Rojî

ÎBÂDET - AMELÊN BIXÊR

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

5ayet hatin dîtin
Rojî
1

Bakara

Ayet: 183Rûpel: 27

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Rojî çawa li ser wan ên berîya we hatibû ferzkirin, li ser we jî hatîye ferzkirin. Hêvî heye ku hûn bitirsin (û xwe biparêzin).

2

Bakara

Ayet: 184Rûpel: 27

Here Ayetê

(Rojî) rojên hejmartî ne. Ji we kî nexweş be an jî rêwî be (û rojîya xwe xwaribe), bila di rojên din de bigire. Ew ên (di rewşa ji rêzê/normal de) quweta wan digihê jî (ji ber nexweşiyekî ku pê girtîye û hamîletî û ixtîyarîyê rojî nagirin) bila di berdêla rojekî de feqîrekî ter bikin. Lê belê her kî (bi daxwaza xwe) qencîyekî bike, ev ji bo wî bixêrtir e. Eger hûn bizanibin girtina rojîyê ji bo we herî bixêrtir e.

3

Bakara

Ayet: 185Rûpel: 27

Here Ayetê

Meha Remezanêye ya ku Qur’an tê de nazil bûye. Ew (Qur’an) a ku ji bo însanan hîdayet û rehber e û delîlên heq û batilê ji hev vediqetîne. Ji we kî bigihîje wê mehê bila rojî bigire. Kî jî nexweş be an jî rêwî be (û rojîya xwe xwaribe) bila di hinek rojên din de bigire. Allah ji bo we hêsanîyê/rihetîyê dixwaze, zorahîyê/zehmetîyê naxwaze. (Ev hêsanî) ji bo vê yê ku hûn wan rojên bi hejmar temam bikin û ji ber ku we hîdayet kiriye hûn Allah tekbîr/berz bikin û hûn şikur bikin.

4

Bakara

Ayet: 187Rûpel: 28

Here Ayetê

Di şevên rojîyê de nêzbûna/çûyîna cem jinê xwe, ji we re hatîye helalkirin. Ew libasên we ne û hûn jî libasên wan in. Allah pê dizanibû ku we li nefsa xwe îxanet dikir, loma tewba we qebûl kir û hûn efû kirin. Hûn êdî dikarin nêzî wan bibin û li tiştên ku Allah ji we re nivîsandîye (û kiriye para we) bigerin. Dema fecrê/şefeqê heta tayê spî ji tayê reş tê veqetandin, bixwin û paşê rojîyê hetanî şevê bidomînin. Dema ku hûn di mizgeftan de dikevin îtîkafê ligel wan nebin. Ev, hidûdên/sînorên (qedexeyên) Allah in. Ji van (hidûdan) neborin. Allah ayetên xwe ji însanan re bi vê awayê beyan dike, da ku ew xwe biparêzin.

5

Bakara

Ayet: 196Rûpel: 29

Here Ayetê

Hecc û umrê ji bo Allah temam bikin. Eger (ji ber ûzrekî ji qedandina hecc û umre re) rê li we hatibe birîn, qurbaneke li gorî quweta xwe (bişînin). Heta qurban digihîje cihê xwe porên xwe nequsînin. Yek ji we nexweş be an jî êşek di serê wî de hebe; divê ji rojîyê an ji sedeqeyekê yan jî ji qurbanekê (ji van) yekê bike fidye. Dema ku hûn ewle bibin û bixwazin, heta heccê umrê bikin, divê hûn qurbaneke ku ji bo we hêsan be bidin. Lê eger hûn vêya nebînin di wextê heccê de sê rojan û dema hûn vedigerin (welatê xwe) jî heft rojan ku ev dikin deh roj, rojî li we wacib dibe. Ev (hikum) ji bo kesên malbatên wan ne li derdora Mescîdu’l Heram e. Ji Allah bitirsin û bizanibin ku cezayê Allah dijwar e.