Bakara
Ayet: 7Rûpel: 2
Allah, qelbên wan û guhên wan mohr kiriye û perde kişandîye ser çavên wan (heqîqetê nabînin û fêm nakin). Û ji wan re ezabeke mezin heye.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 7Rûpel: 2
Allah, qelbên wan û guhên wan mohr kiriye û perde kişandîye ser çavên wan (heqîqetê nabînin û fêm nakin). Û ji wan re ezabeke mezin heye.
Ayet: 10Rûpel: 2
Di dilê wan de nexweşî (şûbhe û şehwet) heye. Allah jî nexweşîya wan zêde kiriye. Ji ber ku derewan dikin/diderewînin, ji bo wan ezabekî dijwar heye.
Ayet: 49Rûpel: 7
(Bi bîr bînin!) Me hûn ji xanedana Firewn xelas kiribû. Wan ezabekî mezin bi we didan kişandin û kurên we serjê dikirin û keçên we sax dihiştin. Di vê yekê de, ji Rabbê we ji we re îmtîhaneke mezin hebû.
Ayet: 80Rûpel: 11
Gotin: “Ji çend rojên bijimar pê ve agir bi me nakeve.” Bibêje: “Ma qey we (li ser vê mijarê) ji Allah peyman sitendîye?” (Eger wisan be) Allah ji ehda xwe nazivire. Nexwe hûn der heqê Allah de tiştên ku hûn pê nizanin dibêjin?”
Ayet: 85Rûpel: 12
Piştî vê (digel soza we dabû, dîsa) hûn hevdu dikujin û hin ji we yên din ji warên wan derdixin û hûn li hemberî wan di gunehkarî û di dijminahîyê de alîkarîya hev dikin. Dema (hemdîn ên/hemol ên we) bi êsîrî/bi dîlî werin cem we û digel ku derxistina ji warên wan li ser we hatîye heramkirin jî hûn (di muqabilê azadîya wan de) fidye ji wan distînin. Nexwe hûn bi qismekî Kitêbê îmân tînin û qismekî jî înkar dikin? Ji we her kî wisan bike cezayê wî di heyata dinyayê de rezîlî û riswatî ye û roja qiyametê jî wê bi bal ezabê herî dijwar ve bên vegerandin. Allah, ji amelên we ne xafil e.
Ayet: 86Rûpel: 12
Ewana kesên wisan in ku axîreta xwe di muqabilê heyata dinyayê de firotine. Ezab li ser wan sivik nabe û alîkarî jî li wan nayê kirin.
Ayet: 90Rûpel: 13
Ji ber ku Allah ji fezl (û kerem) a xwe Kitêb ji evdê xwe ya ku jê re daxwaz kiribe daxistîye bi hesûdî/bi zêdepêdeçûn înkar kirina wan, ji bo wan sitendineke çiqas xerab e! (Bi vê karên xwe) xezeb li ser xezebê ketin. (Li axîretê jî) ji bo kafiran ezabekî riswaker heye.
Ayet: 96Rûpel: 14
Sond be; tu yê wan bibînî ku ji hemû însanan pirtir azwerê/dilxwazê hayata dinyayê ne. (Wisan ku) ji muşrîkan jî hê zêdetir dildayîyê heyata dinyayê ne. Ji wan her yek dixwaze ku hezar salî bijî. Dayîna jiyana ew qas jê re, wî ji ezabê rizgar nake. Allah, tiştên ku ew dikin dibîne.
Ayet: 114Rûpel: 17
Ma ji wî kesê ku nahêle di mizgeftên Allah de navê wî bê zikirkirin û yên ji bo xerabkirina wan dixebitin zalimtir kî heye? Ew ên hanê enceq bi tirs bikaribin têkevin wan (mescîdan). Ji wan re li dinyayê riswatî û li axîretê jî ezabekî mezin heye.
Ayet: 126Rûpel: 18
(Bi bîr bînin) Dema Îbrahîm got: “Rabbê min! Tu vê derê bike cihekî emîn û ehlê wê yên ku bi Allah û axîretê îmân tînin, bi fêkîyên curbicur birizqîne.” (Allah) got: “Ez ê yên kafir jî demeke hindik xweş bijînim û paşê di tehemûla li dij ezabê agir de wê neçar bimînin.” Ew (cehennem a ku ezabê agir dihêwirîne) çi cihwareke xerab e.”
Ayet: 162Rûpel: 23
Êdî ew ê (di nava lanetê de) wê bêdawî bimînin. Ezab li ser wan sivik nabe û qîmet/rûmet ji wan re tune/ezabê wan paşde nayê avêtin.
Ayet: 166Rûpel: 24
Dema ew ên bûne pêşeng/rehber (lîderên dînî an sîyasî ku însan didan pey wan), ji peyrevên xwe teberrî dikin û dûr dikevin û ezabê dibînin têkilîyên di navbera wan de (hemû munasebetên dostanî û eqrebatî û tîcarî û dînî) tê birîn.
Ayet: 174Rûpel: 25
Bêşik ew kesên heqîqetên ji Kitêba ku Allah nazil kiriye vedişêrin û di muqabila bihayekî besît/bêqedir difroşin, ew zikên xwe bitenê bi agir tije dikin. Allah roja qiyametê bi wan re napeyive/mijul nabe û wan paqij nake û ji wan re ezabekî pir biêş û jan heye.
Ayet: 175Rûpel: 25
Evana ew kes in ku hîdayet bi dalaletê û mexfîret jî bi ezabê guherandine. Li hemberî agirê cehennemê çi qas sebirvan/qewîn in!
Ayet: 178Rûpel: 26
Gelî ew ên îmân anîne! Di bûyerên kuştinê de hukmê qisasê li ser we hatîye ferz kirin. Mirovê hûr/azad di muqabilê hûr/azad de û yê kole di muqabilê kole de û yê jin di muqabilê jin de (qisasê bikin). Lê eger ji kî re ji terefê birayê wî tiştek bê bexişandin (dev ji qisasê berdin) êdî bila (xwedîyên meqtûl dîyetê) li gor urfê bixwazin. (Qatil jî) bi xweşikayî bide. Ev, ji hêla/ji alîyê Rabbê we (ji bo we) barsivikî û rahmet e. Kî jî piştî vê yekê ji hedê xwe bibore, êdî ji wî re ezabekî biêş û jan heye.
Ayet: 201Rûpel: 30
Hinek ji wan jî (dema ku dûa dikin) wiha dibêjin: “Ya Rabbî! Li dinyayê jî û li axîretê jî xweşîyê bide me û me ji ezabê agir biparêze.”