Enfâl
Ayet: 56Rûpel: 183
Ewana, ew kes in ku; piştî ku tu bi wan re peymanê çêdikî, her car ehda xwe xera dikin. Ew natirsin û xwe naparêzin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 56Rûpel: 183
Ewana, ew kes in ku; piştî ku tu bi wan re peymanê çêdikî, her car ehda xwe xera dikin. Ew natirsin û xwe naparêzin.
Ayet: 58Rûpel: 183
Çi dema tu ji xîyaneta qewmekî bitirsî, tu jî weke wan (peymana wan) bavêje ser wan û wan agahdar bike. Bêguman Allah, hez xayînan nake.
Ayet: 72Rûpel: 185
Bêguman ew ên îmân anîne û hîcret kirine û bi mal û canên xwe fîsebîlîllah cîhad kirine û ew ên (van di warên xwe de) hewandine û alîkarîya wan kirine, ha evana dostên hevdû ne. Ew ên îmân anîne û hîcret nekirine jî heta hîcret nekin tu welayeta we bi wan re tune. Lê eger di mijara dîn de alîkarîyê ji we bixwazin, bi şertê ku ne li dijî qewmekî ku di navbera we û wan de peyman heye, hingê li ser we ferz e ku hûn alîkarîya wan bikin. Allah, karê ku hûn dikin dibîne.