Sure 9

Sûreya Tewbe

Medîne129 ayetTewbe

التوبة
Der barê Sûreyê de

Sûreya Tewbe, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û sed û bîst û neh (129) ayet e. Di Qur’anê de sûreya nehemîn e. Sûre navê xwe ji ayeta 104. ku behsa tobeyê dike distîne. Di vê ayetê de wek mizgîn tê îlankirin ku Allah (ac) tobeya evdên xwe yên tobekar qebûl dike. Wekî din di destpêka sûreyê de ji bo muşrîkan hîşyarîyek ji Allah (ac) û ji Rasûlê wî (ass) heye. Ji ber vê yekê ev sûre di heman demê de bi navê Berae jî tê navandin. Berae, tê ser maneya “Pêşnêrî, Ûltîmatom.” Di nava sûreyên Qur’anê de sûreya ku bê besmele dest pê dike bitenê ev sûre ye.

1
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

بَرَٓاءَةٌ مِنَ اللّٰهِ وَرَسُولِه۪ٓ اِلَى الَّذ۪ينَ عَاهَدْتُمْ مِنَ الْمُشْرِك۪ينَۜ

Ev, ji bo muşrîkên ku di navbera we de peyman danînîye re ji Allah û Rasûlê wî hişyarîyeke qethî ye!

2
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

فَس۪يحُوا فِي الْاَرْضِ اَرْبَعَةَ اَشْهُرٍ وَاعْلَمُٓوا اَنَّكُمْ غَيْرُ مُعْجِزِي اللّٰهِۙ وَاَنَّ اللّٰهَ مُخْزِي الْكَافِر۪ينَ

(Ji niha pê ve) çar mehên din li ser rûyê erdê (li gor dilê xwe) bigerin. (Lê vêya jî) bizanibin ku hûn nikarin Allah aciz bihêlin. Û Allah ew e ku bêşik wê kafiran rezîl û riswa bike.

3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَاَذَانٌ مِنَ اللّٰهِ وَرَسُولِه۪ٓ اِلَى النَّاسِ يَوْمَ الْحَجِّ الْاَكْبَرِ اَنَّ اللّٰهَ بَر۪ٓيءٌ مِنَ الْمُشْرِك۪ينَۙ وَرَسُولُهُۜ فَاِنْ تُبْتُمْ فَهُوَ خَيْرٌ لَكُمْۚ وَاِنْ تَوَلَّيْتُمْ فَاعْلَمُٓوا اَنَّكُمْ غَيْرُ مُعْجِزِي اللّٰهِۜ وَبَشِّرِ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا بِعَذَابٍ اَل۪يمٍۙ

(Ev,) di roja Hecca Mezin (Heccu’l Ekber) de, ji Allah û Rasûlê wî ji însanan re bangewazîyek/danezanek e! Bêguman Allah û Rasûlê wî, ji muşrîkan bêrî ne/dûr in. (Gelî muşrîkan!) Eger hûn tobe bikin ev ji bo we bixêrtir e. (Na, eger) hûn rû vegerînin (û şirka xwe bidomînin), bizanibin ku hûn qethîyen nikarin Allah aciz bihêlin. Mizgîna ezabekî biêş û jan bide muşrîkan.

4
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اِلَّا الَّذ۪ينَ عَاهَدْتُمْ مِنَ الْمُشْرِك۪ينَ ثُمَّ لَمْ يَنْقُصُوكُمْ شَيْـًٔا وَلَمْ يُظَاهِرُوا عَلَيْكُمْ اَحَدًا فَاَتِمُّٓوا اِلَيْهِمْ عَهْدَهُمْ اِلٰى مُدَّتِهِمْۜ اِنَّ اللّٰهَ يُحِبُّ الْمُتَّق۪ينَ

Lê ew (muşrîk) ên ku we bi wan re peyman danîye û paşê tiştek jê (ji wê peymanê) kêm nekirine û di aleyha we de piştgirîya tu kesî nekirine ne tê de; peymanên wan heta dema diyarkirî temam bikin. Bêguman Allah ji Mutteqîyan hez dike.

5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

فَاِذَا انْسَلَخَ الْاَشْهُرُ الْحُرُمُ فَاقْتُلُوا الْمُشْرِك۪ينَ حَيْثُ وَجَدْتُمُوهُمْ وَخُذُوهُمْ وَاحْصُرُوهُمْ وَاقْعُدُوا لَهُمْ كُلَّ مَرْصَدٍۚ فَاِنْ تَابُوا وَاَقَامُوا الصَّلٰوةَ وَاٰتَوُا الزَّكٰوةَ فَخَلُّوا سَب۪يلَهُمْۜ اِنَّ اللّٰهَ غَفُورٌ رَح۪يمٌ

Dema mehên birûmet/mehên heram derketin/borîn, êdî hûn muşrîkan li ku derê bibînin bikujin. Wan bigirin û dor li wan bipêçin û li ser her çavnêrîgehê ji bo wan rûnên (û çavnêrîya wan bikin). Eger (ji şirkê) tobe bikin û nimêja xwe rasterast bikin û zekâta xwe bidin êdî rê li wan vekin. Bêguman Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

6
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَاِنْ اَحَدٌ مِنَ الْمُشْرِك۪ينَ اسْتَجَارَكَ فَاَجِرْهُ حَتّٰى يَسْمَعَ كَلَامَ اللّٰهِ ثُمَّ اَبْلِغْهُ مَأْمَنَهُۜ ذٰلِكَ بِاَنَّهُمْ قَوْمٌ لَا يَعْلَمُونَ۟

Eger ji muşrîkan yek ji te eman xwest (xwe bavêje bextê te) emanê bide wî. Heta ku fersenda bihîstina/sehkirina kelîmeya Allah bibîne. Piştre li ser ewlehîyê wî bigihîne cihê (warê) wî. Ev, ji bo wê ye ku ewana civakeke nezan in.

7
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

كَيْفَ يَكُونُ لِلْمُشْرِك۪ينَ عَهْدٌ عِنْدَ اللّٰهِ وَعِنْدَ رَسُولِه۪ٓ اِلَّا الَّذ۪ينَ عَاهَدْتُمْ عِنْدَ الْمَسْجِدِ الْحَرَامِۚ فَمَا اسْتَقَامُوا لَكُمْ فَاسْتَق۪يمُوا لَهُمْۜ اِنَّ اللّٰهَ يُحِبُّ الْمُتَّق۪ينَ

Ji xeynî ew ên ku we li cem Mescîdu'l Heram bi wan re peyman çêkiribû, ma wê ji bo muşrîkan çawa li cem Allah û Rasûlê wî peyman hebe? Heta ew der heqê we de rast bin, hûn jî ji wan re rast bin. (Lewre) Allah, hez Mutteqîyan dike.

8
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

كَيْفَ وَاِنْ يَظْهَرُوا عَلَيْكُمْ لَا يَرْقُبُوا ف۪يكُمْ اِلًّا وَلَا ذِمَّةًۜ يُرْضُونَكُمْ بِاَفْوَاهِهِمْ وَتَأْبٰى قُلُوبُهُمْۚ وَاَكْثَرُهُمْ فَاسِقُونَۚ

Erê, çawa dibe? (Tiştekî wiha qet nabe.) Eger ew li ser we xalib bibin, ne li eqrebatîyê dinêrin û ne jî peymana ku dane nas dikin. Bi devê xwe we qayîl dikin lê dilê wan dijberî dike. Zehfê wan fasiq in.

9
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اِشْتَرَوْا بِاٰيَاتِ اللّٰهِ ثَمَنًا قَل۪يلًا فَصَدُّوا عَنْ سَب۪يلِه۪ۜ اِنَّهُمْ سَٓاءَ مَا كَانُوا يَعْمَلُونَ

Wan ayetên Allah bi bihayekî erzan firotin û ber (ê însanan) ji rêya Allah girtin. Bi rastî tiştê ku ew dikin çiqas xerab e!

10
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

لَا يَرْقُبُونَ ف۪ي مُؤْمِنٍ اِلًّا وَلَا ذِمَّةًۜ وَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْمُعْتَدُونَ

Ew der heqê mumînan de ne li eqrebatîyê dinêrin ne jî peymana ku dane nas dikin. Ha ew, yên ji hedê xwe borîne bixwe ne.