bidin tu kesî. Sond be wan baş dizanîbû ku ew kesên wê (sêhrê) bistîne û pê amel bike ji axîretê qet nesîbê wî tune. Tiştê ku nefsa xwe di muqabilê wê de firotinê çiqas xerab e. Xwezî bizanîbûna!
Ayet: 104Rûpel: 15
Gelî ew ên îmân anîne! Nebêjin: “Raîna (ku li ser zimanê Îbranî hem tê maneya çavnêrî me be û hem jî tê wateya tajangê/heqaretê)” di şûna vê de bibêjin: “Unzûrna (li me binêre, me seh bike).” Guhdar bin. Ji bo kafiran ezabekî biêş û jan heye.
Ayet: 121Rûpel: 18
Ew ên ku me Kitêb daye wan (û bi naveroka wê bawer in û bi pêwistên wê amel dikin); ewana bi heqî wê Kitêbê dixwînin û îmân pê tînin. Kî jî li dij wê bibe kafir, ehlê xusranê ew bixwe ne.
Ayet: 126Rûpel: 18
(Bi bîr bînin) Dema Îbrahîm got: “Rabbê min! Tu vê derê bike cihekî emîn û ehlê wê yên ku bi Allah û axîretê îmân tînin, bi fêkîyên curbicur birizqîne.” (Allah) got: “Ez ê yên kafir jî demeke hindik xweş bijînim û paşê di tehemûla li dij ezabê agir de wê neçar bimînin.” Ew (cehennem a ku ezabê agir dihêwirîne) çi cihwareke xerab e.”
Ayet: 161Rûpel: 23
Muheqeq ew ên kafir in û li ser kufrê mirine (hene!), laneta Allah û melaîketan û hemû însanan li ser yên wisan in.
Ayet: 162Rûpel: 23
Êdî ew ê (di nava lanetê de) wê bêdawî bimînin. Ezab li ser wan sivik nabe û qîmet/rûmet ji wan re tune/ezabê wan paşde nayê avêtin.
Ayet: 191Rûpel: 29
Hûn li ku derê rastî wan hatin wan bikujin. Ji cihê ku wan hûn jê (ji warên we) derxistibûn hûn jî wan derxînin. Fitne ji kuştinê xerabtir/dijwartir e. Li cem Mescîdu’l Heram, heta ew bi we re şer nekin hûn jî bi wan re şer nekin. Eger ew bi we re şer bikin, hûn jî bi wan re şer bikin. Cezayê kafiran ha wisan e.
Ayet: 211Rûpel: 32
Tu, ji Benî Îsraîl bipirse, ka me çi qas ayetên eşkere dane wan. Kî piştî ku nîmetê Allah bigihîje wî û paşê ew wê (nîmetê) biguherîne bêguman Allah, yê ku cezayê wî pir dijwar e.
Ayet: 212Rûpel: 32
Heyata dinyayê ji bo kafiran hatîye xemilandin û ew tinazên xwe bi mumînan dikin. Lê ew ên mutteqî, roja qiyametê wê serdestî wan bin. Allah ji kî re bixwaze rizqeke bêhed/bêhisab didê.
Ayet: 253Rûpel: 41
Ew pêxemberên (ji hêla/alîyê Allah ve hatine şandin) me hinek ji wan di ser hinekên din re girtine. Allah bi hinekan re axivîye û dereceya hinekan jî bilind kiriye. Me delîlên dane Îsayê kurê Meryem û me bi Rûhu’l Qudus (Cibrîl) piştevanîya wî kir. Eger Allah bixwesta ew ên ku piştî (wan rasûlân û) delîlên eşkere ji wan re hatibûn wê şerê hev nekiribana. Lê bi hev ketin. Hinek ji wan bûn mumîn û hinek ji wan jî bûn kafir. Eger Allah bixwesta şerê hev nedikirin. Lê Allah her çi bivê (wê) dike.
Ayet: 254Rûpel: 41
Gelî ew ên îmân anîne! Berîya ku ew roja ku tê de ne tîcaret û ne dostanî û ne jî şefaet heye bi ser we de bê, ji rizqên ku me daye we (di rêya Allah de) înfaq bikin. Ew ên kafir, zalim bixwe ne.
Ayet: 257Rûpel: 42
Allah welîyê/dostê mumînan e. (Wek tecellîya vê welîtîyê/dostanîyê) wan ji tarîtîya (kufr û şirkê) bal bi nûra/bi ronahîya (tewhîd û îmanê) ve derdixîne. Welîyên/dostên kafiran jî taxût e. Wan ji ronahîya (tewhîd û îmanê) bal bi tarîtîya (kufr û şirkê) ve derdixîne. Evana ehlê agir in û wê di wir de bêdawî bimînin.
Ayet: 264Rûpel: 43
Gelî ew ên îmân anîne! Sedeqeyên xwe bi minnet û bi serhev de kirinê û (ji însanan re) bi ezîyetê pûç/betal nekin. Wekî wî (kes) ê ku malê xwe bi rîyakarî dide, lê bi rastî îmân bi Allah û bi roja axîretê neanîye... Halê wî kesî dişibe rewşa zinarekî/tehtekî ku li ser wî hinek ax hebe, dema baran lê dide (axa li ser dişo û) wê rût û hilû dihêle. Qet tu (mikafata) amelên wan (li îndallah/li cem Allah tune û ji karên xwe) sûdmend nabin. Allah, koma kafiran hîdayet nake.
Ayet: 276Rûpel: 46
Allah zêdebûna ribayê tune dike û bereketa sedeqeyan zêde dike. Allah hez kafir (ê ku ribayê weke danûstendinê helal dibîne) û gunehkaran (ew ên bi ribayê muamele dikin) nake.