Vegere Sûreya Ankebût

Ankebûtالعنكبوت

25. Ayet

25Sûreya Ankebût
Di Mushefê de Veke

وَقَالَ اِنَّمَا اتَّخَذْتُمْ مِنْ دُونِ اللّٰهِ اَوْثَانًاۙ مَوَدَّةَ بَيْنِكُمْ فِي الْحَيٰوةِ الدُّنْيَاۚ ثُمَّ يَوْمَ الْقِيٰمَةِ يَكْفُرُ بَعْضُكُمْ بِبَعْضٍ وَيَلْعَنُ بَعْضُكُمْ بَعْضًاۘ وَمَأْوٰيكُمُ النَّارُ وَمَا لَكُمْ مِنْ نَاصِر۪ينَۗ

Got: “We dev ji Allah berda û ji bo ku dilê we ji hev re germ bike/di navbera we de hezkirinê pêk bîne, we di heyata dinyayê de pûtan ji xwe re (îlâh) girt. Paşê roja qiyametê (hezkirin li alîyekî) hin ji we dê hinên din înkar bikin û hin ji we jî wê qedal/lanet li hinên din bikin. Hêwîrgeha we agir e. Qet tu alîkarê we jî tune.”

Jêrenot
(Kesên muşrîk, bi meqsedên ji hev cuda ji bo xwe pûtan digirin. Hin caran peykera wan kesên ku bi salihbûna wan bawer in çêdikin û hêvî dikin ku ew dê wan nêzî Allah (ac) bike. Car caran jî hin rûmetên ku dibin wesîleya ligelhevbûna/bihevrebûna civakê, ji wan re dikin pût. Secde lênekirin an qurban serjênekirina ji wan re, nayê ser vê maneyê ku ew ne pût in. Ev (pûtê ha) dibe ku carinan ala/beyreq e û car caran abîde ye û hin caran bi navê cejn rojekî taybet e û carinan jî nîgar/bust e.)

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.