Nefs
EXLAQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
(Bi bîr bînin!) Mûsa ji qewmê xwe re gotibû: “Gelî qewmê min! We bi (îlâh) girtina golikê zilim li nefsa xwe kir. Ji xaliqê xwe re tobe bikin û nefsên xwe bikujin. Ev, ji bo we li cem xaliqê we çêtir e.” Piştre (Allah) we ji tobê re muweffeq kir/tobeyên we qebûl kir. Bêguman ew (yê ku evdên xwe mûweffeqê tobeyê dike û tobeyan pirzêde qebûl dike) Tewwab û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Me, ewr li ser we kiribû sîwan û gezo û goştê susikê/qarîtkê (wek xwarin) ji we re daxistibû. Ji rizqên paqij ku me daye we bixwin. Bi rastî wan (bi hed borandinê) zilim li me nekiribûn. Lê wan zilim li nefsa xwe bixwe dikirin.
Sond be me Kitêb dabû Mûsa û me di pey wî re pêxemberan li pey hevdu şand. Me mûcîze dan Îsayê kurê Meryem û me bi Rûhu’l Qudûs (Cibrîl) jî piştgirîya wî kir. Êdî pêxember çi dema bi tiştên ku qîma we pê nayê ji we re hatibe; hûn ê li hemberî wî quretîyê bikin û hûn ê qismek ji wan (pêxemberan) biderewînin û hinekan jî bikûjin?
Ji ber ku Allah ji fezl (û kerem) a xwe Kitêb ji evdê xwe ya ku jê re daxwaz kiribe daxistîye bi hesûdî/bi zêdepêdeçûn înkar kirina wan, ji bo wan sitendineke çiqas xerab e! (Bi vê karên xwe) xezeb li ser xezebê ketin. (Li axîretê jî) ji bo kafiran ezabekî riswaker heye.
Û wan (girtin) derheqê hikumdarîya Suleyman de dane pey lihevanîn (derewên batil) ên şeytanan. Suleyman nebû kafir, lê şeytan bixwe bûne kafir. Wan tiştên li Babîlê ji her du melaîketan re, ji Harût û ji Marût re hatibû daxistin û sêhrê hînî însanan dikirin. Hetanî ku nedigotin: “Em, enceq îmtîhan in/ji dînê te re fitne ne. Nebe tu bikevî kufrê de” van tiştan hînî tu kesî nedikirin. Ji wan (herduyan) tiştên (sêhra) ku navbera mêr û jin xera dike hîn dibûn. Lê heta destûra Allah nebe, ew nikarin zerarê bidin tu kesî. Sond be wan baş dizanîbû ku ew kesên wê (sêhrê) bistîne û pê amel bike ji axîretê qet nesîbê wî tune. Tiştê ku nefsa xwe di muqabilê wê de firotinê çiqas xerab e. Xwezî bizanîbûna!
Gelek kesên ji Ehlê Kitêb, piştî ku heq ji wan re eşkere bûye jî ji ber çavnebarîya xwe dixwazin piştî bawerîya we, hûn dîsa vegerînin bal bi kufrê ve. Hetanî Allah hûkmê xwe bide hûn li wan (ji karên wan) biborin/wan efû bikin û wan di halê xwe de bihêlin. Bêguman Allah li ser her tiştî qadir e.
Ma ji wî kesê sefîh (hişsivik/kêmaqil) pê ve ji dînê/ji milletê Îbrahîm kî rû vedigerîne? Bi sond me ew li dinyayê hilbijartîye û ew muheqeq li axîretê jî ji salihan e.
Di şevên rojîyê de nêzbûna/çûyîna cem jinê xwe, ji we re hatîye helalkirin. Ew libasên we ne û hûn jî libasên wan in. Allah pê dizanibû ku we li nefsa xwe îxanet dikir, loma tewba we qebûl kir û hûn efû kirin. Hûn êdî dikarin nêzî wan bibin û li tiştên ku Allah ji we re nivîsandîye (û kiriye para we) bigerin. Dema fecrê/şefeqê heta tayê spî ji tayê reş tê veqetandin, bixwin û paşê rojîyê hetanî şevê bidomînin. Dema ku hûn di mizgeftan de dikevin îtîkafê ligel wan nebin. Ev, hidûdên/sînorên (qedexeyên) Allah in. Ji van (hidûdan) neborin. Allah ayetên xwe ji însanan re bi vê awayê beyan dike, da ku ew xwe biparêzin.
(Ji xeynî van mufsîdan) ji însanan hin kes jî hene ku; ji bo rizaya Allah bi dest bixin canê xwe/nefsa xwe feda dikin. Bêguman Allah li ser evdên xwe (pir bi şefqet) Raûf e.
Dema we jinan berdan û wan jî wextê îddeta xwe qedandin, an bi qencî li cem xwe bihêlin an jî wan bi xweşî berdin. (Lê belê) ji bo ku hûn heqên wan binpê bikin û (bi qesta) zerar dayînê wan li cem xwe negirin. Kî jî wiha bike wî zilim li nefsa xwe kiriye. (Nîkah û berdan ji xwe re nekin lîstik û) tinazê bi ayetên Allah nekin. Nîmetên Allah ku li ser we ye û ew Kitêb û hîkmeta ji bo şîret bide we daxistîye bi bîr bînin. Ji Allah bitirsin û bizanibin ku Allah, li ser her tiştî zana ye.
Allah, tu kesî bi barekî ji quweta wî zêdetir binbar nake. Qezenca (xêra) her kesekî jê re ye û amel (guneh) ên wî jî di aleyha wî de ye. Rabbê me! Eger em ji bîr bikin an jî em xeta/şaşî bikin, li me negire. Rabbê me! Her wekî ku te barê giran li yên berîya me kiribû (weke wê) me jî bi barê giran binbar neke. Me efû bike. Me mexfîret bike. Bi rehma xwe bi me re bike. Tu Mewlayê/Dostê me yî. Li hemberî qewmên kafir tu alîkarîya me bike.