Vegere Sûreya Âl-î Îmrân

Âl-î Îmrânآل عمران

64. Ayet

64Sûreya Âl-î Îmrân
Di Mushefê de Veke

قُلْ يَٓا اَهْلَ الْكِتَابِ تَعَالَوْا اِلٰى كَلِمَةٍ سَوَٓاءٍ بَيْنَنَا وَبَيْنَكُمْ اَلَّا نَعْبُدَ اِلَّا اللّٰهَ وَلَا نُشْرِكَ بِه۪ شَيْـًٔا وَلَا يَتَّخِذَ بَعْضُنَا بَعْضًا اَرْبَابًا مِنْ دُونِ اللّٰهِۜ فَاِنْ تَوَلَّوْا فَقُولُوا اشْهَدُوا بِاَنَّا مُسْلِمُونَ

Bibêje: “Gelî Ehlê Kitêb! Werin bal bi vê kelîmeya ku di navbera me û we de hevpar e/muşterek e: Em ê ji xeynî Allah ji tu kesî re îbadetê nekin û ji wî re qet tu tiştekî nekin şirîk û em ê (dev ji Allah bernedin û) hin kesên ji xwe ji hinekên din re nekin Rab. Eger rû vegerînin hûn jî (ji wan re) bibêjin: “Şahid bin ku em ji muslîman/ji evdên şirkê terk dikin û berê xwe bi tewhîdê didin Allah in.”

Jêrenot
(Ew kelîmeya ku Ehlê Kitêb hatine gazîkirin Kelîmeya Tewhîdê ye. Ji Âdem (as) hetanî Muhammed (ass) hemû Rasûlan, însanan gazî tewhîdê kirine. Bnr: 21/Enbîya, 25) Ev ayet, îslâm (a ku dînê hemû pêxemberan e) li ser kîjan esilan hatîye sazkirin, di çarçoveyeke herî fireh de ji me re îzah dike: Esila (1.) Yekemîn: Bi tenê îbadeta ji Allah re: Zahir an batin hemû îbadetên weke dûa û nezir û qurban û nimêj û tewekkul û xewf û hezkirin û reca/hêvî û her wekî din, divê enceq ji Allah re bên kirin. (Bnr: 6/En’am, 162-163) Esila (2.) Duyemîn: Qet tu tiştekî şirîk neçêkirina jê re: Ev vegotin (îfade) ji bo zexmkirina (xurtandina) esila yekemîn e û ji bo tu girtibûn tê de nehêle ye. Ew sifetên ku aîdê Allah in, ji wan yek jî nedayîna (mirî an zindî) tu heyînan. Ji îbadetên ku enceq ji bo Allah tên kirin, ji Allah pê ve nekirina ji tu kesî re. Cureyên şirkê ku di Qur’ana Kerîm de hatine zikir kirin çend ji wan ev in: Dûa kirina ji hin heyînên ji xeynî Allah (34:/Sebe, 13-14; 46/Ahqâf 5-6); ji bo qanûnçêkerîyê ji Allah pê ve rayê dayîna hin kesan an jî Bawerîya bi vê tiştê (12/Yûsuf, 40; 18/Kehf, 26; 42/ Şûra, 21; 9/Tewbe, 31); bi qasî hez kirina Allah, ji Allah pê ve hez jê kirina hin heyînên din. (2/Baqara, 165) Esila (3.) Sêyemîn: Terk kirina Allah û Rab girtina hin tiştên din. Ew ê terbîye dike û rêveberîya qaînatê pêk tîne/dihêne û rêkûpêk dike Rabb e. Yanê ew mercî ye ku nîzam û pergalê têxe jiyana însanan û bi qanûn û şerîeta xwe hemû gelan bi rêveberîya xwe îdare dike. Dema ku Cihûyan û Filleyan der heqê olnas û zanyarên xwe de zêde pêş de çûn û hetanî destûra rayeya diyar kirina helal û heramîyan dane wan Allah (ac) ayeta 31. a Sûreya Tewbe nazil kir. Di vê ayetê de eşkere dibe ku di diyarkirina helalî û heramîyan de rayê dayîna wan a zanyarên xwe weke Rab girtina wan e. (Tirmizî, 3095; Îbnî Ebi Hatim 10057-1058) Her kî vê rayeyê bide alimekî an parlamentoyekî an jî serokkomarekî, tê/dihê vê maneyê ku ew kes ji vana yek ji bo xwe wek Rab girtîye. Esila (4.) Çaremîn: Bilêvkirina hevoka “Şahid bin ku em ji muslîman in”. Li hemberî wan kesên esileke an jî temamê van esilan ku ji hêla/alîyê Allah hatine diyarkirin qebûl nakin û dijîtî/muxalefet li van (esilan) dikin hewceye ku kesîyatîya xwe ya îslâmî bi eşkerehî bixe holê û di heman demê de bi vê jî bawer be ku ew ên ha kafir in, ne muslîm in.)

Tefsîr

Tefsîr-i Sa'dî

64- De ki:“Ey Ehl-i kitap! Bizimle sizin aranızda ortak bir kelimeye gelin: Allah’tan başkasına ibadet etmeyelim ve O’na hiçbir şeyi ortak tutmayalım. Kimimiz de kimimizi Allah’ın yanı sıra rabler edinmesin.” Eğer yüz çevirirlerse: “Şahit olun ki biz müslümanlarız” deyin.

64. Bu âyet-i kerimeyi peygamber sallallahu aleyhi ve sellem Kitap ehlinin hükümdarlarına yazdığı mektuplarında kaydederdi. Bazen de sabah namazının sünnetinin birinci rekâtinde:“Deyin ki: Biz Allah’a... iman ettik”(el-Bakara, 2/136) âyetini, ikinci rekâtinde de bu ayeti okurdu. Çünkü bu âyet-i kerime, bütün peygamberlerin ve rasûllerin üzerinde ittifak ettiği tek dine daveti ihtiva etmektedir. Yine o, yalnızca Allah’a ibadet etmek ve O’na hiçbir şeyi ortak koşmamak esasına dayanan uluhiyet tevhidini de ihtiva etmektedir. Bütün insanların birer beşer olduklarına, hiçbir kimsenin rububiyet özelliğine hak kazanamayacağına ve ulûhiyetin hiçbir niteliğine sahip olamayacağına inanmaları gerektiğini de ihtiva etmektedir. İşte Kitab ehli ve başkaları bunu kabul edecek olurlarsa hidâyet bulmuş olurlar. “Eğer yüz çevirirlerse: “Şahit olun ki biz müslümanlarız, deyin” Bu da Yüce Allah’ın: “De ki! Ey kâfirler...”(el-Kâfirun, 109/1-6) suresinde dile getirilen buyrukların benzerini ifade etmektedir.