﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Medîne200 ayetMalbata Îmran
Sûreya Âl-î Îmrân Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û du sed (200) ayet e. Di Qur’anê de sûreya sêyemîn e. Navê Âl-î Îmrân ji qedîneka/ji terkîba di ayeta 33. de “… malbata Âl-î Îmrân” derbas dibe ku Allah (ac) wan serdestî aleman girtîye distîne. Di vê sûreyê de mijarên tên bidest girtin bi gelemperî ev in: Temsîlîyeta pêxembertîya vê malbatê, Îsa û Meryem û aqîda Filletîyê û tewhîd ku esasê pêxembertîyê ye û di ayetên din de jî vexwendina ehlê Kitêb bal bi tewhidê ve û behsa cîhadê û xezweya Ûhûdê û li ser vê mijarê hin qaîde tên vegotin.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
الٓمٓۚ
Elîf. Lâm. Mîm.
اَللّٰهُ لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَۙ الْحَيُّ الْقَيُّومُۜ
Allah... Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Ew (xwedî heyat û yê ku heyatê dide hemû mexluqatan) Hayy û (ji bo hebûnê qet ne muhtacê tu tiştî ye lê hebûna her tiştî girêdayîyê wî) Qayyûm e.
نَزَّلَ عَلَيْكَ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ مُصَدِّقًا لِمَا بَيْنَ يَدَيْهِ وَاَنْزَلَ التَّوْرٰيةَ وَالْاِنْج۪يلَۙ
(Allah) ji te re Kitêbek ku Kitêbên berî xwe tesdîq dike, bi heqî nazil kiriye. Tewrat û Încîl jî wî nazil kiriye.
مِنْ قَبْلُ هُدًى لِلنَّاسِ وَاَنْزَلَ الْفُرْقَانَۜ اِنَّ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا بِاٰيَاتِ اللّٰهِ لَهُمْ عَذَابٌ شَد۪يدٌۜ وَاللّٰهُ عَز۪يزٌ ذُو انْتِقَامٍ
(Berî ku Qur’an nazil bibe Tewrat û Încîl) ji bo ku ji însanan re bibin çavkanîya hîdayetê (nazil kir). Û (ji bo heq û batil ji hevdû veqetîne Qur’an) Furqan jî nazil kiriye. Bêguman ew ên ayetên Allah înkar dikin; ji wan re ezabekî biêş û jan heye. Allah (ew ê ku xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û heyfê/zuntîqam e.
اِنَّ اللّٰهَ لَا يَخْفٰى عَلَيْهِ شَيْءٌ فِي الْاَرْضِ وَلَا فِي السَّمَٓاءِۜ
Bêguman li erd û esmanan qet tu tiştek ji Allah re veşartî namîne.
هُوَ الَّذ۪ي يُصَوِّرُكُمْ فِي الْاَرْحَامِ كَيْفَ يَشَٓاءُۜ لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَ الْعَز۪يزُ الْحَك۪يمُ
Ew e yê ku di malzaroka/rehma (dayîkên we) de li gorî daxwaza xwe şikil dide we. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh nîn e. Ew (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
هُوَ الَّذ۪ٓي اَنْزَلَ عَلَيْكَ الْكِتَابَ مِنْهُ اٰيَاتٌ مُحْكَمَاتٌ هُنَّ اُمُّ الْكِتَابِ وَاُخَرُ مُتَشَابِهَاتٌۜ فَاَمَّا الَّذ۪ينَ ف۪ي قُلُوبِهِمْ زَيْغٌ فَيَتَّبِعُونَ مَا تَشَابَهَ مِنْهُ ابْتِغَٓاءَ الْفِتْنَةِ وَابْتِغَٓاءَ تَأْو۪يلِه۪ۚ وَمَا يَعْلَمُ تَأْو۪يلَهُٓ اِلَّا اللّٰهُۢ وَالرَّاسِخُونَ فِي الْعِلْمِ يَقُولُونَ اٰمَنَّا بِه۪ۙ كُلٌّ مِنْ عِنْدِ رَبِّنَاۚ وَمَا يَذَّكَّرُ اِلَّٓا اُو۬لُوا الْاَلْبَابِ
Ew e yê ku Kitêb ji te re nazil kiriye. Ji wê (Kitêbê) hinek ayet (bi awayê ku qet tu kes nikare texrîf bike zexm û eşkere û) muhkem in. Ev (ayet) ên hanê (piranîya Kitêb in û perasîya/marîpişta Kitêbê ji van ayetan) pêk tê ku ew ummu’l Kitêb/bingeha Kitêb in. Yên din jî (ji bo ku evdên xwe îmtîhan bike) ayetên (ne eşkere) muteşabih in. Ew ên di dilê wan de merez/nexweşî hene; ji bo ku fitne derxînin û (ayetan li gorî hewa û hewesên xwe) tewîl/şîrove bikin, didin pey ayetên muteşabih. Tewîla/maneya wê ya heqîqî (ya wan ayetan) ji Allah pê ve tu kes nizane. Ew ên di ilim de pêş de çûne dibêjin: “Me pê îman anîye. Hemû ji cem Rabbê me (hati) ne.” Enceq ew ên aqilmend difikirin û şîret digirin.
رَبَّنَا لَا تُزِغْ قُلُوبَنَا بَعْدَ اِذْ هَدَيْتَنَا وَهَبْ لَنَا مِنْ لَدُنْكَ رَحْمَةًۚ اِنَّكَ اَنْتَ الْوَهَّابُ
Rabbê me! Piştî ku te em gihande hîdayetê qelbên me nexerifîne. Ji bal xwe ve rahmetekê bide me. Bêguman tu, (ew ê ku bê gerew/bê berdêl dide evdên xwe) Wehhab î.
رَبَّنَٓا اِنَّكَ جَامِعُ النَّاسِ لِيَوْمٍ لَا رَيْبَ ف۪يهِۜ اِنَّ اللّٰهَ لَا يُخْلِفُ الْم۪يعَادَ۟
Rabbê me! Di wê rojê de ku (pêk hatina wê) bêguman e, tu yê însanan li cem hevdu bicivînî. Muheqeq Allah ji ehda xwe navegere/nazivire.
اِنَّ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا لَنْ تُغْنِيَ عَنْهُمْ اَمْوَالُهُمْ وَلَٓا اَوْلَادُهُمْ مِنَ اللّٰهِ شَيْـًٔاۜ وَاُو۬لٰٓئِكَ هُمْ وَقُودُ النَّارِۙ
Bêguman ew ên ku kafir in mal û zarokên wan li cem Allah tu feyde nadin wan. Ew bixwe ardûya/şewateya cehennemê ne.
كَدَأْبِ اٰلِ فِرْعَوْنَۙ وَالَّذ۪ينَ مِنْ قَبْلِهِمْۜ كَذَّبُوا بِاٰيَاتِنَاۚ فَاَخَذَهُمُ اللّٰهُ بِذُنُوبِهِمْۜ وَاللّٰهُ شَد۪يدُ الْعِقَابِ
(Rêya wan) weke rêya xanedana Firewn û yên berîya wan (kafiran in ku dema ezaba Allah hat mal û ewladên wan tu feyde neda wan) in. Wan ayetên me derewandin/tekzîb kirin. (Li ser vê yekê) Allah jî ji ber gunehên wan ew zeft kirin. Allah, ew ê ku ezabê wî pir dijwar e.
قُلْ لِلَّذ۪ينَ كَفَرُوا سَتُغْلَبُونَ وَتُحْشَرُونَ اِلٰى جَهَنَّمَۜ وَبِئْسَ الْمِهَادُ
Tu ji kafiran re bibêje: “Di nêzîk de hûn ê mexlûb bibin û ber bi cehennemê ve bêne ajotin.” Ew der çi warekî xerab e!
قَدْ كَانَ لَكُمْ اٰيَةٌ ف۪ي فِئَتَيْنِ الْتَقَتَاۜ فِئَةٌ تُقَاتِلُ ف۪ي سَب۪يلِ اللّٰهِ وَاُخْرٰى كَافِرَةٌ يَرَوْنَهُمْ مِثْلَيْهِمْ رَأْيَ الْعَيْنِۜ وَاللّٰهُ يُؤَيِّدُ بِنَصْرِه۪ مَنْ يَشَٓاءُۜ اِنَّ ف۪ي ذٰلِكَ لَعِبْرَةً لِاُو۬لِي الْاَبْصَارِ
Bêguman ji we re di wan her du komên (roja Bedrê) hatibûn hemberî hev de (ji bo ders girtinê) ayet/îbret heye. Komek di rêya Allah de şer dikir. Yê din jî kafir bûn û (mûmînan) bi çavê tazî du qatê xwe didîtin. Allah, ji kî re bixwaze bi alîkarîya xwe piştgirîya wî dike. Bi rastî di vêya de, ji ew ên xwedî besîret (ew ên Qur’anê pir dixwînin û li ser ayetên Allah yên şer’î û kewnî de serê xwe diêşînin) re îbret hene.
زُيِّنَ لِلنَّاسِ حُبُّ الشَّهَوَاتِ مِنَ النِّسَٓاءِ وَالْبَن۪ينَ وَالْقَنَاط۪يرِ الْمُقَنْطَرَةِ مِنَ الذَّهَبِ وَالْفِضَّةِ وَالْخَيْلِ الْمُسَوَّمَةِ وَالْاَنْعَامِ وَالْحَرْثِۜ ذٰلِكَ مَتَاعُ الْحَيٰوةِ الدُّنْيَاۚ وَاللّٰهُ عِنْدَهُ حُسْنُ الْمَاٰبِ
Ji însanan re hezkirina şehewatan (bi taybetî) jinan û zarokan û lod bi lod komkirina zêr û zîvan û hespên rewan û (pez û) dewaran û çandî û zevîyan hatîye xemilandin. Evana metaên (bihorbar ên) heyata dinyayê ne. Lê vegera xweşik (ku nîmetên heqîqî û bêdawî hene) li îndallah/li cem Allah e.
قُلْ اَؤُ۬نَبِّئُكُمْ بِخَيْرٍ مِنْ ذٰلِكُمْۜ لِلَّذ۪ينَ اتَّقَوْا عِنْدَ رَبِّهِمْ جَنَّاتٌ تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهَا الْاَنْهَارُ خَالِد۪ينَ ف۪يهَا وَاَزْوَاجٌ مُطَهَّرَةٌ وَرِضْوَانٌ مِنَ اللّٰهِۜ وَاللّٰهُ بَص۪يرٌ بِالْعِبَادِۚ
Bibêje: “Ma ez agahîya ku ji vêya bixêrtir e bidim we? Ji bo Mutteqîyan li bal Rabbê wan cennetên di binî de çem diherikin û wê tê de ebedî bimînin hene. Hevjînên pakîpaqij û razîbûna Allah jî heye. Allah, li ser evdên xwe bînende/basîr e.
اَلَّذ۪ينَ يَقُولُونَ رَبَّنَٓا اِنَّنَٓا اٰمَنَّا فَاغْفِرْ لَنَا ذُنُوبَنَا وَقِنَا عَذَابَ النَّارِۚ
(Mutteqîyên ku cennetê heq kirine) dibêjin: “Rabbê me! Bêguman me îmân anî. Gunehên me efû bike û me ji ezabê cehennemê biparêze.”
اَلصَّابِر۪ينَ وَالصَّادِق۪ينَ وَالْقَانِت۪ينَ وَالْمُنْفِق۪ينَ وَالْمُسْتَغْفِر۪ينَ بِالْاَسْحَارِ
(Mutteqîyên ku cennetê heq kirine) ew ên sebirvan û sadiq/dilrast û ji dilûcan (ji Allah re) îtaetê dikin û înfaq dikin û berbangê de/serê sibehê de îstîxfarê dikin in.
شَهِدَ اللّٰهُ اَنَّهُ لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَۙ وَالْمَلٰٓئِكَةُ وَاُو۬لُوا الْعِلْمِ قَٓائِمًا بِالْقِسْطِۜ لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَ الْعَز۪يزُ الْحَك۪يمُۜ
Allah û melâîket û alimên ku edaletê qayîm dikin şahidî kirin ku ji Allah pê ve qet tu îlâh (ji xeynî wî yê ku îbadetê/evdîtîyê heq dike) tune. Ji wî pê ve qet tu îlâh nîn e. Ew (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
اِنَّ الدّ۪ينَ عِنْدَ اللّٰهِ الْاِسْلَامُ۠ وَمَا اخْتَلَفَ الَّذ۪ينَ اُو۫تُوا الْكِتَابَ اِلَّا مِنْ بَعْدِ مَا جَٓاءَهُمُ الْعِلْمُ بَغْيًا بَيْنَهُمْۜ وَمَنْ يَكْفُرْ بِاٰيَاتِ اللّٰهِ فَاِنَّ اللّٰهَ سَر۪يعُ الْحِسَابِ
Muheqeq li îndallah/li cem Allah dîn (ê muteber) îslâm e. Ew ên ku Kitêb ji wan re hatîye dayîn, piştî ku bûn xwedî ilim ji ber bitirî û hesûdî û daxwaza komek ku ji ya din serdesttir be di navbera xwe de ketin îxtîlafê. Her kî li dijî ayetên Allah bibe kafir, bila bizanibe ku Allah serîu’lhisab e (hisab dîtina wî sivik e).
فَاِنْ حَٓاجُّوكَ فَقُلْ اَسْلَمْتُ وَجْهِيَ لِلّٰهِ وَمَنِ اتَّبَعَنِۜ وَقُلْ لِلَّذ۪ينَ اُو۫تُوا الْكِتَابَ وَالْاُمِّيّ۪نَ ءَاَسْلَمْتُمْۜ فَاِنْ اَسْلَمُوا فَقَدِ اهْتَدَوْاۚ وَاِنْ تَوَلَّوْا فَاِنَّمَا عَلَيْكَ الْبَلَاغُۜ وَاللّٰهُ بَص۪يرٌ بِالْعِبَادِ۟
Eger (der heqê îslâmê de) bi te re bikevin nîqaşê (ji wan re) bibêje: “Ez û yên bûne tabiê min, (me bi xaliskirina dîn ji Allah re û bi îbadetkirina jê re) rûyê xwe teslîmî Allah kir.” Ji yên Kitêb ji wan re hatine û muşrîkên nexwende re jî bibêje: “Ma hûn jî teslîm bûn?” Eger ew jî teslîm bibin, bêguman wê bigihîjin hîdayetê. Lê eger rû vegerînin li ser te enceq teblîxkirin (a îslâmê) heye. Allah, evdên xwe dibîne.
اِنَّ الَّذ۪ينَ يَكْفُرُونَ بِاٰيَاتِ اللّٰهِ وَيَقْتُلُونَ النَّبِيّ۪نَ بِغَيْرِ حَقٍّۙ وَيَقْتُلُونَ الَّذ۪ينَ يَأْمُرُونَ بِالْقِسْطِ مِنَ النَّاسِۙ فَبَشِّرْهُمْ بِعَذَابٍ اَل۪يمٍ
Bêguman ew kesên ku ayetên Allah înkar dikin û pêxemberan bi neheqî dikujin û yên ku daxwaza edaletê dikin dikujin, tu mizgîna ezabekî biêş û jan bide wan.
اُو۬لٰٓئِكَ الَّذ۪ينَ حَبِطَتْ اَعْمَالُهُمْ فِي الدُّنْيَا وَالْاٰخِرَةِۘ وَمَا لَهُمْ مِنْ نَاصِر۪ينَ
Ewana ew kes in ku amelên wan li dinya û axîretê pûç (û betal) bûne û ji wan re, tu alîkar jî tune.
اَلَمْ تَرَ اِلَى الَّذ۪ينَ اُو۫تُوا نَص۪يبًا مِنَ الْكِتَابِ يُدْعَوْنَ اِلٰى كِتَابِ اللّٰهِ لِيَحْكُمَ بَيْنَهُمْ ثُمَّ يَتَوَلّٰى فَر۪يقٌ مِنْهُمْ وَهُمْ مُعْرِضُونَ
Ma qey te (rewşa) wan kesên ku parek ji Kitêbê ji wan re hatîye dayîn nedît? Ji bo ku di navbera wan de hukim bide ew bi bal Kitêba Allah ve têne gazîkirin, paşê hinek ji wan bi pozbilindî pişta xwe didin (vê bangê).
ذٰلِكَ بِاَنَّهُمْ قَالُوا لَنْ تَمَسَّنَا النَّارُ اِلَّٓا اَيَّامًا مَعْدُودَاتٍۖ وَغَرَّهُمْ ف۪ي د۪ينِهِمْ مَا كَانُوا يَفْتَرُونَ
(Sebebê vê rêşaşîtîya wan ev) gotina wan e: “Ji çend rojên bijimar pê ve agir bi me nakeve.” Ev bêbextîya (ku li ser navê Allah bi nezanîn) lihev anîne, der heqê dînê wan de, ew xapandin.
فَكَيْفَ اِذَا جَمَعْنَاهُمْ لِيَوْمٍ لَا رَيْبَ ف۪يهِ وَوُفِّيَتْ كُلُّ نَفْسٍ مَا كَسَبَتْ وَهُمْ لَا يُظْلَمُونَ
Gelo di wê roja ku (pêk hatina wê) bêgumane de, dema ku em wan dicivînin wê (rewşa wan) çawa çêbe? Paşê her nefs, çi bi dest xwe xistibe wê bê kêmasî jê re bê dayîn; neheqî jî li wan nayê kirin?
قُلِ اللّٰهُمَّ مَالِكَ الْمُلْكِ تُؤْتِي الْمُلْكَ مَنْ تَشَٓاءُ وَتَنْزِعُ الْمُلْكَ مِمَّنْ تَشَٓاءُۘ وَتُعِزُّ مَنْ تَشَٓاءُ وَتُذِلُّ مَنْ تَشَٓاءُۜ بِيَدِكَ الْخَيْرُۜ اِنَّكَ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌ
Bibêje: “Ya Allahê min ê xwedîyê milk! Tu ji kî re bixwazî milk didî wî û ji kî jî bixwazî milk jê distînî. Û kî bixwazî wî (kesî) azîz dikî û kî jî bixwazî wî zelîl dikî. Xêr di destê te de ye. Bi rastî tu li ser her tiştî qadir î.”
تُولِجُ الَّيْلَ فِي النَّهَارِ وَتُولِجُ النَّهَارَ فِي الَّيْلِۘ وَتُخْرِجُ الْحَيَّ مِنَ الْمَيِّتِ وَتُخْرِجُ الْمَيِّتَ مِنَ الْحَيِّۘ وَتَرْزُقُ مَنْ تَشَٓاءُ بِغَيْرِ حِسَابٍ
Tu şevê dixî nava rojê û rojê jî dixî nava şevê. Ji mirîyan zindîyan û ji zindîyan jî mirîyan derdixînî. Û tu ji kî re bixwazî bêhisab riziq didî wî.
لَا يَتَّخِذِ الْمُؤْمِنُونَ الْكَافِر۪ينَ اَوْلِيَٓاءَ مِنْ دُونِ الْمُؤْمِن۪ينَۚ وَمَنْ يَفْعَلْ ذٰلِكَ فَلَيْسَ مِنَ اللّٰهِ ف۪ي شَيْءٍ اِلَّٓا اَنْ تَتَّقُوا مِنْهُمْ تُقٰيةًۜ وَيُحَذِّرُكُمُ اللّٰهُ نَفْسَهُۜ وَاِلَى اللّٰهِ الْمَص۪يرُ
Bila mumîn dev ji mumînan bernedin û kafiran ji xwe re nekin dost. Kî wiha bike (li ser navê îman û îslamê) tu têkilîya wî bi Allah re namîne. (Eger hûn endîşe bikin ku dê zerar bidin can û mal û namûsa we û hwd.) ji bo hûn xwe ji wan biparêzin (bi gotinên xwe, xwe ji wan re wek dost nîşan dayîn) ne tê de. (Heke hûn vê ruhsetê bikin hincet/bahane û cihên dibe nabe de tawîz bidin û hûn ji bo dostanîya kafiran bihemikin) Allah, hûn ji nefsa xwe dide parastin (emr dike ku hûn ji wî bitirsin). Veger ji Allah re ye.
Şer’i bir özür olmaksızın kâfirleri dost edinmenin hükmü hakkında bk. 5/Mâide, 51
قُلْ اِنْ تُخْفُوا مَا ف۪ي صُدُورِكُمْ اَوْ تُبْدُوهُ يَعْلَمْهُ اللّٰهُۜ وَيَعْلَمُ مَا فِي السَّمٰوَاتِ وَمَا فِي الْاَرْضِۜ وَاللّٰهُ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌ
Bibêje: “Hûn tiştên di dilê xwe de veşêrin jî eşkere jî bikin Allah pê dizane. Ew bi tiştên li erd û esmanan de jî dizane. Allah, qadirê her tiştî ye.”
يَوْمَ تَجِدُ كُلُّ نَفْسٍ مَا عَمِلَتْ مِنْ خَيْرٍ مُحْضَرًاۚۛ وَمَا عَمِلَتْ مِنْ سُٓوءٍۚۛ تَوَدُّ لَوْ اَنَّ بَيْنَهَا وَبَيْنَهُٓ اَمَدًا بَع۪يدًاۜ وَيُحَذِّرُكُمُ اللّٰهُ نَفْسَهُۜ وَاللّٰهُ رَؤُ۫فٌ بِالْعِبَادِ۟
Wê rojê (roja qiyametê) hemû nefs, qencî û xerabîyên ku kirine dê li ber xwe amadekirî bibînin. Lê (ew kes) dixwaze ku di navbera wî û xerabîyên wî de dûrîngeke/mesafeyeke dirêj hebe. Allah, we ji nefsa xwe dide parastin (emir dike ku hûn jê bitirsin). Bêguman Allah, li ser evdên xwe (pir bi şefqet) Raûf e.
قُلْ اِنْ كُنْتُمْ تُحِبُّونَ اللّٰهَ فَاتَّبِعُون۪ي يُحْبِبْكُمُ اللّٰهُ وَيَغْفِرْ لَكُمْ ذُنُوبَكُمْۜ وَاللّٰهُ غَفُورٌ رَح۪يمٌ
Bibêje: “Eger hûn ji Allah hez dikin, bidin pey min da ku Allah jî ji we hez bike û bila gunehên we efû bike.” Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
قُلْ اَط۪يعُوا اللّٰهَ وَالرَّسُولَۚ فَاِنْ تَوَلَّوْا فَاِنَّ اللّٰهَ لَا يُحِبُّ الْكَافِر۪ينَ
Bibêje: “Îtaeta Allah û Rasûlê wî bikin.” Eger ew (ji vê) rû vegerînin bi rastî Allah ji kafiran hez nake.
اِنَّ اللّٰهَ اصْطَفٰٓى اٰدَمَ وَنُوحًا وَاٰلَ اِبْرٰه۪يمَ وَاٰلَ عِمْرٰنَ عَلَى الْعَالَم۪ينَۙ
Muheqeq Allah Âdem û Nûh û malbata Îbrahîm û malbata Îmran hilbijartîye û di ser aleman re girtîye.
ذُرِّيَّةً بَعْضُهَا مِنْ بَعْضٍۜ وَاللّٰهُ سَم۪يعٌ عَل۪يمٌۚ
Evana nesleke ji hevdu (zêde bûyî) ne. Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
اِذْ قَالَتِ امْرَاَتُ عِمْرٰنَ رَبِّ اِنّ۪ي نَذَرْتُ لَكَ مَا ف۪ي بَطْن۪ي مُحَرَّرًا فَتَقَبَّلْ مِنّ۪يۚ اِنَّكَ اَنْتَ السَّم۪يعُ الْعَل۪يمُ
(Bi bîr bînin!) Dema jina Îmran got: “Rabbê min! Ez ev (zarok) ê di zikê xwe de bi azadî (ku ji te pê ve ji kesekî re evdîtîyê neke) ji te re nezir dikim. (Nezira min) ji min qebûl bike. Bêşik tu, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm î.
فَلَمَّا وَضَعَتْهَا قَالَتْ رَبِّ اِنّ۪ي وَضَعْتُهَٓا اُنْثٰىۜ وَاللّٰهُ اَعْلَمُ بِمَا وَضَعَتْۜ وَلَيْسَ الذَّكَرُ كَالْاُنْثٰىۚ وَاِنّ۪ي سَمَّيْتُهَا مَرْيَمَ وَاِنّ۪ٓي اُع۪يذُهَا بِكَ وَذُرِّيَّتَهَا مِنَ الشَّيْطَانِ الرَّج۪يمِ
Dema ku zarok welidand gotibû: “Rabbê min! Min keçikek anî! -Lê Allah çêtir dizanibû ku wê çi anîye-. Zaroka keç ne wekî kur e, min navê wê Meryem danî. Ez wê û zurîyeta wê, ji şeytanê recimandî/qewirandî bi te diparêzim.
فَتَقَبَّلَهَا رَبُّهَا بِقَبُولٍ حَسَنٍ وَاَنْبَتَهَا نَبَاتًا حَسَنًاۙ وَكَفَّلَهَا زَكَرِيَّاۜ كُلَّمَا دَخَلَ عَلَيْهَا زَكَرِيَّا الْمِحْرَابَۙ وَجَدَ عِنْدَهَا رِزْقًاۚ قَالَ يَا مَرْيَمُ اَنّٰى لَكِ هٰذَاۜ قَالَتْ هُوَ مِنْ عِنْدِ اللّٰهِۜ اِنَّ اللّٰهَ يَرْزُقُ مَنْ يَشَٓاءُ بِغَيْرِ حِسَابٍ
Rabbê wê, (nezira wê) bi awayekî xweşik qebûl kir û (weke gihîştina nebatekê) ew bi xweşikahî mezin kir. (Digel wan olnasên ku dixwestin guhpêdana wê bigirin ser xwe pêşbazîyê dikirin jî Allah) Zekerîya jê mesûl kir. Zekerîya çi cara ji bo serlêdanê çûbe mîhraba wê (Ji Zekerîya pê ve tu kes ne diçû cem wê û digel ku Meryem ji cihê tê de bû dernediket jî) xwarin li cem wê didît. Got: “Ya Meryem, ev (xwarin) ji te re ji ku derê tê?” Wê jî got: “Ev, ji îndallah e. Allah, ji kî re bixwaze wî bêhisab/bêsînor dirizqîne.”
هُنَالِكَ دَعَا زَكَرِيَّا رَبَّهُۚ قَالَ رَبِّ هَبْ ل۪ي مِنْ لَدُنْكَ ذُرِّيَّةً طَيِّبَةًۚ اِنَّكَ سَم۪يعُ الدُّعَٓاءِ
Zekerîya (dema ku wan rizqên awarte/fewqelâde yên li ber Meryemê dît, ji rehma Allah hêvî kir û) li wê derê ji Rabbê xwe re dûa kir, got: “Rabbê min! Ji bal xwe ve zurîyeteke pakîpaqij îhsanî min bike. Bêşik tu dûayan seh dikî/îcabet dikî.”
فَنَادَتْهُ الْمَلٰٓئِكَةُ وَهُوَ قَٓائِمٌ يُصَلّ۪ي فِي الْمِحْرَابِۙ اَنَّ اللّٰهَ يُبَشِّرُكَ بِيَحْيٰى مُصَدِّقًا بِكَلِمَةٍ مِنَ اللّٰهِ وَسَيِّدًا وَحَصُورًا وَنَبِيًّا مِنَ الصَّالِح۪ينَ
Di heman dema ku ew (Zekerîya) li mabedê di qiyamê de bû û nimêj dikir, melâîketan gazî kirinê (û wiha gotin:) “Allah mizgîna (kurekî bi navê) Yahyâ dide te. Ew, yê ku kelîmeya ji Allah hatîye (Îsâ) tesdîq dike û serwer e (ku li cem însanan bi rûmet e) û bi îffet e û pêxemberekî ji salihan e.”
قَالَ رَبِّ اَنّٰى يَكُونُ ل۪ي غُلَامٌ وَقَدْ بَلَغَنِيَ الْكِبَرُ وَامْرَاَت۪ي عَاقِرٌۜ قَالَ كَذٰلِكَ اللّٰهُ يَفْعَلُ مَا يَشَٓاءُ
(Li ser vê mizgînîyê) got: “Rabbê min! Ez, pîr bûme û jina min jî (êdî) zarokan nayne. (Herwiha) wê çawa zarokên min çêbin?” Got: “Ev wiha ye, Allah çi bivê dike.”
قَالَ رَبِّ اجْعَلْ ل۪ٓي اٰيَةًۜ قَالَ اٰيَتُكَ اَلَّا تُكَلِّمَ النَّاسَ ثَلٰثَةَ اَيَّامٍ اِلَّا رَمْزًاۜ وَاذْكُرْ رَبَّكَ كَث۪يرًا وَسَبِّحْ بِالْعَشِيِّ وَالْاِبْكَارِ۟
Got: “Rabbê min! Ji bo min elametekî bide.” Got: “Nîşana te ev e ku (bi jest û mîmîkan) ji îşaretkirinê pê ve heta sê rojan dê tu bi însanan re nikaribî bipeyivî. Rabbê xwe pir zikir bike û sibeh û êvaran wî tesbîh bike.”
وَاِذْ قَالَتِ الْمَلٰٓئِكَةُ يَا مَرْيَمُ اِنَّ اللّٰهَ اصْطَفٰيكِ وَطَهَّرَكِ وَاصْطَفٰيكِ عَلٰى نِسَٓاءِ الْعَالَم۪ينَ
(Bi bîr bînin!) Dema ku melâîketan (ji Meryem re) gotin: “Ya Meryem! Bêguman Allah tu hilbijart û pakîpaqij kir û di ser jinên aleman re girt.”
يَا مَرْيَمُ اقْنُت۪ي لِرَبِّكِ وَاسْجُد۪ي وَارْكَع۪ي مَعَ الرَّاكِع۪ينَ
Ya Meryem! (Ji bo şikirandina muqabilê vê nîmetê) ji Rabbê xwe re ji dilûcan îtaet û secde bike. Bi rukûvanan re (di rewşa cemaî de) rukû bike.
ذٰلِكَ مِنْ اَنْبَٓاءِ الْغَيْبِ نُوح۪يهِ اِلَيْكَۜ وَمَا كُنْتَ لَدَيْهِمْ اِذْ يُلْقُونَ اَقْلَامَهُمْ اَيُّهُمْ يَكْفُلُ مَرْيَمَۖ وَمَا كُنْتَ لَدَيْهِمْ اِذْ يَخْتَصِمُونَ
Ev (agahîyên hanê), xeberên ji xeybê ne ku em ji te re wehîy dikin. (Nexwe) dema ku ji bo kî ji wan wê xwedîtî li Meryem bike (ji bo pişkê) qelemên xwe diavêtin, tu ne li cem wan bûyî. Wê dema wan nîqaş dikirin jî tu ne li cem wan bûyî.
اِذْ قَالَتِ الْمَلٰٓئِكَةُ يَا مَرْيَمُ اِنَّ اللّٰهَ يُبَشِّرُكِ بِكَلِمَةٍ مِنْهُۗ اِسْمُهُ الْمَس۪يحُ ع۪يسَى ابْنُ مَرْيَمَ وَج۪يهًا فِي الدُّنْيَا وَالْاٰخِرَةِ وَمِنَ الْمُقَرَّب۪ينَۙ
(Bi bîr bînin!) Wê demê melâîketan gotin: “Ya Meryem! Allah, mizgîna kelîmeyekî ji xwe dide te. Navê wî Îsâ Mesîhê kurê Meryem e. Li dinya û li axîretê bi rûmet e û ew, ji wan ên nêz (î Allah) in.
وَيُكَلِّمُ النَّاسَ فِي الْمَهْدِ وَكَهْلًا وَمِنَ الصَّالِح۪ينَ
“(Ew) di dergûşê de jî û di gihîştîbûna xwe de jî wê bi însanan re biaxive û ji salihan e.”
قَالَتْ رَبِّ اَنّٰى يَكُونُ ل۪ي وَلَدٌ وَلَمْ يَمْسَسْن۪ي بَشَرٌۜ قَالَ كَذٰلِكِ اللّٰهُ يَخْلُقُ مَا يَشَٓاءُۜ اِذَا قَضٰٓى اَمْرًا فَاِنَّمَا يَقُولُ لَهُ كُنْ فَيَكُونُ
Gotibû: “Rabbê min! Digel ku destê mirovekî jî li min neketîye ka wê çawa zarokê min çêbibe?” Got: “Ev wiha ye! Allah tiştê ku bixwaze dixuliqîne. Dema (ji bo çêbûna wî) hukmê tiştekî da, jê re dibêje: ‘Bibe!’ ew jî çêdibe.”
وَيُعَلِّمُهُ الْكِتَابَ وَالْحِكْمَةَ وَالتَّوْرٰيةَ وَالْاِنْج۪يلَۚ
Wê (Allah) Kitêb û hikmet û Tewrat û Încîl hînî wî bike.
وَرَسُولًا اِلٰى بَن۪ٓي اِسْرَٓاء۪يلَ اَنّ۪ي قَدْ جِئْتُكُمْ بِاٰيَةٍ مِنْ رَبِّكُمْۙ اَنّ۪ٓي اَخْلُقُ لَكُمْ مِنَ الطّ۪ينِ كَهَيْـَٔةِ الطَّيْرِ فَاَنْفُخُ ف۪يهِ فَيَكُونُ طَيْرًا بِاِذْنِ اللّٰهِۚ وَاُبْرِئُ الْاَكْمَهَ وَالْاَبْرَصَ وَاُحْيِ الْمَوْتٰى بِاِذْنِ اللّٰهِۚ وَاُنَبِّئُكُمْ بِمَا تَأْكُلُونَ وَمَا تَدَّخِرُونَۙ ف۪ي بُيُوتِكُمْۜ اِنَّ ف۪ي ذٰلِكَ لَاٰيَةً لَكُمْ اِنْ كُنْتُمْ مُؤْمِن۪ينَۚ
Wê ji Benî Îsraîl re, wek pêxember were (û wê ji wan re bibêje) “Birastî ez ji we re ji Rabbê we bi ayetek hatim. Ez ê ji we re ji herîyê sûretê teyrekê çekim û pif bikim. Biîznillah wê bibe teyr. Kor û gurîyan ji nexweşînên wan baş dikim û biîznillah mirîyan bivejînim. Hûn di malên xwe de her çi dixwin û her çi embar dikin ez ê we jê agahdar bikim. Eger hûn mumîn bin, bêguman di vê de ji we re ayet (ê îbret girtinê) heye.”
وَمُصَدِّقًا لِمَا بَيْنَ يَدَيَّ مِنَ التَّوْرٰيةِ وَلِاُحِلَّ لَكُمْ بَعْضَ الَّذ۪ي حُرِّمَ عَلَيْكُمْ وَجِئْتُكُمْ بِاٰيَةٍ مِنْ رَبِّكُمْ فَاتَّقُوا اللّٰهَ وَاَط۪يعُونِ
“Ez ji bo rastandina (Tewrat) a ku berî min hatibû û ji bo ku hinek tiştên (di Tewratê de) ji we re hatibûn heramkirin, ji we re helal bikim ji Rabbê we bi ayetek hatim. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û îtaeta min bikin.”
اِنَّ اللّٰهَ رَبّ۪ي وَرَبُّكُمْ فَاعْبُدُوهُۜ هٰذَا صِرَاطٌ مُسْتَق۪يمٌ
“Bêşik Allah, Rabbê min û Rabbê we ye. Jê re îbadetê bikin. Ev (rêya ku ez we gazî dikimê), sirati’l mustaqîm e/rêya rasterast e.”
فَلَمَّٓا اَحَسَّ ع۪يسٰى مِنْهُمُ الْكُفْرَ قَالَ مَنْ اَنْصَار۪ٓي اِلَى اللّٰهِۜ قَالَ الْحَوَارِيُّونَ نَحْنُ اَنْصَارُ اللّٰهِۚ اٰمَنَّا بِاللّٰهِۚ وَاشْهَدْ بِاَنَّا مُسْلِمُونَ
Çi dema Îsâ hizir kir ku wê bikevin kufrê, got: “(Di vê rêya ku digihîje) Allah de, wê kî ji min re bibe alîkar?” Hewarîyan gotin: “Em alîkarê Allah in. Me îman bi Allah anî û tu jî bibe şahid ku em ji muslîm/ji wan evdên ku berê xwe dane Allah in.”
رَبَّنَٓا اٰمَنَّا بِمَٓا اَنْزَلْتَ وَاتَّبَعْنَا الرَّسُولَ فَاكْتُبْنَا مَعَ الشَّاهِد۪ينَ
(Gotin:) “Rabbê me! Tiştên ku te nazil kiriye me îmân bi wan anîye û em bûne tabiê pêxember û me ligel wan ên (ji tewhîdê re) şahid in re binivîse.”
وَمَكَرُوا وَمَكَرَ اللّٰهُۜ وَاللّٰهُ خَيْرُ الْمَاكِر۪ينَ۟
(Ew ên meyîldarê kufrê ne) kemîn danîn. Allah jî (ji bo xerakirina kemînê wan û alîkarîya mumînan li hember kemînên wan de) kemîn danî. Allah, herî bixêrtirê kêmînçêkeran e.
اِذْ قَالَ اللّٰهُ يَا ع۪يسٰٓى اِنّ۪ي مُتَوَفّ۪يكَ وَرَافِعُكَ اِلَيَّ وَمُطَهِّرُكَ مِنَ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا وَجَاعِلُ الَّذ۪ينَ اتَّبَعُوكَ فَوْقَ الَّذ۪ينَ كَفَرُٓوا اِلٰى يَوْمِ الْقِيٰمَةِۚ ثُمَّ اِلَيَّ مَرْجِعُكُمْ فَاَحْكُمُ بَيْنَكُمْ ف۪يمَا كُنْتُمْ ف۪يهِ تَخْتَلِفُونَ
(Bi bîr bînin!) Dema Allah gotibû: “Ya Îsâ! Ez ê te bidim wefatkirin û rakim/hilînim cem xwe û te ji kafiran (ji dek û hîleyên wan) paqij bikim. Ez ê wan ên didin pey te heta roja qiyametê di ser kafiran re bigirim. Paşê wê vegera we tenê bi bal min ve be. Di mijarên ku hûn tê de îxtîlafê dikin de ez ê hukim bikim.”
فَاَمَّا الَّذ۪ينَ كَفَرُوا فَاُعَذِّبُهُمْ عَذَابًا شَد۪يدًا فِي الدُّنْيَا وَالْاٰخِرَةِۘ وَمَا لَهُمْ مِنْ نَاصِر۪ينَ
“Ew ên kafir hene, ez ê wan li dinyayê jî û li axîretê jî bi ezabekî dijwar bidim ezabkirin. Wê tu alîkarê wan jî tûne be.”
وَاَمَّا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ فَيُوَفّ۪يهِمْ اُجُورَهُمْۜ وَاللّٰهُ لَا يُحِبُّ الظَّالِم۪ينَ
“Ew ên îmân anîne û amelên salih kirine jî; wê (Allah) xelatên wan bê kêmasî bide wan. Allah, ji zaliman hez nake.”
ذٰلِكَ نَتْلُوهُ عَلَيْكَ مِنَ الْاٰيَاتِ وَالذِّكْرِ الْحَك۪يمِ
Ev, ji (Kitêb) a ku şîretên bi hikmet dihewîne û ji ayetan em ji te re dixwînin.
اِنَّ مَثَلَ ع۪يسٰى عِنْدَ اللّٰهِ كَمَثَلِ اٰدَمَۜ خَلَقَهُ مِنْ تُرَابٍ ثُمَّ قَالَ لَهُ كُنْ فَيَكُونُ
Bêguman li îndallah/li cem Allah rewşa Îsâ, weke rewşa Âdem e. (Allah) ew ji axê xuliqand. Paşê jê re got: “Çêbe!” Ew jî hema çêbibû.
اَلْحَقُّ مِنْ رَبِّكَ فَلَا تَكُنْ مِنَ الْمُمْتَر۪ينَ
Heq, ji Rabbê te ye. Nebe ku tu bibî ji gumandaran.
فَمَنْ حَٓاجَّكَ ف۪يهِ مِنْ بَعْدِ مَا جَٓاءَكَ مِنَ الْعِلْمِ فَقُلْ تَعَالَوْا نَدْعُ اَبْنَٓاءَنَا وَاَبْنَٓاءَكُمْ وَنِسَٓاءَنَا وَنِسَٓاءَكُمْ وَاَنْفُسَنَا وَاَنْفُسَكُمْ ثُمَّ نَبْتَهِلْ فَنَجْعَلْ لَعْنَتَ اللّٰهِ عَلَى الْكَاذِب۪ينَ
Piştî ilim ji te re hat, her kî di wê mijarê de bi te re bikeve nîqaşê, tu bibêje: “De werin em gazî zarokên xwe û zarokên we û jinên xwe û jinên we û nefsên xwe û nefsên we bikin. Paşê em bi hev re mûlaane/nifiran bikin û em wiha bibêjin: ‘Laneta Allah li ser derewkeran be.’ ”
اِنَّ هٰذَا لَهُوَ الْقَصَصُ الْحَقُّۚ وَمَا مِنْ اِلٰهٍ اِلَّا اللّٰهُۜ وَاِنَّ اللّٰهَ لَهُوَ الْعَز۪يزُ الْحَك۪يمُ
(Ew tiştên ku Cihûyan û Filleyan li hev anîne, ne rast e.) Bêguman, qiseya heq ev e. Ji Allah pê ve qet tu îlâh (ên ku îbadetê heq dikin) tûne. Û bêguman ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
فَاِنْ تَوَلَّوْا فَاِنَّ اللّٰهَ عَل۪يمٌ بِالْمُفْسِد۪ينَ۟
Eger (ji bihîstina qiseya rast û pejirandina wê) rû vegerînin bêguman Allah bi mufsîdan baş dizane.
قُلْ يَٓا اَهْلَ الْكِتَابِ تَعَالَوْا اِلٰى كَلِمَةٍ سَوَٓاءٍ بَيْنَنَا وَبَيْنَكُمْ اَلَّا نَعْبُدَ اِلَّا اللّٰهَ وَلَا نُشْرِكَ بِه۪ شَيْـًٔا وَلَا يَتَّخِذَ بَعْضُنَا بَعْضًا اَرْبَابًا مِنْ دُونِ اللّٰهِۜ فَاِنْ تَوَلَّوْا فَقُولُوا اشْهَدُوا بِاَنَّا مُسْلِمُونَ
Bibêje: “Gelî Ehlê Kitêb! Werin bal bi vê kelîmeya ku di navbera me û we de hevpar e/muşterek e: Em ê ji xeynî Allah ji tu kesî re îbadetê nekin û ji wî re qet tu tiştekî nekin şirîk û em ê (dev ji Allah bernedin û) hin kesên ji xwe ji hinekên din re nekin Rab. Eger rû vegerînin hûn jî (ji wan re) bibêjin: “Şahid bin ku em ji muslîman/ji evdên şirkê terk dikin û berê xwe bi tewhîdê didin Allah in.”
يَٓا اَهْلَ الْكِتَابِ لِمَ تُحَٓاجُّونَ ف۪ٓي اِبْرٰه۪يمَ وَمَٓا اُنْزِلَتِ التَّوْرٰيةُ وَالْاِنْج۪يلُ اِلَّا مِنْ بَعْدِه۪ۜ اَفَلَا تَعْقِلُونَ
Gelî Ehlê Kitêb! Digel ku Tewrat û Încîl di pey wî de nazil bûne ma hûn der heqê Îbrahîm de (li ser mijara “Gelo ew Cihû bû an Fille bû?”) çima dikevin nîqaşê? Ma hûn fêm nakin?
هَٓا اَنْتُمْ هٰٓؤُ۬لَٓاءِ حَاجَجْتُمْ ف۪يمَا لَكُمْ بِه۪ عِلْمٌ فَلِمَ تُحَٓاجُّونَ ف۪يمَا لَيْسَ لَكُمْ بِه۪ عِلْمٌۜ وَاللّٰهُ يَعْلَمُ وَاَنْتُمْ لَا تَعْلَمُونَ
Nîqaşa we ya li ser mijarên ku hûn der heqê wê de xwedî agahî ne fêm dibe. Lê tiştên ku zanîna we pê tuneye çima der heqê wê de hûn nîqaşê dikin. Allah dizane, hûn nizanin.
مَا كَانَ اِبْرٰه۪يمُ يَهُودِيًّا وَلَا نَصْرَانِيًّا وَلٰكِنْ كَانَ حَن۪يفًا مُسْلِمًاۜ وَمَا كَانَ مِنَ الْمُشْرِك۪ينَ
Îbrahîm, ne Cihû bû. Ne Fille jî bû. Ew muslîmekî henîf bû. Ew ne ji muşrîkan jî bû.
اِنَّ اَوْلَى النَّاسِ بِاِبْرٰه۪يمَ لَلَّذ۪ينَ اتَّبَعُوهُ وَهٰذَا النَّبِيُّ وَالَّذ۪ينَ اٰمَنُواۜ وَاللّٰهُ وَلِيُّ الْمُؤْمِن۪ينَ
Bi rastî ji însanan yên herî nêzîkî Îbrahîm in; ew ên (li ser rêya tewhîdê) dane pey wî û ev pêxember (Muhammed) û ew ên mumîn in. Allah jî welîyê/dostê mumînan e.
وَدَّتْ طَٓائِفَةٌ مِنْ اَهْلِ الْكِتَابِ لَوْ يُضِلُّونَكُمْۜ وَمَا يُضِلُّونَ اِلَّٓا اَنْفُسَهُمْ وَمَا يَشْعُرُونَ
Komek ji Ehlê Kitêb dixwestin ku we ji rê derêxin. Lê ew ji xwe pê ve tu kesî naxerifînin/ji rê dernaxin. Haya wan ji vê nîn e.
يَٓا اَهْلَ الْكِتَابِ لِمَ تَكْفُرُونَ بِاٰيَاتِ اللّٰهِ وَاَنْتُمْ تَشْهَدُونَ
Gelî Ehlê Kitêb! Digel hûn dibin şahid ku ev (Qur’ana ji Allah) heq e, hûn ayetên Allah çima înkar dikin.
يَٓا اَهْلَ الْكِتَابِ لِمَ تَلْبِسُونَ الْحَقَّ بِالْبَاطِلِ وَتَكْتُمُونَ الْحَقَّ وَاَنْتُمْ تَعْلَمُونَ۟
Gelî Ehlê Kitêb! Digel bi zanebûna xwe hûn çima heq û batil tevlîhev dikin û hûn çima heqîyê vedişêrin?
وَقَالَتْ طَٓائِفَةٌ مِنْ اَهْلِ الْكِتَابِ اٰمِنُوا بِالَّذ۪ٓي اُنْزِلَ عَلَى الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَجْهَ النَّهَارِ وَاكْفُرُٓوا اٰخِرَهُ لَعَلَّهُمْ يَرْجِعُونَۚ
Komek ji Ehlê Kitêb wiha gotin: “Ew tiştên ku ji mumînan ranazil bûye hûn serê sibê pê îmân bînin û ber êvarê jî înkar bikin. Dibe ku (li we binêrin û) ew jî ji dînê xwe vegerin.”
وَلَا تُؤْمِنُٓوا اِلَّا لِمَنْ تَبِعَ د۪ينَكُمْۜ قُلْ اِنَّ الْهُدٰى هُدَى اللّٰهِۙ اَنْ يُؤْتٰٓى اَحَدٌ مِثْلَ مَٓا اُو۫ت۪يتُمْ اَوْ يُحَٓاجُّوكُمْ عِنْدَ رَبِّكُمْۜ قُلْ اِنَّ الْفَضْلَ بِيَدِ اللّٰهِۚ يُؤْت۪يهِ مَنْ يَشَٓاءُۜ وَاللّٰهُ وَاسِعٌ عَل۪يمٌۚ
(Û gotin:) “Bitenê bi yên ku dane pey dînê we bawerî bînin û bi wan ewle bin.” Bibêje: “Hîdayeta esil, hîdayeta Allah e.” (Ev tirsa we) gelo ji ber wê ye ku, ya ji we re hatîye dayîn bînanîyeke/menendeke wê ji kesekî din re neyê dayîn an jî ji ber ku li cem Rabbê we dibe ku bi we re nîqaş bikin e?” Bibêje: “Fezîlet di destê Allah de ye û ji kî re bixwaze dide wî. Allah (ew ê bi lutf û îhsana xwe hemû heyînan dorpêç dike) Wasî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
يَخْتَصُّ بِرَحْمَتِه۪ مَنْ يَشَٓاءُۜ وَاللّٰهُ ذُو الْفَضْلِ الْعَظ۪يمِ
Ji kî re bixwaze rahmeta xwe tehsîsê wî dike. Allah xwedîyê lutf û îhsaneke mezin e.
وَمِنْ اَهْلِ الْكِتَابِ مَنْ اِنْ تَأْمَنْهُ بِقِنْطَارٍ يُؤَدِّه۪ٓ اِلَيْكَۚ وَمِنْهُمْ مَنْ اِنْ تَأْمَنْهُ بِد۪ينَارٍ لَا يُؤَدِّه۪ٓ اِلَيْكَ اِلَّا مَا دُمْتَ عَلَيْهِ قَٓائِمًاۜ ذٰلِكَ بِاَنَّهُمْ قَالُوا لَيْسَ عَلَيْنَا فِي الْاُمِّيّ۪نَ سَب۪يلٌۚ وَيَقُولُونَ عَلَى اللّٰهِ الْكَذِبَ وَهُمْ يَعْلَمُونَ
Ji Ehlê Kitêb hin kes jî hene, eger tu qintarek/barek (zêr) emanetê wan bikî wê şûnde bidin te. Yên wisan jî hene ku, tu yek dînarekî bispêrî wan, heta tu li ser serê wan nesekinî şûnde nadin te. (Sebebê vê) ji ber vê gotina wan e: “Li dij ummîyan (di kirinên me de) ji me re qet tu webal nîne. Digel ku dizanin jî ew li dij Allah derewan dikin.
بَلٰى مَنْ اَوْفٰى بِعَهْدِه۪ وَاتَّقٰى فَاِنَّ اللّٰهَ يُحِبُّ الْمُتَّق۪ينَ
(Nexêr, ne wisan e!) Kî ehda xwe pêk bîne û (ji Allah) bitirse û xwe biparêze, Allah hez Mutteqîyan dike.
اِنَّ الَّذ۪ينَ يَشْتَرُونَ بِعَهْدِ اللّٰهِ وَاَيْمَانِهِمْ ثَمَنًا قَل۪يلًا اُو۬لٰٓئِكَ لَا خَلَاقَ لَهُمْ فِي الْاٰخِرَةِ وَلَا يُكَلِّمُهُمُ اللّٰهُ وَلَا يَنْظُرُ اِلَيْهِمْ يَوْمَ الْقِيٰمَةِ وَلَا يُزَكّ۪يهِمْۖ وَلَهُمْ عَذَابٌ اَل۪يمٌ
Ew ên ehd dabûn Allah û wê ehda xwe bi berdêleke erzan firotine hene! Ji wan re li axîretê qet tu par nîne. Roja qiyametê Allah bi wan re napeyive û li rûyên wan nanêre û wan paqij jî nake. Ji bo wan ezabeke biêş û jan heye.
وَاِنَّ مِنْهُمْ لَفَر۪يقًا يَلْوُ۫نَ اَلْسِنَتَهُمْ بِالْكِتَابِ لِتَحْسَبُوهُ مِنَ الْكِتَابِ وَمَا هُوَ مِنَ الْكِتَابِۚ وَيَقُولُونَ هُوَ مِنْ عِنْدِ اللّٰهِ وَمَا هُوَ مِنْ عِنْدِ اللّٰهِۚ وَيَقُولُونَ عَلَى اللّٰهِ الْكَذِبَ وَهُمْ يَعْلَمُونَ
Ji wan komek heye ku ji bo hûn wê (xwendina wan) ji Kitêbê zen bikin zimanê xwe bi Kitêbê xwar dikin. Lê (tiştên di devên xwe de digilgilînin) ne ji Kitêbê ye. (Ji bo tiştên di devên xwe de dimizmizînin, wiha dibêjin:) “Ev ji îndallah e.” Hal ev e ku ew, ne ji îndallah e. Ew li dij Allah bi zanebûn derewan dikin.
مَا كَانَ لِبَشَرٍ اَنْ يُؤْتِيَهُ اللّٰهُ الْكِتَابَ وَالْحُكْمَ وَالنُّبُوَّةَ ثُمَّ يَقُولَ لِلنَّاسِ كُونُوا عِبَادًا ل۪ي مِنْ دُونِ اللّٰهِ وَلٰكِنْ كُونُوا رَبَّانِيّ۪نَ بِمَا كُنْتُمْ تُعَلِّمُونَ الْكِتَابَ وَبِمَا كُنْتُمْ تَدْرُسُونَۙ
“Ji tu beşerî re/pêxemberî re selahîyet tuneye ku Allah; Kitêb û hikmet û nubûwet dabe wî û paşê ew rabe ji însanan re bibêje: “Dev ji Allah berdin û ji min re îbadetê bikin.” Lê belê (ew pêxember wiha dibêje): “Bi saya wê Kitêba ku hûn hîn dikin/dielimînin û hûn hîn dibin/dielimin ji Rabbê xwe re bibin rabbanî/evdên xalis.”
وَلَا يَأْمُرَكُمْ اَنْ تَتَّخِذُوا الْمَلٰٓئِكَةَ وَالنَّبِيّ۪نَ اَرْبَابًاۜ اَيَأْمُرُكُمْ بِالْكُفْرِ بَعْدَ اِذْ اَنْتُمْ مُسْلِمُونَ۟
(Ew pêxember) fermanê nade we ku hûn melâîket û pêxemberan ji xwe re bikin Rab. (Tiştekî heyirî!) Piştî ku hûn bûne muslîm wê çawa berê we bide kufrê?
وَاِذْ اَخَذَ اللّٰهُ م۪يثَاقَ النَّبِيّ۪نَ لَمَٓا اٰتَيْتُكُمْ مِنْ كِتَابٍ وَحِكْمَةٍ ثُمَّ جَٓاءَكُمْ رَسُولٌ مُصَدِّقٌ لِمَا مَعَكُمْ لَتُؤْمِنُنَّ بِه۪ وَلَتَنْصُرُنَّهُۜ قَالَ ءَاَقْرَرْتُمْ وَاَخَذْتُمْ عَلٰى ذٰلِكُمْ اِصْر۪يۜ قَالُٓوا اَقْرَرْنَاۜ قَالَ فَاشْهَدُوا وَاَنَا۬ مَعَكُمْ مِنَ الشَّاهِد۪ينَ
(Bi bîr bînin!) Dema Allah ji pêxemberan peyman girtibû (û gotibû): “Dema min Kitêb û hikmet da we; paşê ji we re Rasûlekî ku ya li ba we tesdîq bike were, îmân pê bînin û jê re bibin alîkar.” Got: “Ma we ev qebûl kir û we giranîya vê peyvê hilgirt?” Gotin: “Em îqrar/qebûl dikin.” (Allah) got: “Şahid bin! Ez jî bi we re ji şahidan im.”
فَمَنْ تَوَلّٰى بَعْدَ ذٰلِكَ فَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْفَاسِقُونَ
Kî jî piştî vê (ehdê) rû vegerîne, ew fasiq bixwe ne.
اَفَغَيْرَ د۪ينِ اللّٰهِ يَبْغُونَ وَلَهُٓ اَسْلَمَ مَنْ فِي السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ طَوْعًا وَكَرْهًا وَاِلَيْهِ يُرْجَعُونَ
Qey ew ji dînê Allah pê ve (li dînekî din) digerin? Digel ku hemû tiştên li erd û esmanan bi dilê xwe an jî bi zorê ji wî re teslîm bûne/situxwar in?! Wê bi bal wî vê bên vegerandin (û wê hisabê karûkirinên xwe bidin).
قُلْ اٰمَنَّا بِاللّٰهِ وَمَٓا اُنْزِلَ عَلَيْنَا وَمَٓا اُنْزِلَ عَلٰٓى اِبْرٰه۪يمَ وَاِسْمٰع۪يلَ وَاِسْحٰقَ وَيَعْقُوبَ وَالْاَسْبَاطِ وَمَٓا اُو۫تِيَ مُوسٰى وَع۪يسٰى وَالنَّبِيُّونَ مِنْ رَبِّهِمْۖ لَا نُفَرِّقُ بَيْنَ اَحَدٍ مِنْهُمْۘ وَنَحْنُ لَهُ مُسْلِمُونَ
Bibêje: “Me bi Allah û bi ya ku li ser me nazil bûne û bi tiştê ji Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û zarokên wî re nazil bûye û bi tiştê ji Mûsa û Îsâ û pêxemberên din re ji alî Rabbê wan ve (wehîya) hatîye dayîn, îmân anîye. Em qet cudakarîyê naxin navbera yekî ji wan. Û em teslîmî Allah bûne.
وَمَنْ يَبْتَغِ غَيْرَ الْاِسْلَامِ د۪ينًا فَلَنْ يُقْبَلَ مِنْهُۚ وَهُوَ فِي الْاٰخِرَةِ مِنَ الْخَاسِر۪ينَ
Kî ji îslâmê pê ve li dînekî din bigere (bila bizanibe ku) ew (dîn) jê nayê qebûlkirin û ew (kes) li axîretê jî di zîyanê de ye.
كَيْفَ يَهْدِي اللّٰهُ قَوْمًا كَفَرُوا بَعْدَ ا۪يمَانِهِمْ وَشَهِدُٓوا اَنَّ الرَّسُولَ حَقٌّ وَجَٓاءَهُمُ الْبَيِّنَاتُۜ وَاللّٰهُ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الظَّالِم۪ينَ
Ma qey Allah qewmekî ku îmân anî û şahidî dan ku pêxember heq e û delîlên eşkere ji wan re hatin, piştre bi nankorî dîsa kafir bibin wê çawa bigihîne hîdayetê? Allah qewmekî zalim nagihîne hîdayetê.
اُو۬لٰٓئِكَ جَزَٓاؤُ۬هُمْ اَنَّ عَلَيْهِمْ لَعْنَةَ اللّٰهِ وَالْمَلٰٓئِكَةِ وَالنَّاسِ اَجْمَع۪ينَۙ
(Ew ên ha hîdayetê heq nakin.) Cezayên wan ev e: Laneta Allah û melâîketan û hemû însanan li ser wan e.
خَالِد۪ينَ ف۪يهَاۚ لَا يُخَفَّفُ عَنْهُمُ الْعَذَابُ وَلَا هُمْ يُنْظَرُونَۙ
Wê di vê (lanetê de) ebedî bimînin. Ezabê wan jî nayê sivikkirin û ji wan re qet rûmet tune/ji wan re muhlet nayê dayîn.
اِلَّا الَّذ۪ينَ تَابُوا مِنْ بَعْدِ ذٰلِكَ وَاَصْلَحُوا فَاِنَّ اللّٰهَ غَفُورٌ رَح۪يمٌ
Lê ew ên tobe dikin û paşê (rewşa) xwe rast dikin (ew) ne tê de. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
اِنَّ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا بَعْدَ ا۪يمَانِهِمْ ثُمَّ ازْدَادُوا كُفْرًا لَنْ تُقْبَلَ تَوْبَتُهُمْۚ وَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الضَّٓالُّونَ
Bêguman ew ên piştî îmanê înkar kirine û paşê di kufra xwe de zêde pê de çûne (di sefên kafiran de cih girtine û neyartî li mumînan kirine an jî li ser îrtîdadê mirine); tobeya wan qebûl nabe. Ew ên rêşaş ew bixwe ne.
اِنَّ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا وَمَاتُوا وَهُمْ كُفَّارٌ فَلَنْ يُقْبَلَ مِنْ اَحَدِهِمْ مِلْءُ الْاَرْضِ ذَهَبًا وَلَوِ افْتَدٰى بِه۪ۜ اُو۬لٰٓئِكَ لَهُمْ عَذَابٌ اَل۪يمٌ وَمَا لَهُمْ مِنْ نَاصِر۪ينَ۟
Bêguman ew ên kafir bûn û li ser kufra xwe mirine; yek ji wan eger bi qasî ser rûyê erdê dagirtî zêr (ji bo ku ji ezabê xelas bibe) wek fidye bide jî dîsa jê nayê qebûl kirin. Ji wan re ezabekî biêş û jan heye û tu alîkarê wan jî tuneye.
لَنْ تَنَالُوا الْبِرَّ حَتّٰى تُنْفِقُوا مِمَّا تُحِبُّونَۜ وَمَا تُنْفِقُوا مِنْ شَيْءٍ فَاِنَّ اللّٰهَ بِه۪ عَل۪يمٌ
Heta ji tiştên ku hûn jê hez dikin (fîsebîlîllah) înfaq nekin, hûn nagihêjin birrê/qencîyê. Hûn çi înfaq bikin bêşik Allah pê dizane.
كُلُّ الطَّعَامِ كَانَ حِلًّا لِبَن۪ٓي اِسْرَٓاء۪يلَ اِلَّا مَا حَرَّمَ اِسْرَٓاء۪يلُ عَلٰى نَفْسِه۪ مِنْ قَبْلِ اَنْ تُنَزَّلَ التَّوْرٰيةُۜ قُلْ فَأْتُوا بِالتَّوْرٰيةِ فَاتْلُوهَٓا اِنْ كُنْتُمْ صَادِق۪ينَ
Berî ku Tewrat nazil bibe, ji xeynî tiştên ku Îsraîl (Yaqûb) ji xwe re heram kiribû pê ve her tişt ji Benî Îsraîl re helal bû. Ji wan re bibêje: “Eger hûn di gotina xwe de rast in de ka Tewratê bînin û bixwînin.”
فَمَنِ افْتَرٰى عَلَى اللّٰهِ الْكَذِبَ مِنْ بَعْدِ ذٰلِكَ فَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الظَّالِمُونَ
Êdî piştî vê yekê kî li ser Allah derewan li hev bîne û îftîra bike ha ew zalim bixwe ne.
قُلْ صَدَقَ اللّٰهُ فَاتَّبِعُوا مِلَّةَ اِبْرٰه۪يمَ حَن۪يفًاۜ وَمَا كَانَ مِنَ الْمُشْرِك۪ينَ
Bibêje: “Allah rast qotîye. Bidin pey dînê Îbrahîm ê henîf/muwahhîd. Ew ne ji muşrîkan bû.
اِنَّ اَوَّلَ بَيْتٍ وُضِعَ لِلنَّاسِ لَلَّذ۪ي بِبَكَّةَ مُبَارَكًا وَهُدًى لِلْعَالَم۪ينَۚ
Bêguman mala (mabeda) pêşîn a ku (ji bo îbadetê) ji însanan re hatîye avakirin, ew a li Mekkeyê (Kâ’be) ye. Ew ji aleman re hîdayet e.
ف۪يهِ اٰيَاتٌ بَيِّنَاتٌ مَقَامُ اِبْرٰه۪يمَۚ وَمَنْ دَخَلَهُ كَانَ اٰمِنًاۜ وَلِلّٰهِ عَلَى النَّاسِ حِجُّ الْبَيْتِ مَنِ اسْتَطَاعَ اِلَيْهِ سَب۪يلًاۜ وَمَنْ كَفَرَ فَاِنَّ اللّٰهَ غَنِيٌّ عَنِ الْعَالَم۪ينَ
Di navê de nîşanên eşkere û meqamê Îbrahîm heye. Kî bikeve wê derê di ewlehîyê de ye. Eger rêya xwe lê bibînin (û bikaribin herin) çûna heccê (wek heqê Allah) li ser wan kesan ferz e. Kî vêya înkar bike, bila bizanibe ku bi rastî Allah ne muhtacê aleman e.
قُلْ يَٓا اَهْلَ الْكِتَابِ لِمَ تَكْفُرُونَ بِاٰيَاتِ اللّٰهِۗ وَاللّٰهُ شَه۪يدٌ عَلٰى مَا تَعْمَلُونَ
Bibêje: “Gelî Ehlê Kitêb! Digel Allah li ser tiştên ku hûn dikin şahid e, herwiha çima hûn ayetên Allah înkar dikin?”
قُلْ يَٓا اَهْلَ الْكِتَابِ لِمَ تَصُدُّونَ عَنْ سَب۪يلِ اللّٰهِ مَنْ اٰمَنَ تَبْغُونَهَا عِوَجًا وَاَنْتُمْ شُهَدَٓاءُۜ وَمَا اللّٰهُ بِغَافِلٍ عَمَّا تَعْمَلُونَ
Bibêje: “Gelî Ehlê Kitêb! Digel hûn şahid in jî çima hûn dixwazin ku mumînan ji rêya Allah vegerînin û hûn dikin ku rêya wî (Allah) çewt/xelet nîşan bidin. Allah ji tiştên ku hûn dikin ne xafil e.”
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُٓوا اِنْ تُط۪يعُوا فَر۪يقًا مِنَ الَّذ۪ينَ اُو۫تُوا الْكِتَابَ يَرُدُّوكُمْ بَعْدَ ا۪يمَانِكُمْ كَافِر۪ينَ
Gelî ew ên îmân anîne! Eger hûn bidin pey komekî ji wan ên ku Kitêb ji wan re hatîye dayîn, piştî ku we îmân anîye dê we vegerînin ser kufrê.
وَكَيْفَ تَكْفُرُونَ وَاَنْتُمْ تُتْلٰى عَلَيْكُمْ اٰيَاتُ اللّٰهِ وَف۪يكُمْ رَسُولُهُۜ وَمَنْ يَعْتَصِمْ بِاللّٰهِ فَقَدْ هُدِيَ اِلٰى صِرَاطٍ مُسْتَق۪يمٍ۟
Digel ku ayetên Allah ji we re tên xwendin û pêxemberê wî jî di nav we de ye, çawa hûn ê bibin kafir? Kî xwe bi (rêya) Allah bigire, bêguman wê li ser rêya rast bê hîdayetkirin.
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا اتَّقُوا اللّٰهَ حَقَّ تُقَاتِه۪ وَلَا تَمُوتُنَّ اِلَّا وَاَنْتُمْ مُسْلِمُونَ
Gelî ew ên îmân anîne! Bi awayê layiqî wî ye ji Allah bitirsin û hûn bitenê wek muslîm/evdên şirkê terk dikin û berê xwe bi tewhîdê didin Allah bimirin.
وَاعْتَصِمُوا بِحَبْلِ اللّٰهِ جَم۪يعًا وَلَا تَفَرَّقُواۖ وَاذْكُرُوا نِعْمَتَ اللّٰهِ عَلَيْكُمْ اِذْ كُنْتُمْ اَعْدَٓاءً فَاَلَّفَ بَيْنَ قُلُوبِكُمْ فَاَصْبَحْتُمْ بِنِعْمَتِه۪ٓ اِخْوَانًاۚ وَكُنْتُمْ عَلٰى شَفَا حُفْرَةٍ مِنَ النَّارِ فَاَنْقَذَكُمْ مِنْهَاۜ كَذٰلِكَ يُبَيِّنُ اللّٰهُ لَكُمْ اٰيَاتِه۪ لَعَلَّكُمْ تَهْتَدُونَ
Hûn tev bi hev re/bi tevahî, bi werîsê Allah (bi hablillah) bigirin û nekevin tefrîqayê. Nîmetên Allah bînin bîra xwe. Dema ku hûn dijminê hev bûn, (Allah) qelbê we li hev anî. Êdî hûn bi nîmetê wî bibûn birayên hev û hûn li kevîya/li qiraxa çala agir bûn wî hûn ji wê derê xelas kir. Allah ayetên xwe bi vê awayî beyan dike. Hêvî dibe ku hûn bigihîjin hîdayetê.
وَلْتَكُنْ مِنْكُمْ اُمَّةٌ يَدْعُونَ اِلَى الْخَيْرِ وَيَأْمُرُونَ بِالْمَعْرُوفِ وَيَنْهَوْنَ عَنِ الْمُنْكَرِۜ وَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْمُفْلِحُونَ
Bila ji nava we ummetek (civatek) ku (însanan) gazî xêrê dikin û emrê marûfê û nehîya ji xerabîyê dikin hebe. Ew ên ku xelas bûne ew bixwe ne.
وَلَا تَكُونُوا كَالَّذ۪ينَ تَفَرَّقُوا وَاخْتَلَفُوا مِنْ بَعْدِ مَا جَٓاءَهُمُ الْبَيِّنَاتُۜ وَاُو۬لٰٓئِكَ لَهُمْ عَذَابٌ عَظ۪يمٌۙ
Hûn nebin wekî yên ku piştî delîlên eşkere ji wan re hatin, parçe bûn û bi hev ketin. Ji bo kesên wiha ezabekî mezin heye.
يَوْمَ تَبْيَضُّ وُجُوهٌ وَتَسْوَدُّ وُجُوهٌۚ فَاَمَّا الَّذ۪ينَ اسْوَدَّتْ وُجُوهُهُمْ۠ اَكَفَرْتُمْ بَعْدَ ا۪يمَانِكُمْ فَذُوقُوا الْعَذَابَ بِمَا كُنْتُمْ تَكْفُرُونَ
Ew roj (a qiyametê) hinek rû spî/ronahî dibin û hinek rû jî reş/tarî dibin. Heçî ew ên rûreş jî (ji wan re wiha tê gotin:) “Qey hûn piştî îmanê vegerîyan bi ser kufrê ve? De ji ber kufra xwe ezab tam bikin/biçêjin (em bibînin)!”
وَاَمَّا الَّذ۪ينَ ابْيَضَّتْ وُجُوهُهُمْ فَف۪ي رَحْمَةِ اللّٰهِۜ هُمْ ف۪يهَا خَالِدُونَ
Heçî ew ên rûyên wan spî/ronahî ne jî di nava rahmeta Allah de ne. Û wê di wir de ebedî bimînin.
تِلْكَ اٰيَاتُ اللّٰهِ نَتْلُوهَا عَلَيْكَ بِالْحَقِّۜ وَمَا اللّٰهُ يُر۪يدُ ظُلْمًا لِلْعَالَم۪ينَ
Ev (ayetên hanê) ayetên heq yên Allah in ku em ji te re dixwînin. Allah, ji bo aleman zilim/neheqî daxwaz nake.
وَلِلّٰهِ مَا فِي السَّمٰوَاتِ وَمَا فِي الْاَرْضِۜ وَاِلَى اللّٰهِ تُرْجَعُ الْاُمُورُ۟
Çi tiştên li erd û esmanan hene aîdê Allah in û hemû îş/kar bi bal Allah ve tên vegerandin.
كُنْتُمْ خَيْرَ اُمَّةٍ اُخْرِجَتْ لِلنَّاسِ تَأْمُرُونَ بِالْمَعْرُوفِ وَتَنْهَوْنَ عَنِ الْمُنْكَرِ وَتُؤْمِنُونَ بِاللّٰهِۜ وَلَوْ اٰمَنَ اَهْلُ الْكِتَابِ لَكَانَ خَيْرًا لَهُمْۜ مِنْهُمُ الْمُؤْمِنُونَ وَاَكْثَرُهُمُ الْفَاسِقُونَ
Hûn ûmmeta herî bixêrtir in ku ji bo însanan hatine derxistin. (Lewre) hûn marûfê/qencîyê emir dikin û ji xerabîyê nehiy dikin û îmân bi Allah tînin. Eger Ehlê Kitêb jî îmân bianîna helbet ev ê ji bo wan bixêrtir bibûna. Ligel ku di nav wan de mumîn hene jî pirên wan fasiq in.
لَنْ يَضُرُّوكُمْ اِلَّٓا اَذًىۜ وَاِنْ يُقَاتِلُوكُمْ يُوَلُّوكُمُ الْاَدْبَارَ۠ ثُمَّ لَا يُنْصَرُونَ
Ew ji ezîyetekî (bihûrbar) pê ve nikarin tu zerarê bidin we. Eger bi we re şer bikin jî pişta xwe didin we û paş ve direvin. Piştre wê (alîyê Allah ve) alîkarî jî li wan neyê kirin.
ضُرِبَتْ عَلَيْهِمُ الذِّلَّةُ اَيْنَ مَا ثُقِفُٓوا اِلَّا بِحَبْلٍ مِنَ اللّٰهِ وَحَبْلٍ مِنَ النَّاسِ وَبَٓاؤُ۫ بِغَضَبٍ مِنَ اللّٰهِ وَضُرِبَتْ عَلَيْهِمُ الْمَسْكَنَةُۜ ذٰلِكَ بِاَنَّهُمْ كَانُوا يَكْفُرُونَ بِاٰيَاتِ اللّٰهِ وَيَقْتُلُونَ الْاَنْبِيَٓاءَ بِغَيْرِ حَقٍّۜ ذٰلِكَ بِمَا عَصَوْا وَكَانُوا يَعْتَدُونَ۠
Ew ên xwe sipartine ehda Allah û ji însanan eman sitendine ne tê de, ew li ku derê dibin (bila bibin, mohra) kindê/zîletê li wan ketîye. Ew li ber xezeba Allah ketin û mohra xîzantîyê li wan ketîye. Ev (ceza), ji ber vê ye ku ew li dij ayetên Allah bibûn kafir û bi neheqî pêxemberên xwe kuştibûn. Ev (ceza), ji ber vê ye ku wan îsyan kiribûn û ji heddê xwe borîbûn.
لَيْسُوا سَوَٓاءًۜ مِنْ اَهْلِ الْكِتَابِ اُمَّةٌ قَٓائِمَةٌ يَتْلُونَ اٰيَاتِ اللّٰهِ اٰنَٓاءَ الَّيْلِ وَهُمْ يَسْجُدُونَ۠
(Hemû Ehlê Kitêb) ne wekhev in. Ji Ehlê Kitêb komek heye ku; di şevan de di qiyamê de ayetên Allah dixwînin û di secdê de ne.
يُؤْمِنُونَ بِاللّٰهِ وَالْيَوْمِ الْاٰخِرِ وَيَأْمُرُونَ بِالْمَعْرُوفِ وَيَنْهَوْنَ عَنِ الْمُنْكَرِ وَيُسَارِعُونَ فِي الْخَيْرَاتِۜ وَاُو۬لٰٓئِكَ مِنَ الصَّالِح۪ينَ
Ewana îmân bi Allah û bi roja axîretê tînin û emrê marûfê dikin û ji xerabîyê nehiy dikin û di xêran de pêşbazîyê dikin. Ha ew in yên ji salihan.
وَمَا يَفْعَلُوا مِنْ خَيْرٍ فَلَنْ يُكْفَرُوهُۜ وَاللّٰهُ عَل۪يمٌ بِالْمُتَّق۪ينَ
Ji xêran her çi bikin wê neyê înkar kirin (berdêla wan wê bêkêmasî bê dayîn). Allah bi Mutteqîyan dizane.
اِنَّ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا لَنْ تُغْنِيَ عَنْهُمْ اَمْوَالُهُمْ وَلَٓا اَوْلَادُهُمْ مِنَ اللّٰهِ شَيْـًٔاۜ وَاُو۬لٰٓئِكَ اَصْحَابُ النَّارِۚ هُمْ ف۪يهَا خَالِدُونَ
Qet tu guman tune ku ne malên kafiran û ne jî zarokên wan, li pêşberî Allah qet tu feydeyek nade wan. Ew, ehlê agir in û wê di wir de ebedî bimînin.
مَثَلُ مَا يُنْفِقُونَ ف۪ي هٰذِهِ الْحَيٰوةِ الدُّنْيَا كَمَثَلِ ر۪يحٍ ف۪يهَا صِرٌّ اَصَابَتْ حَرْثَ قَوْمٍ ظَلَمُٓوا اَنْفُسَهُمْ فَاَهْلَكَتْهُۜ وَمَا ظَلَمَهُمُ اللّٰهُ وَلٰكِنْ اَنْفُسَهُمْ يَظْلِمُونَ
Rewşa înfaqên ku li vê dinyayê kirine, weke mesela bayekî biseqem û kur e. Li çandinîya qewmekî ku (bi masîyetan) li xwe zilim kirine dikeve û wê (çandinîyê) diqerimîne/kambax dike. Allah (bi cezadayîna wan) zilim li wan nekir. Lê (bi noqîbûna masîyetan heq kirina helakê) wan bixwe zilim li xwe dikirin.
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا تَتَّخِذُوا بِطَانَةً مِنْ دُونِكُمْ لَا يَأْلُونَكُمْ خَبَالًاۜ وَدُّوا مَا عَنِتُّمْۚ قَدْ بَدَتِ الْبَغْضَٓاءُ مِنْ اَفْوَاهِهِمْۚ وَمَا تُخْف۪ي صُدُورُهُمْ اَكْبَرُۜ قَدْ بَيَّنَّا لَكُمُ الْاٰيَاتِ اِنْ كُنْتُمْ تَعْقِلُونَ
Gelî ew ên îmân anîne! Ji xwe pê ve tu kesî (ku hûn sirrên xwe parve bikin û karên xwe yê di nav xwe de agahdar bikin) ji xwe re nekin hemsir/hemraz. (Lewre ew kafir) ji bo êşandina we tu carî xwe nadin paş. Kîna/Buxza wan di devê wan de eşkere ye. Lê tişt (kîn) a ku di singên wan de veşartî ye hê jî mezintir e. Eger hûn aqilmend in, birastî me ayetên xwe ji we re beyan kirine.
هَٓا اَنْتُمْ اُو۬لَٓاءِ تُحِبُّونَهُمْ وَلَا يُحِبُّونَكُمْ وَتُؤْمِنُونَ بِالْكِتَابِ كُلِّه۪ۚ وَاِذَا لَقُوكُمْ قَالُٓوا اٰمَنَّاۗ وَاِذَا خَلَوْا عَضُّوا عَلَيْكُمُ الْاَنَامِلَ مِنَ الْغَيْظِۜ قُلْ مُوتُوا بِغَيْظِكُمْۜ اِنَّ اللّٰهَ عَل۪يمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ
Va hûn wisan in! Hûn ji wan hez dikin lê ew ji we hez nakin. Hûn bi temamê Kitêbê îman tînin. Lê ew dema leqayî we tên dibêjin: “Me îmân anî.” Lê çi dema bi serê xwe tenê dimînin, ji kîna xwe ya li hemberî we serê tilîyên xwe gez dikin. Bibêje: “Bi kîna xwe bicehimin/bibelqitin!” Bêguman Allah zanayê bi tiştên di singan de ye.
اِنْ تَمْسَسْكُمْ حَسَنَةٌ تَسُؤْهُمْۘ وَاِنْ تُصِبْكُمْ سَيِّئَةٌ يَفْرَحُوا بِهَاۜ وَاِنْ تَصْبِرُوا وَتَتَّقُوا لَا يَضُرُّكُمْ كَيْدُهُمْ شَيْـًٔاۜ اِنَّ اللّٰهَ بِمَا يَعْمَلُونَ مُح۪يطٌ۟
Eger qencîyek bigihîje we, ew wan xemgîn dike, lê musîbetek bi serê we de bê, ew bi vê kêfxweş dibin. Eger hûn sebir bikin û bitirsin û xwe biparêzin, kemînên wan tu zerarê nade we. Bêguman Allah, li ser amelên wan (yê ku her tiştî hawîrdor zeft kiriye) Muhît e.
وَاِذْ غَدَوْتَ مِنْ اَهْلِكَ تُبَوِّئُ الْمُؤْمِن۪ينَ مَقَاعِدَ لِلْقِتَالِۜ وَاللّٰهُ سَم۪يعٌ عَل۪يمٌۙ
(Bi bîr bîne!) Dema sibehê zû, tu ji cem malbata xwe derketî da ku mumînan di çeperên herbê de bi cih bikî û wan ji bo şer amade bikî. Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
اِذْ هَمَّتْ طَٓائِفَتَانِ مِنْكُمْ اَنْ تَفْشَلَاۙ وَاللّٰهُ وَلِيُّهُمَاۜ وَعَلَى اللّٰهِ فَلْيَتَوَكَّلِ الْمُؤْمِنُونَ
(Bi bîr bînin!) Wê dema ku ji we du taife hindik mabû ji hev belav bibûna. (Lê) Allah, dostê wan herduyan bû. Bila mumîn bitenê tewekkûlê Allah bikin.
وَلَقَدْ نَصَرَكُمُ اللّٰهُ بِبَدْرٍ وَاَنْتُمْ اَذِلَّةٌۚ فَاتَّقُوا اللّٰهَ لَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ
Sond be, digel hûn li Bedrê bêquwet/bêhêz bûn jî Allah alîkarîya we kiribû. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin da ku hûn bibin ji şikurdaran.
اِذْ تَقُولُ لِلْمُؤْمِن۪ينَ اَلَنْ يَكْفِيَكُمْ اَنْ يُمِدَّكُمْ رَبُّكُمْ بِثَلٰثَةِ اٰلَافٍ مِنَ الْمَلٰٓئِكَةِ مُنْزَل۪ينَۜ
(Bi bîr bîne!) Wê demê te ji mumînan re digot: “Ma Rabbê we (ji esman) sê hezar melâiketên ji bo piştgirîya we daxistîye ne besî we ye?
بَلٰٓىۙ اِنْ تَصْبِرُوا وَتَتَّقُوا وَيَأْتُوكُمْ مِنْ فَوْرِهِمْ هٰذَا يُمْدِدْكُمْ رَبُّكُمْ بِخَمْسَةِ اٰلَافٍ مِنَ الْمَلٰٓئِكَةِ مُسَوِّم۪ينَ
Belê, eger hûn sebir bikin û xwe biparêzin –ew ji nîşka ve êrîşî we bikin jî- wê Rabbê we bi pênc hezar melâiketên binîşan alîkarîya we bike.
وَمَا جَعَلَهُ اللّٰهُ اِلَّا بُشْرٰى لَكُمْ وَلِتَطْمَئِنَّ قُلُوبُكُمْ بِه۪ۜ وَمَا النَّصْرُ اِلَّا مِنْ عِنْدِ اللّٰهِ الْعَز۪يزِ الْحَك۪يمِۙ
Allah, vê (alîkarîyê ne ji bo tiştekî din) ji bo ku ji we re bibe mizgîn û dilê we têkeve cih kir. Alîkarî/serkeftin enceq ji cem wî Allahê (xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
لِيَقْطَعَ طَرَفًا مِنَ الَّذ۪ينَ كَفَرُٓوا اَوْ يَكْبِتَهُمْ فَيَنْقَلِبُوا خَٓائِب۪ينَ
Allah (vê alîkarîyê) ji bo ku kok û reha qismekî kafiran bibire û wan şerpeze bike paşê bêhêvî paş de vegerin (îhsanî we kir).
لَيْسَ لَكَ مِنَ الْاَمْرِ شَيْءٌ اَوْ يَتُوبَ عَلَيْهِمْ اَوْ يُعَذِّبَهُمْ فَاِنَّهُمْ ظَالِمُونَ
(Der heqê toba wan kafiran de) tiştekî ku tu bikî tune. (Allah) toba wan an qebûl dike û wan efû dike an jî wan dide ezabê. Bêguman ew, zilimkar in.
وَلِلّٰهِ مَا فِي السَّمٰوَاتِ وَمَا فِي الْاَرْضِۜ يَغْفِرُ لِمَنْ يَشَٓاءُ وَيُعَذِّبُ مَنْ يَشَٓاءُۜ وَاللّٰهُ غَفُورٌ رَح۪يمٌ۟
Çi tiştên li erd û esmanan hene hemû aîdê Allah in. (Allah) kî bixwaze wî efû dike û kî jî bixwaze ew dide ezabê. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا تَأْكُلُوا الرِّبٰٓوا اَضْعَافًا مُضَاعَفَةًۖ وَاتَّقُوا اللّٰهَ لَعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَۚ
Gelî ew ên îmân anîne! Faîz/Riba ya ku (nisbetên wê) qat bi qat zêdekirî nexwin. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin da ku hûn bigihîjin xelasîyê.
وَاتَّقُوا النَّارَ الَّت۪ٓي اُعِدَّتْ لِلْكَافِر۪ينَۚ
Ji wê agirê ku ji bo kafiran hatîye amadekirin bitirsin û xwe jê biparêzin.
وَاَط۪يعُوا اللّٰهَ وَالرَّسُولَ لَعَلَّكُمْ تُرْحَمُونَۚ
Îtaetî Allah û Rasûl (ê wî) bikin da ku rehm li we bê kirin.
وَسَارِعُٓوا اِلٰى مَغْفِرَةٍ مِنْ رَبِّكُمْ وَجَنَّةٍ عَرْضُهَا السَّمٰوَاتُ وَالْاَرْضُۙ اُعِدَّتْ لِلْمُتَّق۪ينَۙ
Bi bal mexfîreta Rabbê xwe ve û bi bal wê cenneta ku firehîya wê bi qasî erd û esmanan e ve bilezînin/bibezin. (Ew,) ji bo Mutteqîyan hatîye amadekirin.
اَلَّذ۪ينَ يُنْفِقُونَ فِي السَّرَّٓاءِ وَالضَّرَّٓاءِ وَالْكَاظِم۪ينَ الْغَيْظَ وَالْعَاف۪ينَ عَنِ النَّاسِۜ وَاللّٰهُ يُحِبُّ الْمُحْسِن۪ينَۚ
Ew (mutteqî ne) ku; di tengezarîyê û di firehîyê de fîsebîlîllah înfaq dikin. Hêrsa xwe diqurtînin û qusûrê însanan efû dikin. Allah ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
وَالَّذ۪ينَ اِذَا فَعَلُوا فَاحِشَةً اَوْ ظَلَمُٓوا اَنْفُسَهُمْ ذَكَرُوا اللّٰهَ فَاسْتَغْفَرُوا لِذُنُوبِهِمْۖ وَمَنْ يَغْفِرُ الذُّنُوبَ اِلَّا اللّٰهُۖ وَلَمْ يُصِرُّوا عَلٰى مَا فَعَلُوا وَهُمْ يَعْلَمُونَ
Û ew (mutteqî ne) ku; dema xerabîyekî dikin an jî (bi gunehkarîyê) li nefsa xwe zilmê bikin, hema Allah tînin bîra xwe û daxwaza efûkirina gunehên xwe dikin. Ma ji Allah pê ve kî dikare gunehan efû bike? Û ew li ser amelên xwe (yên xerab) de bi zanebûn israr nakin.
اُو۬لٰٓئِكَ جَزَٓاؤُ۬هُمْ مَغْفِرَةٌ مِنْ رَبِّهِمْ وَجَنَّاتٌ تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهَا الْاَنْهَارُ خَالِد۪ينَ ف۪يهَاۜ وَنِعْمَ اَجْرُ الْعَامِل۪ينَۜ
Xelata wan li cem Rabbê wan mexfîret û cennetên ku di binî de çem diherikin û di wir de ebedî ne. Mikafata (yên ji bo rizaya Allah bi dest bixin dixebitin) xebatkaran çi qas xweş e.
قَدْ خَلَتْ مِنْ قَبْلِكُمْ سُنَنٌۙ فَس۪يرُوا فِي الْاَرْضِ فَانْظُرُوا كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الْمُكَذِّب۪ينَ
Berî we jî gelek sunnet (şerîet û qanûnên neguherbar ku Allah der heqê qewmên qenc û xerab de tetbîq kiriye) bihûrîne. Li ser erdê bigerin û binêrin ka aqubeta mukezziban (ew ên derewandine) çawa bûye (bibînin).
هٰذَا بَيَانٌ لِلنَّاسِ وَهُدًى وَمَوْعِظَةٌ لِلْمُتَّق۪ينَ
Ev ji hemû însanan re beyan e (daxuyanî ye) û ji bo Mutteqîyan jî hîdayet û şîret e.
وَلَا تَهِنُوا وَلَا تَحْزَنُوا وَاَنْتُمُ الْاَعْلَوْنَ اِنْ كُنْتُمْ مُؤْمِن۪ينَ
Xwe sist nekin û xemgîn jî nebin! Heke we îman anîbe ew ên serkeftî hûn in.
اِنْ يَمْسَسْكُمْ قَرْحٌ فَقَدْ مَسَّ الْقَوْمَ قَرْحٌ مِثْلُهُۜ وَتِلْكَ الْاَيَّامُ نُدَاوِلُهَا بَيْنَ النَّاسِۚ وَلِيَعْلَمَ اللّٰهُ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَيَتَّخِذَ مِنْكُمْ شُهَدَٓاءَۜ وَاللّٰهُ لَا يُحِبُّ الظَّالِم۪ينَۙ
Eger birînek bi we ketibe, bêguman birîndarî bi koma (dijmin ve) jî girtîye. (Xalibê mutleq û daîmî Allah e. Heçî însan jî) em van rojan di navbera însanan de digerînin. Ji bo ku Allah wan ên îmân anîne derxîne rastê û ji we şahidan/şehîdan çêbike (wiha dike). Allah ji zaliman hez nake.
وَلِيُمَحِّصَ اللّٰهُ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَيَمْحَقَ الْكَافِر۪ينَ
(Ev, ji bo ku Allah), mumînan ji gunehên wan paqij bike û kafiran jî helak bike ye.
اَمْ حَسِبْتُمْ اَنْ تَدْخُلُوا الْجَنَّةَ وَلَمَّا يَعْلَمِ اللّٰهُ الَّذ۪ينَ جَاهَدُوا مِنْكُمْ وَيَعْلَمَ الصَّابِر۪ينَ
Heta Allah ji we yên ku cîhad kirine eşkere neke û yên sebir kirine dernexîne meydanê, ma hûn zen dikin ku hûn ê bikevin cennetê?
وَلَقَدْ كُنْتُمْ تَمَنَّوْنَ الْمَوْتَ مِنْ قَبْلِ اَنْ تَلْقَوْهُۖ فَقَدْ رَاَيْتُمُوهُ وَاَنْتُمْ تَنْظُرُونَ۟
Bi sond berî ku hûn (di qada şer de) rastî mirinê bên, we mirin (şehadet) temennî dikir. Bêguman va we mirin li ber çavan dît. (Her wiha hûn çima xwe navêjin qada cîhadê û hûn xwe li paş dihêlin?)
وَمَا مُحَمَّدٌ اِلَّا رَسُولٌۚ قَدْ خَلَتْ مِنْ قَبْلِهِ الرُّسُلُۜ اَفَا۬ئِنْ مَاتَ اَوْ قُتِلَ انْقَلَبْتُمْ عَلٰٓى اَعْقَابِكُمْۜ وَمَنْ يَنْقَلِبْ عَلٰى عَقِبَيْهِ فَلَنْ يَضُرَّ اللّٰهَ شَيْـًٔاۜ وَسَيَجْزِي اللّٰهُ الشَّاكِر۪ينَ
Muhammed, bitenê Rasûlek e. Berî wî jî gelek pêxember hatine û çûne. Ma qey dema ew bimire an jî bê kuştin, hûn ê li ser panîyên xwe paş de vegerin? Kî li ser panîyên xwe (ji dînê xwe an ji amelên xwe yên salih) paş de vegere, êdî ew qet nikare zerarekî bide Allah. Allah wê şikurdaran xelat bike.
وَمَا كَانَ لِنَفْسٍ اَنْ تَمُوتَ اِلَّا بِاِذْنِ اللّٰهِ كِتَابًا مُؤَجَّلًاۜ وَمَنْ يُرِدْ ثَوَابَ الدُّنْيَا نُؤْتِه۪ مِنْهَاۚ وَمَنْ يُرِدْ ثَوَابَ الْاٰخِرَةِ نُؤْتِه۪ مِنْهَاۜ وَسَنَجْزِي الشَّاكِر۪ينَ
Heta Allah destûr nede ne mimkûn e ku kes bimire. Mirin li gorî ecelekî hatîye nivîsandin. Kî xêra dinyayê bixwaze em ê bidinê. Kî jî xêra axîretê bixwaze em ê (ji tiştên dixwaze) bidinê. Em ê şikurdaran xelat bikin.
وَكَاَيِّنْ مِنْ نَبِيٍّ قَاتَلَۙ مَعَهُ رِبِّيُّونَ كَث۪يرٌۚ فَمَا وَهَنُوا لِمَٓا اَصَابَهُمْ ف۪ي سَب۪يلِ اللّٰهِ وَمَا ضَعُفُوا وَمَا اسْتَكَانُواۜ وَاللّٰهُ يُحِبُّ الصَّابِر۪ينَ
Gelek ji pêxemberan hebûn ku pir (alim û mucahîd) ên Rabbanî ligel wan cîhad kirine. Bi tengezarîyên ku di rêya Allah de hatine serê wan ew sist û sitûxwar nebûn û (li dij neyar) xwe nexistin/xwe kêm nekirin. Allah, hez sebirvanan dike.
وَمَا كَانَ قَوْلَهُمْ اِلَّٓا اَنْ قَالُوا رَبَّنَا اغْفِرْ لَنَا ذُنُوبَنَا وَاِسْرَافَنَا ف۪ٓي اَمْرِنَا وَثَبِّتْ اَقْدَامَنَا وَانْصُرْنَا عَلَى الْقَوْمِ الْكَافِر۪ينَ
(Ji ber tengezarîyên ku dihatin serê wan) bitenê wiha gotin: “Rabbê me! Tu gunehê me û zêdegavîyên di karên me de efû bike û lingên me sabît bigire û li hemberî vê qewmê kafir alîkarîya me bike.”
فَاٰتٰيهُمُ اللّٰهُ ثَوَابَ الدُّنْيَا وَحُسْنَ ثَوَابِ الْاٰخِرَةِۜ وَاللّٰهُ يُحِبُّ الْمُحْسِن۪ينَ۟
(Di muqabilê dûayên wan de) Allah, xêra dinyayê û xêra axîretê bi xweşî da wan. Allah ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُٓوا اِنْ تُط۪يعُوا الَّذ۪ينَ كَفَرُوا يَرُدُّوكُمْ عَلٰٓى اَعْقَابِكُمْ فَتَنْقَلِبُوا خَاسِر۪ينَ
Gelî ew ên îmân anîne! Eger hûn îtaeta kafiran bikin dê we li ser panîyên we pêlepaş vegerînin û hûn ê xesirandî bizivirin.
بَلِ اللّٰهُ مَوْلٰيكُمْۚ وَهُوَ خَيْرُ النَّاصِر۪ينَ
(Nexêr, ne wisan e!) Dostê we Allah e. Ew, bixêrtirê alîkaran e.
سَنُلْق۪ي ف۪ي قُلُوبِ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا الرُّعْبَ بِمَٓا اَشْرَكُوا بِاللّٰهِ مَا لَمْ يُنَزِّلْ بِه۪ سُلْطَانًاۚ وَمَأْوٰيهُمُ النَّارُۜ وَبِئْسَ مَثْوَى الظَّالِم۪ينَ
Ji ber tiştên ku Allah der heqê wan de tu delîl nazil nekiriye ji Allah re kirine şirîk, em ê tirsekî dijwar biavêjin qelbê kafiran. Sitargeha wan cehennem e. Sitargeha zilimkaran çi qas xerab e!
وَلَقَدْ صَدَقَكُمُ اللّٰهُ وَعْدَهُٓ اِذْ تَحُسُّونَهُمْ بِاِذْنِه۪ۚ حَتّٰٓى اِذَا فَشِلْتُمْ وَتَنَازَعْتُمْ فِي الْاَمْرِ وَعَصَيْتُمْ مِنْ بَعْدِ مَٓا اَرٰيكُمْ مَا تُحِبُّونَۜ مِنْكُمْ مَنْ يُر۪يدُ الدُّنْيَا وَمِنْكُمْ مَنْ يُر۪يدُ الْاٰخِرَةَۚ ثُمَّ صَرَفَكُمْ عَنْهُمْ لِيَبْتَلِيَكُمْۚ وَلَقَدْ عَفَا عَنْكُمْۜ وَاللّٰهُ ذُو فَضْلٍ عَلَى الْمُؤْمِن۪ينَ
Sond be Allah, di ehda ku dabû we de rast got. Dema bi destûra (Allah) we koka wan diqelandin. Piştî ku Allah ew (serkeftin) a ku we pir dixwest nîşanî we da, hûn şikestin. Ji nava we hinekan dinyayê û hinekan jî axîretê dixwestin. Paşê (Allah) ji bo ku we biceribîne hûn ji wan dan zivirandin (we bi dest têkçûnê kir. Digel vê) hûn efû kirin. Allah li ser mumînan xwedî lutf û îhsan e.
اِذْ تُصْعِدُونَ وَلَا تَلْوُ۫نَ عَلٰٓى اَحَدٍ وَالرَّسُولُ يَدْعُوكُمْ ف۪ٓي اُخْرٰيكُمْ فَاَثَابَكُمْ غَمًّا بِغَمٍّ لِكَيْلَا تَحْزَنُوا عَلٰى مَا فَاتَكُمْ وَلَا مَٓا اَصَابَكُمْۜ وَاللّٰهُ خَب۪يرٌ بِمَا تَعْمَلُونَ
(Bi bîr bînin!) Dema ku we li pey xwe nedimêzand û hûn direvîyan. Pêxember, (ji bo hûn vegerin cîhadê) li pey we de gazî dikir. (Allah) xem li ser xemê da we ku hûn ji ber (xêr) ên ji destê we derketin û bi mûsîbetên hatîye serê we xemgîn nebin hûn ceribandin. Allah ji ya ku hûn dikin agahdar e.
ثُمَّ اَنْزَلَ عَلَيْكُمْ مِنْ بَعْدِ الْغَمِّ اَمَنَةً نُعَاسًا يَغْشٰى طَٓائِفَةً مِنْكُمْۙ وَطَٓائِفَةٌ قَدْ اَهَمَّتْهُمْ اَنْفُسُهُمْ يَظُنُّونَ بِاللّٰهِ غَيْرَ الْحَقِّ ظَنَّ الْجَاهِلِيَّةِۜ يَقُولُونَ هَلْ لَنَا مِنَ الْاَمْرِ مِنْ شَيْءٍۜ قُلْ اِنَّ الْاَمْرَ كُلَّهُ لِلّٰهِۜ يُخْفُونَ ف۪ٓي اَنْفُسِهِمْ مَا لَا يُبْدُونَ لَكَۜ يَقُولُونَ لَوْ كَانَ لَنَا مِنَ الْاَمْرِ شَيْءٌ مَا قُتِلْنَا هٰهُنَاۜ قُلْ لَوْ كُنْتُمْ ف۪ي بُيُوتِكُمْ لَبَرَزَ الَّذ۪ينَ كُتِبَ عَلَيْهِمُ الْقَتْلُ اِلٰى مَضَاجِعِهِمْۚ وَلِيَبْتَلِيَ اللّٰهُ مَا ف۪ي صُدُورِكُمْ وَلِيُمَحِّصَ مَا ف۪ي قُلُوبِكُمْۜ وَاللّٰهُ عَل۪يمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ
Paşê di pey vê rewşa tengezar de, ewlehîyê bi ser (komek ji nav) we de daxist û (ji ber vê ewlehîyê) hinek ji we hênijîn ew girtin. Komek jî ketibûn derdê canê xwe û der heqê Allah de weke gumanên xelkê cahilîyê fikarên ne di rê de dikirin. Digotin: “Ka di vî karî de (der heqê şer de) rayeyekî me yê qerardayînê heye?” Bibêje: “(Di mijara şer de) raye bi tevahî aîdê Allah e.” (Wiha dibêjin lê) ew tiştên ku nikarin ji te re bibêjin di dilê xwe de vedişêrin. Dibêjin: “Eger (dema qerar tên sitendin) rayeyekî me jî hebûya (ji bo şer em ji Medîneyê dernediketin û) em li vir nedihatin kuştin.” Bibêje: “Eger hûn di mala xwe de bimana jî yê ku kuştin jê re hatibûn nivîsîn wê ji mala xwe derketibana û biçûna cihê ku wê bimirin.” (Ev hemû) ji bo ku Allah ya di dilê we de biceribîne û ya di qelbên we de paqij bike ye. Allah, tiştên ku di singan de veşartî ne bi wan dizane.
اِنَّ الَّذ۪ينَ تَوَلَّوْا مِنْكُمْ يَوْمَ الْتَقَى الْجَمْعَانِۙ اِنَّمَا اسْتَزَلَّهُمُ الشَّيْطَانُ بِبَعْضِ مَا كَسَبُواۚ وَلَقَدْ عَفَا اللّٰهُ عَنْهُمْۜ اِنَّ اللّٰهَ غَفُورٌ حَل۪يمٌ۟
Roja ku her du artêş rastî hev hatin, ji we ên (pişta xwe dane şer û) revîyan; şeytan ji ber hinek (guneh) ên wan, xwest ku ewana ji rêya rast bişemitîne. Sond be Allah, ew efû kirin. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (ew cezayên ku heq dikin jî ji ser evdên xwe bi paş ve davêje/texîr dike) Halîm e.
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا تَكُونُوا كَالَّذ۪ينَ كَفَرُوا وَقَالُوا لِاِخْوَانِهِمْ اِذَا ضَرَبُوا فِي الْاَرْضِ اَوْ كَانُوا غُزًّى لَوْ كَانُوا عِنْدَنَا مَا مَاتُوا وَمَا قُتِلُواۚ لِيَجْعَلَ اللّٰهُ ذٰلِكَ حَسْرَةً ف۪ي قُلُوبِهِمْۜ وَاللّٰهُ يُحْي۪ وَيُم۪يتُۜ وَاللّٰهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَص۪يرٌ
Gelî ew ên îmân anîne! Hûn nebin wekî wan kafiran û wekî wan kesên ku der heqê birayên xwe yên ku diçûn şer an jî derketibûn rêwîtîyê, gotibûn: “Eger ew li cem me bûna ne dimirin an jî ne dihatin kuştin.” Allah ev (zenê wan a wekî “Eger li cem bûna ne dihatin kuştin”) di dilê wan de bike xem û poşmanî. Allah, divejîne û dimirîne. Allah tiştên ku hûn dikin dibîne.
وَلَئِنْ قُتِلْتُمْ ف۪ي سَب۪يلِ اللّٰهِ اَوْ مُتُّمْ لَمَغْفِرَةٌ مِنَ اللّٰهِ وَرَحْمَةٌ خَيْرٌ مِمَّا يَجْمَعُونَ
Sond be, eger hûn bimirin an jî bên kuştin, mexfîretek û rahmetek ji Allah, helbet ji ya ku dicivînin bi xêrtir e.
وَلَئِنْ مُتُّمْ اَوْ قُتِلْتُمْ لَاِلَى اللّٰهِ تُحْشَرُونَ
Sond be; eger hûn bimirin an jî bêne kuştin, hûn ê (bên vejandin û) di hizûra Allah de bên civandin.
فَبِمَا رَحْمَةٍ مِنَ اللّٰهِ لِنْتَ لَهُمْۚ وَلَوْ كُنْتَ فَظًّا غَل۪يظَ الْقَلْبِ لَانْفَضُّوا مِنْ حَوْلِكَۖ فَاعْفُ عَنْهُمْ وَاسْتَغْفِرْ لَهُمْ وَشَاوِرْهُمْ فِي الْاَمْرِۚ فَاِذَا عَزَمْتَ فَتَوَكَّلْ عَلَى اللّٰهِۜ اِنَّ اللّٰهَ يُحِبُّ الْمُتَوَكِّل۪ينَ
Bi saya rehma Allah tu ji wan re rûnerm bûyî. Eger tu mirovekî xebertehl û dilhişk bûyayî, wê ew ji derdora te belav bibûna û biçûna. Wan efû bike û ji bo wan mexfîretê bixwaze û di îş û karên xwe de bi wan re bişêwire. Dema ku te (di mijarekî de) qerar da êdî xwe bispêre Allah. (Û pêk bîne, lewre) Allah, ji ew ên mutewekkîl hez dike.
اِنْ يَنْصُرْكُمُ اللّٰهُ فَلَا غَالِبَ لَكُمْۚ وَاِنْ يَخْذُلْكُمْ فَمَنْ ذَا الَّذ۪ي يَنْصُرُكُمْ مِنْ بَعْدِه۪ۜ وَعَلَى اللّٰهِ فَلْيَتَوَكَّلِ الْمُؤْمِنُونَ
Eger Allah alîkarîya we bike, êdî tu kes nikare we têk bibe. Eger we bêalîkarî bihêle ma kî dikare (digel Allah) alîkarîya we bike. Bila mumîn bitenê tewekkulê Allah bikin.
وَمَا كَانَ لِنَبِيٍّ اَنْ يَغُلَّۜ وَمَنْ يَغْلُلْ يَأْتِ بِمَا غَلَّ يَوْمَ الْقِيٰمَةِۚ ثُمَّ تُوَفّٰى كُلُّ نَفْسٍ مَا كَسَبَتْ وَهُمْ لَا يُظْلَمُونَ
Ji tu pêxemberî re nabe ku (bi veşartina wehîyê an jî bi neheqî xwarina ji malên xenîmetê) li emanetan îxanet bike. Kî jî di îxanetê de be roja qiyametê bi tiştê ku îxanet kiriye re tê (hizûra Allah). Piştre her nefis çî qezenc kiribe, bêkêmasî wê jê re bê dayîn û qet neheqî jî li wan nayê kirin.
اَفَمَنِ اتَّبَعَ رِضْوَانَ اللّٰهِ كَمَنْ بَٓاءَ بِسَخَطٍ مِنَ اللّٰهِ وَمَأْوٰيهُ جَهَنَّمُۜ وَبِئْسَ الْمَص۪يرُ
Ma ew ê ku li razîbûna Allah digere, qet dibe weke wî kesî sitargeha wî cehennem e? Ew der, çiqas cihlêvegerekî xerab e.
هُمْ دَرَجَاتٌ عِنْدَ اللّٰهِۜ وَاللّٰهُ بَص۪يرٌ بِمَا يَعْمَلُونَ۟
Ew hemû li îndallah/li cem Allah derece bi derece ne. Allah tiştê ku hûn dikin baş dizane.
لَقَدْ مَنَّ اللّٰهُ عَلَى الْمُؤْمِن۪ينَ اِذْ بَعَثَ ف۪يهِمْ رَسُولًا مِنْ اَنْفُسِهِمْ يَتْلُوا عَلَيْهِمْ اٰيَاتِه۪ وَيُزَكّ۪يهِمْ وَيُعَلِّمُهُمُ الْكِتَابَ وَالْحِكْمَةَۚ وَاِنْ كَانُوا مِنْ قَبْلُ لَف۪ي ضَلَالٍ مُب۪ينٍ
Sond be Allah lutfeke mezin li mumînan kiriye ku ji wan re ji nav wan pêxemberek şandîye û ew ji wan re ayetên Allah dixwîne û wan (ji şirk û neqencîyê) paqij dike û wan hînî Kitêb û hikmetê dike. Bêguman dema berê de (berî ku pêxember hatibû) di nava rêşaşîyeke eşkere de bûn.
اَوَلَمَّٓا اَصَابَتْكُمْ مُص۪يبَةٌ قَدْ اَصَبْتُمْ مِثْلَيْهَاۙ قُلْتُمْ اَنّٰى هٰذَاۜ قُلْ هُوَ مِنْ عِنْدِ اَنْفُسِكُمْۜ اِنَّ اللّٰهَ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌ
(Gelî ew ên îmân anîne!) We du qatî vê mûsîbetê (di Bedrê de) anîbû serê wan (muşrîkan), ligel vê yekê dema ku (li Uhudê) musîbetek hate serê we, we digot: “Ma ev, çawa çêbû?” Bibêje: “Ev (mûsîbet) ji destê we bixwe bû.” Bêguman Allah qadirê her tiştî ye.
وَمَٓا اَصَابَكُمْ يَوْمَ الْتَقَى الْجَمْعَانِ فَبِاِذْنِ اللّٰهِ وَلِيَعْلَمَ الْمُؤْمِن۪ينَۙ
Roja ku her du artêş/ordî rastî hev hatin, tiştê hatibû serê we jî enceq bi destûra Allah bû. (Meqseda vê yekê jî) ji bo ku mumînên (li dij musîbetan de sebirvan in û der heqê Allah de xwedî hisnuzen in) eşkere bibin.
وَلِيَعْلَمَ الَّذ۪ينَ نَافَقُواۚ وَق۪يلَ لَهُمْ تَعَالَوْا قَاتِلُوا ف۪ي سَب۪يلِ اللّٰهِ اَوِ ادْفَعُواۜ قَالُوا لَوْ نَعْلَمُ قِتَالًا لَاتَّبَعْنَاكُمْۜ هُمْ لِلْكُفْرِ يَوْمَئِذٍ اَقْرَبُ مِنْهُمْ لِلْا۪يمَانِۚ يَقُولُونَ بِاَفْوَاهِهِمْ مَا لَيْسَ ف۪ي قُلُوبِهِمْۜ وَاللّٰهُ اَعْلَمُ بِمَا يَكْتُمُونَۚ
(Meqsedeke wî yên din jî) ji bo ku kesên munafiq jî bi eşkerehî diyar bibin. Dema ji wan re hate gotin: “Werin di rêya Allah de şer bikin an jî mudafea (ya muslîman) bikin” wiha gotin: “Eger me bi şer bizanibana em ê bi we re bihatana.” Ew roj (a ku vê peyvê gotin) ew ji îmanê zêdetir nêzîkî kufrê bûn. Tiştên ku di dilê wan de tunebû (tiştê pê nebawer bûn) bi devê xwe digotin. Allah bi tiştên ku veşartine çêtir dizane.
اَلَّذ۪ينَ قَالُوا لِاِخْوَانِهِمْ وَقَعَدُوا لَوْ اَطَاعُونَا مَا قُتِلُواۜ قُلْ فَادْرَؤُ۫ا عَنْ اَنْفُسِكُمُ الْمَوْتَ اِنْ كُنْتُمْ صَادِق۪ينَ
Ew ên (munafiq) ku; di malên xwe de runiştî ne û ji birayên xwe re wiha gotin: “Eger îtaeta me bikirana (ji Medîneyê dernekatana û neçûna Uhudê) ne dihatin kuştin” Bibêje: “Eger hûn di gotina xwe de rast in, de ka mirinê ji xwe dûr bixin (em bibînin).”
وَلَا تَحْسَبَنَّ الَّذ۪ينَ قُتِلُوا ف۪ي سَب۪يلِ اللّٰهِ اَمْوَاتًاۜ بَلْ اَحْيَٓاءٌ عِنْدَ رَبِّهِمْ يُرْزَقُونَۙ
Ew ên fîsebîlillah hatine kuştin (ên şehîd) mirî nehesibîne. (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, ew zindî ne û li cem Rabbê xwe têne riziqandin.
فَرِح۪ينَ بِمَٓا اٰتٰيهُمُ اللّٰهُ مِنْ فَضْلِه۪ۙ وَيَسْتَبْشِرُونَ بِالَّذ۪ينَ لَمْ يَلْحَقُوا بِهِمْ مِنْ خَلْفِهِمْۙ اَلَّا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَۢ
Ew, bi (nîmetên ku) Allah ji lutf û îhsana xwe daye wan kêfxweş in. Û ew dixwazin mizgînê bidin wan (birayên xwe) yên paş, ew ên hêj negihîştine wan ku; ji wan re ne tirs heye û ne jî xemgîn dibin.
يَسْتَبْشِرُونَ بِنِعْمَةٍ مِنَ اللّٰهِ وَفَضْلٍۙ وَاَنَّ اللّٰهَ لَا يُض۪يعُ اَجْرَ الْمُؤْمِن۪ينَۚۛ۟
(Weki din) ew, bi nîmeta ku ji Allah û bi fedla wî dilşad dibin û mizgînê didin ku Allah mukâfatên mumînan winda nake.
اَلَّذ۪ينَ اسْتَجَابُوا لِلّٰهِ وَالرَّسُولِ مِنْ بَعْدِ مَٓا اَصَابَهُمُ الْقَرْحُۜۛ لِلَّذ۪ينَ اَحْسَنُوا مِنْهُمْ وَاتَّقَوْا اَجْرٌ عَظ۪يمٌۚ
(Ew in ku; li Uhudê) piştî ku birîndar bibûn jî îcabetî banga Allah û Rasûlê wî kirin. Ew ên (ji wan in û) evdîtîya xwe herî xweşik dikin û ditirsin û xwe diparêzin re ecirekî mezin heye.
اَلَّذ۪ينَ قَالَ لَهُمُ النَّاسُ اِنَّ النَّاسَ قَدْ جَمَعُوا لَكُمْ فَاخْشَوْهُمْ فَزَادَهُمْ ا۪يمَانًاۗ وَقَالُوا حَسْبُنَا اللّٰهُ وَنِعْمَ الْوَك۪يلُ
Ew in ku; dema ji wan re gotibûn: “Însanan (ji bo şer) li hemberî we civîyane” ji wan bitirsin.” îmâna wan zêde bû û gotin: “Allah besî me ye, ew çi xweş wekîl e.”
فَانْقَلَبُوا بِنِعْمَةٍ مِنَ اللّٰهِ وَفَضْلٍ لَمْ يَمْسَسْهُمْ سُٓوءٌۙ وَاتَّبَعُوا رِضْوَانَ اللّٰهِۜ وَاللّٰهُ ذُو فَضْلٍ عَظ۪يمٍ
Ew bi nîmetek ji Allah û bi fezla (Allah, sax û bi silametî) vegerîyan (warên xwe) û tu xerabîyek negihîşte wan. (Bi îttîba û xwe sipartina wî) wan da pey razîbûna Allah. Allah, xwedî lutf û îhsaneke mezin e.
اِنَّمَا ذٰلِكُمُ الشَّيْطَانُ يُخَوِّفُ اَوْلِيَٓاءَهُۖ فَلَا تَخَافُوهُمْ وَخَافُونِ اِنْ كُنْتُمْ مُؤْمِن۪ينَ
Ha ev şeytan, enceq bikaribe dostên xwe bitirsîne. Jê netirsin! Eger hûn mûmîn in bitenê ji min bitirsin.
وَلَا يَحْزُنْكَ الَّذ۪ينَ يُسَارِعُونَ فِي الْكُفْرِۚ اِنَّهُمْ لَنْ يَضُرُّوا اللّٰهَ شَيْـًٔاۜ يُر۪يدُ اللّٰهُ اَلَّا يَجْعَلَ لَهُمْ حَظًّا فِي الْاٰخِرَةِۚ وَلَهُمْ عَذَابٌ عَظ۪يمٌ
Ew ên di kufrê de pêşbazîyê dikin bila te xemgîn nekin. Ew ê qet nikaribin zerarekî bidin Allah. Allah, naxwaze ku li axîretê nesîbekî wan (a xweşik) hebe. Ji wan re ezabekî mezin heye.
اِنَّ الَّذ۪ينَ اشْتَرَوُا الْكُفْرَ بِالْا۪يمَانِ لَنْ يَضُرُّوا اللّٰهَ شَيْـًٔاۚ وَلَهُمْ عَذَابٌ اَل۪يمٌ
Bêguman ew ên ku îmanê bi kufrê guherandine bi tu awayî nikarin zerarekî bidin Allah û ji bo wan her ezabekî biêş û jan heye.
وَلَا يَحْسَبَنَّ الَّذ۪ينَ كَفَرُٓوا اَنَّمَا نُمْل۪ي لَهُمْ خَيْرٌ لِاَنْفُسِهِمْۜ اِنَّمَا نُمْل۪ي لَهُمْ لِيَزْدَادُٓوا اِثْمًاۚ وَلَهُمْ عَذَابٌ مُه۪ينٌ
Ew ên kafir bila zen nekin ew muhleta ku me daye wan ji bo wan xêr e. Em muhletê didin wan da ku gunehên wan zêde bibe. Ji wan re ezabekî riswaker heye.
مَا كَانَ اللّٰهُ لِيَذَرَ الْمُؤْمِن۪ينَ عَلٰى مَٓا اَنْتُمْ عَلَيْهِ حَتّٰى يَم۪يزَ الْخَب۪يثَ مِنَ الطَّيِّبِۜ وَمَا كَانَ اللّٰهُ لِيُطْلِعَكُمْ عَلَى الْغَيْبِ وَلٰكِنَّ اللّٰهَ يَجْتَب۪ي مِنْ رُسُلِه۪ مَنْ يَشَٓاءُ فَاٰمِنُوا بِاللّٰهِ وَرُسُلِه۪ۚ وَاِنْ تُؤْمِنُوا وَتَتَّقُوا فَلَكُمْ اَجْرٌ عَظ۪يمٌ
Allah, hetanî xebîsîyê û paqijîyê ji hevdu neveqetîne, mumînan di wê rewşa ku hûn li ser in de nahêle. Allah we ji xeybê agahdar nake. Lê Allah (ji bo agahdarîya xeybê) ji pêxemberên xwe kîjanî bixwaze, wî hildibijêre. Bi Allah û bi pexemberên wî îman bînin. Eger hûn îmân bînin û bitirsin û xwe biparêzin ji we re ecirekî mezin heye.
وَلَا يَحْسَبَنَّ الَّذ۪ينَ يَبْخَلُونَ بِمَٓا اٰتٰيهُمُ اللّٰهُ مِنْ فَضْلِه۪ هُوَ خَيْرًا لَهُمْۜ بَلْ هُوَ شَرٌّ لَهُمْۜ سَيُطَوَّقُونَ مَا بَخِلُوا بِه۪ يَوْمَ الْقِيٰمَةِۜ وَلِلّٰهِ م۪يرَاثُ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۜ وَاللّٰهُ بِمَا تَعْمَلُونَ خَب۪يرٌ۟
Ew ên ku Allah ji lutf û îhsana xwe (nîmetan) daye wan û qesîsîyê dikin hene, bila zen nekin ku (ev qesîsî) ji bo wan xêr e. (Nexêr, ne wisan e.) Berevajî ev ji wan re şer e. Wê roja qiyametê, tiştê ku pê temahî dikirin wê di sitûyê wan de bê pêçandin. Mîrasa/Pêmayîya erd û esmanan aîdê Allah e. Allah, ji tiştên ku hûn dikin agahdar e.
لَقَدْ سَمِعَ اللّٰهُ قَوْلَ الَّذ۪ينَ قَالُٓوا اِنَّ اللّٰهَ فَق۪يرٌ وَنَحْنُ اَغْنِيَٓاءُۢ سَنَكْتُبُ مَا قَالُوا وَقَتْلَهُمُ الْاَنْبِيَٓاءَ بِغَيْرِ حَقٍّۙ وَنَقُولُ ذُوقُوا عَذَابَ الْحَر۪يقِ
Sond be, Allah peyva wan kesên ku gotin: “Allah feqîr e, em dewlemend in” bihîst. Em ê van gotinên wan û bi neheqî çawa pêxemberên xwe kuştine binivîsin û em ê bibêjin: “De ezabê agirê sotîner tehm bikin/biçêjin.”
ذٰلِكَ بِمَا قَدَّمَتْ اَيْد۪يكُمْ وَاَنَّ اللّٰهَ لَيْسَ بِظَلَّامٍ لِلْعَب۪يدِۚ
Ev (ceza), berdêla/gerewa (kirinên) ku we teqdîm kiriye ye. Bêguman Allah, li dij evdên xwe ne zilimkar e.
اَلَّذ۪ينَ قَالُٓوا اِنَّ اللّٰهَ عَهِدَ اِلَيْنَٓا اَلَّا نُؤْمِنَ لِرَسُولٍ حَتّٰى يَأْتِيَنَا بِقُرْبَانٍ تَأْكُلُهُ النَّارُۜ قُلْ قَدْ جَٓاءَكُمْ رُسُلٌ مِنْ قَبْل۪ي بِالْبَيِّنَاتِ وَبِالَّذ۪ي قُلْتُمْ فَلِمَ قَتَلْتُمُوهُمْ اِنْ كُنْتُمْ صَادِق۪ينَ
Ew in ku; dibêjin: “Allah, li me emir kiriye; hetanî ew (pêxember) qurbaneke ku agir wê dixwe ji me re bîne em ê bi tu pêxemberî îmân neynin.” (Ji wan re) bibêje: “Bêguman berîya min jî gelek pêxember, bi delîlên eşkere û bi ya ku we digot ji we re hatin. Eger hûn rastbêj in/rastgo ne, we çima ew kuştin?”
فَاِنْ كَذَّبُوكَ فَقَدْ كُذِّبَ رُسُلٌ مِنْ قَبْلِكَ جَٓاؤُ۫ بِالْبَيِّنَاتِ وَالزُّبُرِ وَالْكِتَابِ الْمُن۪يرِ
Eger te biderewînin/tekzîb bikin, bêşik berî te jî gelek pêxemberên ku delîlên eşkere û suhûf (ên şîretên bi hikmet dagirtî) û Kitêbên ronîker anîbûn jî hatibûn derewandin.
كُلُّ نَفْسٍ ذَٓائِقَةُ الْمَوْتِۜ وَاِنَّمَا تُوَفَّوْنَ اُجُورَكُمْ يَوْمَ الْقِيٰمَةِۜ فَمَنْ زُحْزِحَ عَنِ النَّارِ وَاُدْخِلَ الْجَنَّةَ فَقَدْ فَازَۜ وَمَا الْحَيٰوةُ الدُّنْيَٓا اِلَّا مَتَاعُ الْغُرُورِ
Her nefis wê mirinê tehm bike/biçêje. Û roja qiyametê tiştên ku we kirine wê bê kêmasî ji we re bên dayîn. Kî jî ji agir bête dûrxistin û têkeve cennetê, qet tu guman tune ku wî qezenc kiriye. Jixwe heyata dinyayê ji metayek xapandinê pê ve ne tiştek e.
لَتُبْلَوُنَّ ف۪ٓي اَمْوَالِكُمْ وَاَنْفُسِكُمْ وَلَتَسْمَعُنَّ مِنَ الَّذ۪ينَ اُو۫تُوا الْكِتَابَ مِنْ قَبْلِكُمْ وَمِنَ الَّذ۪ينَ اَشْرَكُٓوا اَذًى كَث۪يرًاۜ وَاِنْ تَصْبِرُوا وَتَتَّقُوا فَاِنَّ ذٰلِكَ مِنْ عَزْمِ الْاُمُورِ
Sond be, hûn ê der heqê malên xwe û canên xwe de bêne ceribandin û hûn ê ji Ehlê Kitêb û ji muşrîkan pir gotinên xemdar/peyvên kesernak bibihîzin. Eger hûn sebir bikin û bitirsin û xwe biparêzin bêguman ev, ji karên hêjayê melavîyê/biryardarîyê ye.
وَاِذْ اَخَذَ اللّٰهُ م۪يثَاقَ الَّذ۪ينَ اُو۫تُوا الْكِتَابَ لَتُبَيِّنُنَّهُ لِلنَّاسِ وَلَا تَكْتُمُونَهُۘ فَنَبَذُوهُ وَرَٓاءَ ظُهُورِهِمْ وَاشْتَرَوْا بِه۪ ثَمَنًا قَل۪يلًاۜ فَبِئْسَ مَا يَشْتَرُونَ
(Bi bîr bînin!) Wê dema Allah ji ew ên Kitêb ji wan re hatîye dayîn soz girtibû (û gotibû): “Hûn ê ji însanan re vê (wehîyê) beyan bikin û qethîyen neveşêrin.” Lê wan (ev soz) avêtin pişt guhê xwe û ew bi bihayekî kêm firotin. (Di muqabilê xera kirina soza xwe de, dinyayî) ya ku bi dest xistine çiqas xerab e.
لَا تَحْسَبَنَّ الَّذ۪ينَ يَفْرَحُونَ بِمَٓا اَتَوْا وَيُحِبُّونَ اَنْ يُحْمَدُوا بِمَا لَمْ يَفْعَلُوا فَلَا تَحْسَبَنَّهُمْ بِمَفَازَةٍ مِنَ الْعَذَابِۚ وَلَهُمْ عَذَابٌ اَل۪يمٌ
Ew ên bi tiştên kirine kêfxweş dibin û dixwazin bi tiştên ku nekirine jî bên pesinandin hene; tu guman neke ku ew ê ji ezab xelas bûne! (Nebe ku tu wiha bifikirî!) Ji bo wan ezabekî biêş û jan heye.
وَلِلّٰهِ مُلْكُ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۜ وَاللّٰهُ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌ۟
Hakimîyeta/serwerîya erd û esmanan aîdê Allah e. Allah qadirê her tiştî ye.
اِنَّ ف۪ي خَلْقِ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ وَاخْتِلَافِ الَّيْلِ وَالنَّهَارِ لَاٰيَاتٍ لِاُو۬لِي الْاَلْبَابِۚ
Bêguman di xuliqandina erd û esmanan de û di guherandina şev û rojê de, ji kesên aqilmend re ayet hene (ku ji xwe re encaman derxin; li ser bifikirin, yê ku van çêkiriye yek îlâhek bitenê ye û evdîtî jî enceq jê re bê kirin).
اَلَّذ۪ينَ يَذْكُرُونَ اللّٰهَ قِيَامًا وَقُعُودًا وَعَلٰى جُنُوبِهِمْ وَيَتَفَكَّرُونَ ف۪ي خَلْقِ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۚ رَبَّنَا مَا خَلَقْتَ هٰذَا بَاطِلًاۚ سُبْحَانَكَ فَقِنَا عَذَابَ النَّارِ
Ew in ku; li pîyan û runiştî û li ser kêlekên xwe dirêjkirî Allah zikir dikin. Der heqê xuliqandina erd û esmanan difikirin (û dibêjin): “Rabbê me! Te ev bê sebep/beyhude ne xuliqandîye. Em te ji hemû kêmasîyan tenzîh dikin, tu me ji ezabê agir bisitirîne.”
رَبَّنَٓا اِنَّكَ مَنْ تُدْخِلِ النَّارَ فَقَدْ اَخْزَيْتَهُۜ وَمَا لِلظَّالِم۪ينَ مِنْ اَنْصَارٍ
“Rabbê me! Tu kî têxî agir bêşik te ew şerpeze/riswa kiriye. Qet alîkarê zaliman tune.”
رَبَّنَٓا اِنَّنَا سَمِعْنَا مُنَادِيًا يُنَاد۪ي لِلْا۪يمَانِ اَنْ اٰمِنُوا بِرَبِّكُمْ فَاٰمَنَّاۗ رَبَّنَا فَاغْفِرْ لَنَا ذُنُوبَنَا وَكَفِّرْ عَنَّا سَيِّـَٔاتِنَا وَتَوَفَّنَا مَعَ الْاَبْرَارِۚ
“Rabbê me! Me, gazîkerê/bangvanê îmanê ku digot: “Îman bi Allah bînin!” seh kir û me hema pê îmân anî. Rabbê me! Tu gunehê me efû bike, neqencîyên me binixumîne û me digel Ebraran (ew ên ku pir qencîyê dikin) re bimirîne.”
رَبَّنَا وَاٰتِنَا مَا وَعَدْتَنَا عَلٰى رُسُلِكَ وَلَا تُخْزِنَا يَوْمَ الْقِيٰمَةِۜ اِنَّكَ لَا تُخْلِفُ الْم۪يعَادَ
“Rabbê me! Tiştên ku te ji pêxemberên xwe re wead kiribû bide me û me roja qiyametê riswa neke. Bêguman tu ji soza xwe navegerî.”
فَاسْتَجَابَ لَهُمْ رَبُّهُمْ اَنّ۪ي لَٓا اُض۪يعُ عَمَلَ عَامِلٍ مِنْكُمْ مِنْ ذَكَرٍ اَوْ اُنْثٰىۚ بَعْضُكُمْ مِنْ بَعْضٍۚ فَالَّذ۪ينَ هَاجَرُوا وَاُخْرِجُوا مِنْ دِيَارِهِمْ وَاُو۫ذُوا ف۪ي سَب۪يل۪ي وَقَاتَلُوا وَقُتِلُوا لَاُكَفِّرَنَّ عَنْهُمْ سَيِّـَٔاتِهِمْ وَلَاُدْخِلَنَّهُمْ جَنَّاتٍ تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهَا الْاَنْهَارُۚ ثَوَابًا مِنْ عِنْدِ اللّٰهِۜ وَاللّٰهُ عِنْدَهُ حُسْنُ الثَّوَابِ
Rabbê wan jî îcabetî (dûayên) wan kir (û got): “Mêr dibe jin dibe ji we yên ku amel kiribin, amelên wan zayî/winda nakim. Hûn ji hevdu ne. Ew ên hicret kirine û yên ji war û welatên xwe hatine derxistin û ên di rêya min de tehdeyî (îşkence) dîtine û yên şer kirine û hatine kuştin, ez ê gunehên wan binixumînim û ez ê wan têxim cennetên ku di binê wan de çem diherikin.” (Ev xelat di muqabilê amelên wan de) berdêlekî ji îndallah e. Ew ê ku xelatên herî xweşik li cem wî ye Allah e.”
لَا يَغُرَّنَّكَ تَقَلُّبُ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا فِي الْبِلَادِۜ
Bila çûn û hatina kafiran (bi awayê quretî) li war û welatan te nexapîne.
مَتَاعٌ قَل۪يلٌ ثُمَّ مَأْوٰيهُمْ جَهَنَّمُۜ وَبِئْسَ الْمِهَادُ
(Ev halê wan) sûdwergirtineke hindik e. Paşê sitargeha/hêwirgeha wan cehennem e. Ew der çi wargeheke xerab e!
لٰكِنِ الَّذ۪ينَ اتَّقَوْا رَبَّهُمْ لَهُمْ جَنَّاتٌ تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهَا الْاَنْهَارُ خَالِد۪ينَ ف۪يهَا نُزُلًا مِنْ عِنْدِ اللّٰهِۜ وَمَا عِنْدَ اللّٰهِ خَيْرٌ لِلْاَبْرَارِ
(Heçî) ew ên xwe ji Rabbê xwe parastine jî ji wan re cennetên di binî de çem diherikin hene û wê di wir de ebedî bimînin. (Ev ji wan re) wek îkrameke ji Allah e (hatîye dayîn). Ji bo Ebraran (ew ên ku pir qencîyê dikin) jî nîmetên li îndallah/li cem Allah bi xêrtir e.
وَاِنَّ مِنْ اَهْلِ الْكِتَابِ لَمَنْ يُؤْمِنُ بِاللّٰهِ وَمَٓا اُنْزِلَ اِلَيْكُمْ وَمَٓا اُنْزِلَ اِلَيْهِمْ خَاشِع۪ينَ لِلّٰهِۙ لَا يَشْتَرُونَ بِاٰيَاتِ اللّٰهِ ثَمَنًا قَل۪يلًاۜ اُو۬لٰٓئِكَ لَهُمْ اَجْرُهُمْ عِنْدَ رَبِّهِمْۜ اِنَّ اللّٰهَ سَر۪يعُ الْحِسَابِ
Ji Ehlê Kitêb hin kes hene ku; bi Allah û bi tiştên ji we re nazil bûye îmân tînin. Ji Allah ditirsin. Ayetên Allah bi bihayeke kêm nafiroşin. Mikafata wan li cem Rabbê wan e. Bêguman Allah hisaban pir zû dibîne.
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا اصْبِرُوا وَصَابِرُوا وَرَابِطُوا وَاتَّقُوا اللّٰهَ لَعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَ
Gelî ew ên îmân anîne! Sebir bikin û di sebrê de pêşbazîyê bikin/ji hevdu re şîreta sebrê bikin û di ribatê de bin/nobet bigirin. Ji Allah bitirsin da ku hûn bigihîjin xelasîyê/rizgarîyê.