31Sûreya Âl-î Îmrân
قُلْ اِنْ كُنْتُمْ تُحِبُّونَ اللّٰهَ فَاتَّبِعُون۪ي يُحْبِبْكُمُ اللّٰهُ وَيَغْفِرْ لَكُمْ ذُنُوبَكُمْۜ وَاللّٰهُ غَفُورٌ رَح۪يمٌ
Bibêje: “Eger hûn ji Allah hez dikin, bidin pey min da ku Allah jî ji we hez bike û bila gunehên we efû bike.” Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Jêrenot
(Ji ruknê îmâna bi Allah yek jî hezkirina Allah e. Hezkirin jî amelê qelbê ye. Her kes dikare îdîaya hezkirinê bide pêş. Allah di vê ayetê de “qaîdeya hezkirinê” diyar kiriye. Hezkirina Allah girêdayîya îttîbaya Rasûlullah e. Mirov, dema îttîbaya Rasûlullah bike û wî wek mînak bigire û sûnneta wî di heyata xwe de bijî fêm dibe ku bi qasî vê hez Allah dike. (Bnr.24/Nûr, 63))