Sure 8

Sûreya Enfâl

Medîne75 ayetGanîmet

الأنفال
Der barê Sûreyê de

Sûreya Enfâl, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û heftê û pênc (75) ayet e. Di Qur’anê de sûreya heştemîn e. Dema ku şera Bedrê cereyan dikir nazil bûye. Ji ber vê yekê sûreya Enfâl bi ekserîyet behsa hukmên şer û hiqûqa cîhadê dike. Li ser mijara serkeftina muslîman û encamên vê rewşê sekinîye. Navê sûreyê (Enfâl) jî tê ser maneya xenîmetên ku dawîya şer de tên bi dest xistin e. Hukmên xenîmetan jî ji mijarên vê sûreyê ye.

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

1
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

يَسْـَٔلُونَكَ عَنِ الْاَنْفَالِۜ قُلِ الْاَنْفَالُ لِلّٰهِ وَالرَّسُولِۚ فَاتَّقُوا اللّٰهَ وَاَصْلِحُوا ذَاتَ بَيْنِكُمْۖ وَاَط۪يعُوا اللّٰهَ وَرَسُولَهُٓ اِنْ كُنْتُمْ مُؤْمِن۪ينَ

Pirsa xenîmetan ji te dikin. Bibêje: “(Der heqê hukimdayîna) xenîmetan (de raye) aîdê Allah û Rasûlê wî ye. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û navbera xwe bisilhînin. Eger hûn mumîn in îtaetî Allah û Rasûlê wî bikin.”

2
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اِنَّمَا الْمُؤْمِنُونَ الَّذ۪ينَ اِذَا ذُكِرَ اللّٰهُ وَجِلَتْ قُلُوبُهُمْ وَاِذَا تُلِيَتْ عَلَيْهِمْ اٰيَاتُهُ زَادَتْهُمْ ا۪يمَانًا وَعَلٰى رَبِّهِمْ يَتَوَكَّلُونَۚ

Mumîn enceq ew kes in ku; dema Allah tê zikirkirin qelbê wan dilerize. Dema ayetên wî ji wan re tên xwendin îmana wan zêdetir dibe û ew bi tenê tewekkulê Rabbê xwe dikin.

3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَلَّذ۪ينَ يُق۪يمُونَ الصَّلٰوةَ وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ يُنْفِقُونَۜ

Ew in ku; nimêja xwe rasterast dikin û ji rizqê ku me daye wan înfaq dikin.

4
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْمُؤْمِنُونَ حَقًّاۜ لَهُمْ دَرَجَاتٌ عِنْدَ رَبِّهِمْ وَمَغْفِرَةٌ وَرِزْقٌ كَر۪يمٌۚ

Ha ev ên ha mumînên heqîqî ne. Ji wan re li cem Rabbê wan derece (ku wesîleya serdestîyê ye) û mexfîret û rizqekî xweşik heye.

5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

كَمَٓا اَخْرَجَكَ رَبُّكَ مِنْ بَيْتِكَ بِالْحَقِّۖ وَاِنَّ فَر۪يقًا مِنَ الْمُؤْمِن۪ينَ لَكَارِهُونَۙ

Digel ku komek ji mumînan ne dixwestin jî Rabbê te li ser heqîyê ji mala te derxistîye (her ku der heqê xenîmetan de komek bêdil bûn jî tu li gorî emrê Allah tevbigere. Wê encam bixêr be).

6
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

يُجَادِلُونَكَ فِي الْحَقِّ بَعْدَ مَا تَبَيَّنَ كَاَنَّمَا يُسَاقُونَ اِلَى الْمَوْتِ وَهُمْ يَنْظُرُونَۜ

Piştî ku heq eşkere bû te digot qey ber bi mirinê ve têne kişandin û (ji bo dernekevin şer) bi te re li ser heqîyê diketin nîqaşê.

7
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَاِذْ يَعِدُكُمُ اللّٰهُ اِحْدَى الطَّٓائِفَتَيْنِ اَنَّهَا لَكُمْ وَتَوَدُّونَ اَنَّ غَيْرَ ذَاتِ الشَّوْكَةِ تَكُونُ لَكُمْ وَيُر۪يدُ اللّٰهُ اَنْ يُحِقَّ الْحَقَّ بِكَلِمَاتِه۪ وَيَقْطَعَ دَابِرَ الْكَافِر۪ينَۙ

(Bi bîr bînin!) Dema ku Allah (yekî xurt û yek jî qels) ji her du taîfeyan yek ji we re wead kiribû. Lê we dixwest ku (bê betilandin) hûn taîfeya qels bi dest bixin. Lê belê Allah dixwest ku bi kelîmeyên xwe heqîyê serdest bike û dawîya kafiran bîne (koka wan rake).

8
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

لِيُحِقَّ الْحَقَّ وَيُبْطِلَ الْبَاطِلَ وَلَوْ كَرِهَ الْمُجْرِمُونَۚ

Gunehkarên mucrîm nexwazin jî (Allah dixwest ku) heqîyê (timûdaîm) serdest bike û batil jî ji holê rake.

9
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اِذْ تَسْتَغ۪يثُونَ رَبَّكُمْ فَاسْتَجَابَ لَكُمْ اَنّ۪ي مُمِدُّكُمْ بِاَلْفٍ مِنَ الْمَلٰٓئِكَةِ مُرْدِف۪ينَ

Bi bîr bînin! We ji Rabbê xwe alîkarî xwestibû wî jî wiha îcabetî dûayê we kiribû: “Bêguman ez ê bi hezar melâiketên ku di pey hevdu de dadikevin re alîkarîya we bikim.”