Kesên Zilimkar
MÛMÎN, MUSLÎM, KAFIR, MUŞRÎK, MUNAFIQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Lê ew ên zilimkar peyva ji wan re hatibû gotin, bi yeke din re (Peyva ‘Hittatun’ ku tê ser maneya ‘Gunehên me biweşîne’ bi peyva ‘Hintatun’ ya ku tê ser maneya ‘Genim’ re) guherandin. Ji ber ku fasiqî kiribûn, me jî li ser wan zaliman de ji asîmân ezabek daxistibû.
Ma ji wî kesê ku nahêle di mizgeftên Allah de navê wî bê zikirkirin û yên ji bo xerabkirina wan dixebitin zalimtir kî heye? Ew ên hanê enceq bi tirs bikaribin têkevin wan (mescîdan). Ji wan re li dinyayê riswatî û li axîretê jî ezabekî mezin heye.
Ma hûn dibêjin ku Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û nevîyên wan Cihû an jî Fille bûn? Bibêje: “Ma hûn çêtir dizanin an Allah? Digel ku li cem wî ji îndallah (agahîyek heye) ji wî kesê ku şahidîyê vedişêre zalimtir kî heye? Allah ji amelên we ne xafil e.
Sond be tu ji ew ên Kitêb ji wan re hatîye dayîn re hemû delîlan bînî jî ew (dîsa jî) berê xwe nadin qibla te. Tu jî berê xwe nadî qibla wan. (Rastî ev e ku) ew jî berê xwe nadin qibla hevdu. Sond be piştî vê îlmê ku ji te re hatîye; eger tu bidî pey hewayên/daxwazên wan, muheqeq wê gavê tu yê bibî ji zaliman.
(Digel van heqîqeta dizanin jî) ji însanan hin kes hene ku ji xeynî Allah hin heyînên din ji Allah re hinkûf/şirîk çêdikin û bi qasî ji Allah hez dikin, ji wan jî hez dikin. Lê ew ên îmân anîne ji her tiştî zêdetir ji Allah hez dikin. Ew ên zilimkar dema ku ezabê dibînin wê fêm bikin ku hemû hêz/quwwet aîdê Allah e û Allah xwedî ezabeke şedîd e.
Telaq (berdan) du car e. Piştî vêya (jinan) an bi qencî li cem xwe hiştin e an jî bi xweşî berdan e. Ew (mehr) ên we daye wan, ne helal e ku hûn ji wan bistînin. Lê eger hûn ji nepêkanîna çavnêrîya hidûdên Allah bitirsin, ev ne tê de. Eger hûn (ji nepêkanîna mesûlîyetên hevdu) bitirsin û ji ber vê yekê hûn nikaribin çavnêrîya hudûdullah jî bikin, wê demê (jin ji bo berdana xwe) fidye/hin tiştan bide (zilam), ji bo her duyan jî mehzûr tune. Ev, hidûdên/sînorên Allah in. Sînor (ên Allah) binpê nekin! Kî jî hidûdên/sînorên Allah binpê bike, ewana yên zalim bixwe ne.
Gelî ew ên îmân anîne! Berîya ku ew roja ku tê de ne tîcaret û ne dostanî û ne jî şefaet heye bi ser we de bê, ji rizqên ku me daye we (di rêya Allah de) înfaq bikin. Ew ên kafir, zalim bixwe ne.
Ma te wî kesî nedît ji ber ku Allah milk/hikumdarî dabûyê, rabû der heqê Rabbê wî de bi Îbrahîm re ketibû nîqaşê? Dema ku Îbrahîm jê re got: “Rabbê min ew e ku hem dimirîne û hem jî sax dike/vedijîne.” Wî jî gotibû: “Ez jî dikujim û sax dikim/divejînim.” (Li ser vê) Îbrahîm got: “Allah, Rojê/Tavê ji rojhilat ve tîne, de ka tu jî wê ji rojava bîne (em binêrin).” (Li hember vê huccetê) ew kafir şaş/behitî ma. Allah koma zaliman nagihîne hîdayetê.
Nefeqeyên ku we înfaq kirine û ew nezirên ku we nezir kirine, muheqeq Allah bi hemûyan dizane. Ji bo zilimkaran qet tu alîkar nîn e.