Talût
PÊXEMBER (ASS) Û QEWMÊN WAN ÊN BORÎNEAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Pêxemberê wan ji wan re gotibû: “Allah, Talût wek fermandar ji we re pîşandîye/tayîn kiriye.” Gotin: “Çawa dibe ku ew li ser serê me bibe rêveber? (Hal ev e ku) em jê çêtir layiqî rêveberîyê ne. Hem ew di mijara mal de ne yekî destfireh (dewlemendek) e. Got: “Allah ew ji bo we hilbijartîye û ilim û bedenhêzîya wî zêde kiriye. Allah (ew ê bi lutf û îhsana xwe hemû heyînan dorpêç dike) Wasî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Dema ku Talût, bi leşkerên xwe ve bi rê ketin wiha got: “Bêguman wê Allah we bi çemekî îmtîhan bike. Kî ji ava wê vexwe ew ne ji min e. Ji xeynî kesê ku bi destê xwe mistekî/çengekî jê vexwe ew ne tê de, kî jê venexwe ew ji min e.” Lê ji wan, ji pir kesên hindik pê ve hemûyan ji wê avê vexarin. Dema ku Talût û yên îmân bi wî anîne (li çem ketin û) jê derbas bûn (hinek ji wan) gotibûn: “Îro li hemberî Calût û leşkerên wî hêza me ya şerkirinê tune (em nikarin bi wan re şer bikin).” Ew ên îmân anîbûn ku (roja axîretê) wê bigihîjin Allah, wan jî wiha gotin: “Gelek komên hindik hene ku biîznillah komên pirzêde mexlûb kirine.” Allah, bi sebirvanan re ye.