Bakara
Ayet: 7Rûpel: 2
Allah, qelbên wan û guhên wan mohr kiriye û perde kişandîye ser çavên wan (heqîqetê nabînin û fêm nakin). Û ji wan re ezabeke mezin heye.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 7Rûpel: 2
Allah, qelbên wan û guhên wan mohr kiriye û perde kişandîye ser çavên wan (heqîqetê nabînin û fêm nakin). Û ji wan re ezabeke mezin heye.
Ayet: 10Rûpel: 2
Di dilê wan de nexweşî (şûbhe û şehwet) heye. Allah jî nexweşîya wan zêde kiriye. Ji ber ku derewan dikin/diderewînin, ji bo wan ezabekî dijwar heye.
Ayet: 74Rûpel: 10
Piştî vê bûyerê qelbên we hişk bû. Qelbên we bûye weke kevir û heta ji kevir jî hişktir e. Lê kevirên wisan hene ku çem jê diherikin û yên wisan jî hene ku dibin şeq û av jê der dibe û yên wisan jî hene ku ji tirsa Allah gêr dibin/digindirin. Allah ji karên we ne xafil e.
Ayet: 88Rûpel: 12
Gotin: “Qelbên me (li dijî vegotinên te) nuxamtî/perdekirî ye.” (Na, ne wisan e!) Berevajî, ji ber kufra wan, Allah lanet li wan kiriye. (Ji ber vê yekê) pir kêm îman tînin.
Ayet: 93Rûpel: 13
(Bi Bîr Bînin!) Dema ku me soz ji we wergirt û Çiyayê Tûr bi ser we de rakir û me got: “Bi (Kitêb) a me daye we zexim bigirin û gûh bidinê.” Gotin: “Me bihîst lê em guhdarî nakin.” Ji ber înkarkirina wan, hezkirina golikê di qelbê wan de hatibû dagirtin/hezkirina golikê ji dilê wan ve hatibû vexwarin. Bibêje: “Eger hûn mumîn in, îmâna we çi tiştên xerab emrê we dike?”
Ayet: 97Rûpel: 14
Bibêje: “Kî ji Cibrîl re dijmintî bike; (bila bizanibe ku) wî, ew (Qur’an) a ku (Kitêbên) berî xwe tesdîq dike û ji bo mumînan hîdayet û mizgîn e biîznîllah nazilê ser qelbê te kiriye.”
Ayet: 118Rûpel: 17
Ew ên nezan wiha gotin: “Ma ne hewce bû ku Allah bi me re biaxivîya an jî ji me re ayetek bihatibana?” Ew ên berîya wan jî axaftinên wekî wan gotibûn. Qelbê wan şibîyaye hevdu. Ji bo civakeke ku bi yeqînî îmân anîye re, me ayetên xwe eşkere kirine.
Ayet: 225Rûpel: 35
Ji ber wan sondên lexw/bêhemd (wek hînbûyina/benekîya ziman ku bê qesd û nîyet) tên kirin Allah hûn mesûl nagire. Lê ji ber wan sondên we yên (bi qesd û nîyet û) ji dil û bi zanebûn, we mesûl digire. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (ew cezayên ku heq dikin jî ji ser evdên xwe bi paş ve davêje/texîr dike) Halîm e.
Ayet: 235Rûpel: 37
Der heqê zewaca jinên awa (li hêvîya îddetê disekinin) de mehzûrek tune ku hûn (berîya îddeta wan biqede) daxwaza xwe di ber wan re biavêjin an jî di dilê xwe de bihêlin. Allah pê dizane ku hûn ê wan bi bîr bînin. Ji pîvanên meşrû dernekevin (bi awayê dûrî çavan û bi hincirandina ewlehîyê) bi wan re bi dizî soz nedin hev/yarîtî nekin. (Li gorî urfê daxwaza xwe ya zewacê rabigihînin wan). Heta ku dema îddeta wan temam nebe, cehda/daxwaza zewaca wan nekin. Bizanibin ku Allah bi ya di dilê we de dizane. Xwe ji wî biparêzin. Bizanibin ku Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (ew cezayên ku heq dikin jî ji ser evdên xwe bi paş ve davêje/texîr dike) Halîm e.
Ayet: 260Rûpel: 43
(Bi bîr bînin!) Demekî Îbrahîm gotibû: “Rabbê min! Tu mirîyan çawa divejînî/çawa sax dikî nîşanî min bide.” (Allah) gotibû: “Qey tu bawer nakî?” Gotibû: “Nexêr! Helbet ez bawer dikim. Lê ez (daxwaz) dikim ku qelbê min mutmeîn bibe/dilê min li ser rûnê.” (Allah) gotibû: “Çar heb teyr bigire. Wan hînî xwe bike. Paşê li ser her çiyayekî parçeyek ji wan deynê. Piştre gazî wan bike, wê bi lezûbez werin cem te. Bizanibe ku Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 283Rûpel: 48
Eger hûn di rêwîtîyê de bin û nivîsvan jî nebînin (ji bo ku ji deynan re bibe ewlenek/teminat) hûn dikarin rehîn bistînin. Eger hûn ji hevdu bawer bin; ew ê ku emanet li balê ye bila emanetê xwe bide û (di vê mijarê de) ji wî Allahê ku Rabbê wî ye bitirse. veneşêrin. Kî biveşêre bêguman ew yekî ku qelbê wî gunehkar e. Allah, bi amelên ku hûn dikin dizane.