Vegere Sûreya Âl-î Îmrân

Âl-î Îmrânآل عمران

7. Ayet

7Sûreya Âl-î Îmrân
Di Mushefê de Veke

هُوَ الَّذ۪ٓي اَنْزَلَ عَلَيْكَ الْكِتَابَ مِنْهُ اٰيَاتٌ مُحْكَمَاتٌ هُنَّ اُمُّ الْكِتَابِ وَاُخَرُ مُتَشَابِهَاتٌۜ فَاَمَّا الَّذ۪ينَ ف۪ي قُلُوبِهِمْ زَيْغٌ فَيَتَّبِعُونَ مَا تَشَابَهَ مِنْهُ ابْتِغَٓاءَ الْفِتْنَةِ وَابْتِغَٓاءَ تَأْو۪يلِه۪ۚ وَمَا يَعْلَمُ تَأْو۪يلَهُٓ اِلَّا اللّٰهُۢ وَالرَّاسِخُونَ فِي الْعِلْمِ يَقُولُونَ اٰمَنَّا بِه۪ۙ كُلٌّ مِنْ عِنْدِ رَبِّنَاۚ وَمَا يَذَّكَّرُ اِلَّٓا اُو۬لُوا الْاَلْبَابِ

Ew e yê ku Kitêb ji te re nazil kiriye. Ji wê (Kitêbê) hinek ayet (bi awayê ku qet tu kes nikare texrîf bike zexm û eşkere û) muhkem in. Ev (ayet) ên hanê (piranîya Kitêb in û perasîya/marîpişta Kitêbê ji van ayetan) pêk tê ku ew ummu’l Kitêb/bingeha Kitêb in. Yên din jî (ji bo ku evdên xwe îmtîhan bike) ayetên (ne eşkere) muteşabih in. Ew ên di dilê wan de merez/nexweşî hene; ji bo ku fitne derxînin û (ayetan li gorî hewa û hewesên xwe) tewîl/şîrove bikin, didin pey ayetên muteşabih. Tewîla/maneya wê ya heqîqî (ya wan ayetan) ji Allah pê ve tu kes nizane. Ew ên di ilim de pêş de çûne dibêjin: “Me pê îman anîye. Hemû ji cem Rabbê me (hati) ne.” Enceq ew ên aqilmend difikirin û şîret digirin.

Jêrenot
(Di Kitêbê de meqseda kirina/pêk anîna hin ayetên wek muhkem û muteşabîh, ji bo îmtîhanê ye. Ew ên qelbê wan ji nexweşîyên şûbhe û şehwetê parastî ne, tabiê wan ayetên muhkem dibin ku zehfê Qur’anê ji wan pêk tê û hemû piştgir û ravekerê hevdu ne û lefzên wan bi eşkerehî fêmbar in. Ew li ber xwe didin ku; ayetên maneya wan ji bo wan zehmet e, di ronahîya wan ayetên muhkem de fêm bikin. Eger nikaribin maneya hin ayetên muteşabîh ji hev derxin heqîqeta maneya wan ayetan hewaleyê Allah (ac) dikin û wiha dibêjin: “Me îmân pê anîye. Em dizanin ku hemû ji cem Rabbê me ne”. Ew ên di qelbê wan de nexweşî heye qet naxwazin tabiê Kitêbê (ayetên muhkem) bibin. Daxwaza wan ew e ku Kitêbê li hewa û hewesên xwe li hev bînin. Li pey wan ayetên muteşabîh dikevin ku kêmjimar in û lefzê wan girtî ne. Ji bo ayetên muhkem ev ên hanê mîsal in; ayetên tewhîd û şirkê ku meqseda xuliqandinê û esasên dînê îslâmê dihewînin û ayetên nav û sifetan ku Allah dinasînin û ayetên ehkamê ku helal û heram bi wan tên naskirin û ayetên ku exlâqê îslâmê dinasînin. Ji bo ayetên muteşabîh jî em dikarin van mîsalan bidin; ew xurûfên muqattaa (Elîf. Lam. Mîm, Ya. Sîn.) ku destpêka hin sûreyan de ne û seat û roja qiyametê û hin ayetên der heqê qewmên borî. Bi rastî ev nexweşîyeke îtîqadî ye ku mirovek dev ji ayetên muhkem berde û li pey ayetên muteşabîh bikeve. Ji bo wan kesan nexweşîya herî mezin jî ev e ku; li dij Allah (ac) ji hedê xwe biborin û ew ayetên tewhîd û şirkê ku meqseda xuliqandinê û esasên dînê îslâmê dihewînin û ayetên nav û sifetan ku Allah (ac) dinasînin wek muteşabîh binav dikin.)

Tefsîr

Tefhîmü'l-Kur'ân

7- Sana Kitabı indiren O'dur. Ondan, kitabın anası (temeli) olan bir kısım ayetler muhkem'dir;(5) diğerleri de benzeşen (müteşabih) lerdir. Kalplerinde bir kayma olanlar, fitne (ve karışıklık) çıkarmak ve onun olmadık yorumlarını yapmak için ondan müteşabih olanına uyarlar.(6) Oysa onun yorumunu Allah'tan başkası bilmez. İlimde derinleşenler ise: "Biz ona inandık, onun tümü Rabbimizin katındandır." derler.(7) Temiz akıl sahiplerinden başkası öğüt alıp-düşünmez.