Sure 2

Sûreya Baqara

Medîne286 ayetÇêlek

البقرة
Der barê Sûreyê de

Sûreya Baqara, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û du sed û heştê û şeş (286) ayet e. Di Qur’anê de sûreya duyemîn û sûreya herî dirêj e. Navê xwe ji qiseya çêleka ku behsa wê di ayetên 67. û 71. de dibore sitendîye. Sûreya Baqara çawa ku ji hêla piranîya ayetan ve dewlemend e di heman demê de ji hêla pirmijarîya mijaran ve jî wisan e. Di vê sûreyê de bi gelemperî ev mijarên hanê tên vegotin: Qur’ana Kerîm, aqîda tewhîdê, taybetîyên kesên mûmîn û mûnafiq û kafir, îmtîhana Âdem (as) ya li dij Îblîs û daketina wî ya ji cennetê, di dirêjahîya dîrokê de rewşa Benî îsraîlîyan, Mûsa (as), avakirina Ka’beyê, vegerandina qibleyê ji Mescîdu’l Aqsa (Qûdus) bal bi Mescîdu’l Heram (Mekkeyê) ve, wehdanîyeta Allah (ac) û hin wesfên wî û gelek mijarên li ser hiqûqa îslamê û civaka muslîm (wekî nimêj, rojî, zekat, hecc, cîhad, edalet, girêdayibûna peymanên xwe, înfaq, hiqûqa malbatî, têkilîyên navneteweyî, serastkirina sîyasî û îqtîsadî, sêhr, araqvexwarin, qûmar û riba).

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

2
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

ذٰلِكَ الْكِتَابُ لَا رَيْبَۚۛ ف۪يهِۚۛ هُدًى لِلْمُتَّق۪ينَۙ

Ev Kitêb (Qur’an), tê de qet guman tune (ku ji alîyê Allah ve hatîye şandin) û ji bo Mutteqîyan rehber e.

3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَلَّذ۪ينَ يُؤْمِنُونَ بِالْغَيْبِ وَيُق۪يمُونَ الصَّلٰوةَ وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ يُنْفِقُونَۙ

Ew ên (mutteqî) bi xeybê îmân tînin û nimêja xwe rasterast/îqame dikin û ji rizqê ku me daye wan înfaq dikin.

4
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَالَّذ۪ينَ يُؤْمِنُونَ بِمَٓا اُنْزِلَ اِلَيْكَ وَمَٓا اُنْزِلَ مِنْ قَبْلِكَۚ وَبِالْاٰخِرَةِ هُمْ يُوقِنُونَۜ

Û ew (ên mutteqî) bi Kitêba ku ji te re nazil bûye îmân tînin û bi (tiştên ji pêxember) ên berî te re nazil bûne jî bawer in û ew li ser yeqînê îmân bi axîretê jî tînin.

5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اُو۬لٰٓئِكَ عَلٰى هُدًى مِنْ رَبِّهِمْ وَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْمُفْلِحُونَ

Ew ên ha ji alîyê Rabbê xwe ve li ser hîdayetê ne û yên xelas bûyî jî her ew in.

6
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اِنَّ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا سَوَٓاءٌ عَلَيْهِمْ ءَاَنْذَرْتَهُمْ اَمْ لَمْ تُنْذِرْهُمْ لَا يُؤْمِنُونَ

Bêguman tu ew ên kafir (bi ezaba Allah) bitirsînî jî û netirsînî jî ji wan re ferq nake. Ew (dîsa jî) îmân naynin.

7
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

خَتَمَ اللّٰهُ عَلٰى قُلُوبِهِمْ وَعَلٰى سَمْعِهِمْۜ وَعَلٰٓى اَبْصَارِهِمْ غِشَاوَةٌۘ وَلَهُمْ عَذَابٌ عَظ۪يمٌ۟

Allah, qelbên wan û guhên wan mohr kiriye û perde kişandîye ser çavên wan (heqîqetê nabînin û fêm nakin). Û ji wan re ezabeke mezin heye.

8
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَقُولُ اٰمَنَّا بِاللّٰهِ وَبِالْيَوْمِ الْاٰخِرِ وَمَا هُمْ بِمُؤْمِن۪ينَۢ

Ji însanan hin kesên ku (di heqîqetê de) ne mumîn in wiha dibêjin “Me bi Allah û bi roja axîretê îmân anîye.”

9
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

يُخَادِعُونَ اللّٰهَ وَالَّذ۪ينَ اٰمَنُواۚ وَمَا يَخْدَعُونَ اِلَّٓا اَنْفُسَهُمْ وَمَا يَشْعُرُونَۜ

Li gorî xwe/ji wan we ye ku ew Allah û mumînan dixapînin, lê ew xwe bixwe dixapînin û tênagihîjin.

Jêrenot
(Ji bo tesewwûra rêşaş/xerifî ya ku muşrîkên Ehlê Kitêb der heqê Allah de dipejirînin, bnr. 5/Maîde, 64)