Xenîmetan

HERB/ŞER Û HIQÛQA CÎHADÊ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

3ayet hatin dîtin
Xenîmetan
1

Enfâl

Ayet: 1Rûpel: 176

Here Ayetê

Pirsa xenîmetan ji te dikin. Bibêje: “(Der heqê hukimdayîna) xenîmetan (de raye) aîdê Allah û Rasûlê wî ye. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û navbera xwe bisilhînin. Eger hûn mumîn in îtaetî Allah û Rasûlê wî bikin.”

2

Enfâl

Ayet: 41Rûpel: 181

Here Ayetê

Eger bi Allah û bi roja furqanê (ku heq û batil ji hev qetîyaye) tiştê (Qur'an a ku) me ji evdê xwe re (roja Bedirê) nazil kiriye û (bi wê) roja ku her du kom rastî hev hatine we bawerî anîbe; bizanibin ku xenîmetên we bi dest xwe xistine ji pêncan yek aîdê Allah û Rasûlê wî (û aîdê) eqrebayên wî (pêxember) û sêwîyan û feqîran û rêwîyan e. Allah li ser her tiştî qadir e.

3

Enfâl

Ayet: 69Rûpel: 184

Here Ayetê

Êdî ji wan xenîmetên we bi dest xistîye, yên helal û paqij bixwin û ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Bêguman Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.