102Sûreya Âl-î Îmrân
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا اتَّقُوا اللّٰهَ حَقَّ تُقَاتِه۪ وَلَا تَمُوتُنَّ اِلَّا وَاَنْتُمْ مُسْلِمُونَ
Gelî ew ên îmân anîne! Bi awayê layiqî wî ye ji Allah bitirsin û hûn bitenê wek muslîm/evdên şirkê terk dikin û berê xwe bi tewhîdê didin Allah bimirin.
Jêrenot
(Hilbijartina îslâm wek dîn, bi serê xwe têr nake. Ya herî mûhîm ew e ku hetanî dawîya nefesa xwe mayîn û wefata li ser vê (aqîdê) ye. Ev jî (biîznîllah) bi van tiştan mimkûn e:
- Xwe parastina ji şirkê ku ew ziddê Tewhîdê ye. (Bnr: 39/Zûmer, 65)
- Ji bo ku me ji şirkê biparêze dûakirina ji Allah re. (Bnr: 14/Îbrahîm, 35)
- Têr xwendina Qur’ana Kerîm û daxuyanîya wê, ku ew jî Sunneta sehîh e. (Bnr: 16/Nahl, 102)
- Di navenda heyatê û dawetê û têkoşînê de bi cih kirina Tewhîdê. (Bnr: 14/Îbrahîm, 24-27)
- Alîkarîya dînê Allah. (Bnr: 47/Muhammed, 7))