Lokmân
Ayet: 1Rûpel: 410
Elif, Lâm, Mîm.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 1Rûpel: 410
Elif, Lâm, Mîm.
Ayet: 2Rûpel: 410
Ev, ayetên Kitêbeke xwedî hikum û hikmet e.
Ayet: 3Rûpel: 410
Ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin re hîdayet û rahmet e.
Ayet: 4Rûpel: 410
Ew (muhsîn) in ku nimêja xwe rasterast dikin û zekâta xwe didin û li ser yeqînê bi axîretê bawer in.
Ayet: 5Rûpel: 410
Ha evana, ji Rabbê xwe li ser hîdayetê ne û yên gihîştine xelasîyê jî her ew bixwe ne.
Ayet: 6Rûpel: 410
Ji însanan hin kes jî hene; ji bo ku binezanî ji rêya Allah vegerînin û tinazên xwe pê (bi ayetên wî) bikin peyva pûç distînin. Ha ji yên wisan re ezabekî riswaker heye.
Ayet: 7Rûpel: 410
Dema ku ayetên me jê re tên xwendin her wekî ku qet nebihîstibe û di guhê wî de giranî hebe quretîyê dike û rû vedigerîne. Tu mizgîna ezabekî biêş û jan bide wî.
Ayet: 8Rûpel: 410
Bêguman ji bo wan ên ku îman anîne û amelên salih kirine re, cennetên Naîm hene.
Ayet: 9Rûpel: 410
Ew ê di wir de ebedî bimînin. Weada Allah heq e. Ew (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 10Rûpel: 410
Asîman bê sitûn xuliqandîyê. Hûn wê dibinin. Ji bo ku erd we nehejîne (li wê derê ji çiyan) qazixan çikandîye û ji her zindîyan li wir belav kiriye. Me ji esman av daxistîye û li wê derê ji her hêşînahîyên xweşik cot bi cot xuliqandîyê.
Ayet: 11Rûpel: 410
Ev xuliqandina Allah e. Ka nîşan bidin (em binêrin) ew (rohanîyetên ewlîya û şefaetvan û salih) ên ji xeynî wî (ku we îdîa dikir) çi xuliqandine? (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî kesên zilimkar di xerifîyeke vikîvekirî de ne.
Ayet: 12Rûpel: 411
Sond be me hikmet dabû Luqman. (Ji ber nîmetên ku me dabûyê me wiha lê emir kir:) “Şikur bike.” Her kî şikur bike, wî ji bo xwe şikur kiriye. Kî jî nankorî bike bêguman Allah, (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xaniy û (yê ku herî zêde hemd û pesinandinê heq dike û ji alîyê heyînan ve tê pesinandin) Hamîd e.
Ayet: 13Rûpel: 411
Dema ku Luqman şîret dida kurê xwe wiha gotibû: “Kurê min! Ji Allah re şirîkan çêneke! Bêguman şirk, zilmeke mezin e.”