Hezkirina Dinyayê
JIYANA DINYAYÊ - ÎMTÎHANAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ji însanan re hezkirina şehewatan (bi taybetî) jinan û zarokan û lod bi lod komkirina zêr û zîvan û hespên rewan û (pez û) dewaran û çandî û zevîyan hatîye xemilandin. Evana metaên (bihorbar ên) heyata dinyayê ne. Lê vegera xweşik (ku nîmetên heqîqî û bêdawî hene) li îndallah/li cem Allah e.
Bibêje: “Eger bavên we û zarokên we û xuşk û birayên we û jinên we û eşîra we û malên ku we bi dest xwe xistîye û tîcareta ku hûn ji zerarkirina wê ditirsin û xanîyên ku li xweşa we diçin; ji we re ji Allah û ji Rasûlê wî û ji cîhada di rêya Allah de şêrîntir bin, êdî heta emrê Allah tê bisekinin. Allah, civata fasiqan hîdayet nake.”
Hin ji wan der heqê sedeqeyan de (ji ber ku teqsîmata te ne ecibandine) rexne li te dikin/dev davêjin te. Eger ji wê (sedeqeyê) parek bigihîje wan razî dibin û eger negihîje wan (tu dibînî ku) ji xezebê har bûne.
Eger ew bi tiştên ku Allah û Rasûlê wî daye wan qayîl bibûna û bigotana: “Allah besî me ye. Dê Allah û Rasûlê wî ji lutf û îhsana xwe bide me. Bêguman em dilê xwe bi Allah tenê ve girêdidin” wê çi bibûna?