﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Mekke69 ayetPîrhevok
Sûreya Ankebût, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û şêst û neh (69) ayet e. Di Qur’anê de sûreya bîst û nehemîn e. Ankebût, tê ser maneya pîrepind/pindepîr. Peyva ankebût di ayeta 41. de derbas dibe û di vê ayetê de karên kafiran wek tevnepîr/konik hatîye teşbih kirin. Sûreya Ankebût, navê xwe ji vê ayetê sitendîye. Ev sûre bi gelemperî mijara wehdanîyeta Allah (ac) û pêxembertî û vejîna piştî mirinê vedibêje. Behsa qiseyên hin pêxemberan û qewmê Ad û Semûd û kesîyatîyên wekî Karûn û Hâmân jî dike.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
الٓمٓ۠
Elîf, Lam, Mîm.
اَحَسِبَ النَّاسُ اَنْ يُتْرَكُٓوا اَنْ يَقُولُٓوا اٰمَنَّا وَهُمْ لَا يُفْتَنُونَ
Nexwe ji însanan we ye ku ew bibêjin: “Me îman anî.” wê dev ji wan bê berdan û ew ê neyên îmtîhankirin?
وَلَقَدْ فَتَنَّا الَّذ۪ينَ مِنْ قَبْلِهِمْ فَلَيَعْلَمَنَّ اللّٰهُ الَّذ۪ينَ صَدَقُوا وَلَيَعْلَمَنَّ الْكَاذِب۪ينَ
Sond be, me ew ên berîya wan jî îmtîhan kiribûn. Helbet Allah, bi kesên rast jî dizane û bi derewkaran jî dizane. (Û bi îmtîhanan dike ku însan jî pê bizanibin.)
اَمْ حَسِبَ الَّذ۪ينَ يَعْمَلُونَ السَّيِّـَٔاتِ اَنْ يَسْبِقُونَاۜ سَٓاءَ مَا يَحْكُمُونَ
Qey ew ên xerabîyê dikin, zen dikin ku dê bikevin pêşîya me (û wê ji me xelas bibin)? Çiqas xerab hikum didin.
مَنْ كَانَ يَرْجُوا لِقَٓاءَ اللّٰهِ فَاِنَّ اَجَلَ اللّٰهِ لَاٰتٍۜ وَهُوَ السَّم۪يعُ الْعَل۪يمُ
Ew ê ku ji leqayîhatina Allah (û ji mikafata jê) hêvîdar e, bêguman ew dema ku Allah diyar kiriye wê were. Ew (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
وَمَنْ جَاهَدَ فَاِنَّمَا يُجَاهِدُ لِنَفْسِه۪ۜ اِنَّ اللّٰهَ لَغَنِيٌّ عَنِ الْعَالَم۪ينَ
Kî cîhadê bike ew bitenê ji bo xwe cîhadê dike. Bêguman Allah ji aleman mustexnî ye (ne hewcedarê wan û evdîtîya wan e).
وَالَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَنُكَفِّرَنَّ عَنْهُمْ سَيِّـَٔاتِهِمْ وَلَنَجْزِيَنَّهُمْ اَحْسَنَ الَّذ۪ي كَانُوا يَعْمَلُونَ
Ew ên îman anîne û amelên salih kirine jî em ê qisûrên wan binixumînin û em ê wan bi mikafatekî ji amelên wan herî xweşiktir xelat bikin.
وَوَصَّيْنَا الْاِنْسَانَ بِوَالِدَيْهِ حُسْنًاۜ وَاِنْ جَاهَدَاكَ لِتُشْرِكَ ب۪ي مَا لَيْسَ لَكَ بِه۪ عِلْمٌ فَلَا تُطِعْهُمَاۜ اِلَيَّ مَرْجِعُكُمْ فَاُنَبِّئُكُمْ بِمَا كُنْتُمْ تَعْمَلُونَ
Me şîret li însan kir da ku bi xweşikahî muamele bi dê û bavê xwe re bike. Eger ew herdu bixwazin tiştekî ku zanîna te pê tune ji min re bikî şirîk, êdî tu îtaeta wan neke. Vegera we her bi bal min ve ye û ez ê we ji kar û kirinên we agahdar bikim.
وَالَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَنُدْخِلَنَّهُمْ فِي الصَّالِح۪ينَ
Ew ên îman anîne û amelên salih kirine jî helbet em ê wan daxilê (nav evdên xwe) yên salih bikin.
وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَقُولُ اٰمَنَّا بِاللّٰهِ فَاِذَٓا اُو۫ذِيَ فِي اللّٰهِ جَعَلَ فِتْنَةَ النَّاسِ كَعَذَابِ اللّٰهِۜ وَلَئِنْ جَٓاءَ نَصْرٌ مِنْ رَبِّكَ لَيَقُولُنَّ اِنَّا كُنَّا مَعَكُمْۜ اَوَلَيْسَ اللّٰهُ بِاَعْلَمَ بِمَا ف۪ي صُدُورِ الْعَالَم۪ينَ
Ji însanan hin kes hene ku dibêjin: “Me îman bi Allah anîye.” Lê belê gava ku di oxira dînê Allah de bêne êşandin, ezîyeta însanan wekî ezabê Allah dihesibînin. Eger ji Rabbê te serkeftinek/alîkarîyek were, wiha dibêjin: “Bêşik em jî bi we re bûn.” (Erê ma) Allah, ne ew e ku (ji îman û nifaqê) di dilê aleman de her çi hebe herî çêtir dizane? (Qey bi vêya jî nizanin?)
وَلَيَعْلَمَنَّ اللّٰهُ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَلَيَعْلَمَنَّ الْمُنَافِق۪ينَ
Teqez Allah, bi yên îman anîne jî û bi munafiqan jî dizane (û bi îmtîhanan vê heqîqetê bi însanan jî dide zanîn).
وَقَالَ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا لِلَّذ۪ينَ اٰمَنُوا اتَّبِعُوا سَب۪يلَنَا وَلْنَحْمِلْ خَطَايَاكُمْۜ وَمَا هُمْ بِحَامِل۪ينَ مِنْ خَطَايَاهُمْ مِنْ شَيْءٍۜ اِنَّهُمْ لَكَاذِبُونَ
Kafiran ji mumînan re gotin: “Bidin pey rêya me/tabiê dînê me bibin, (wekî ku hûn îdîa dikin eger heyata axîretê hebe) em ê gunehên we li xwe bar bikin.” (Hal ev e ku) ji gunehên wan nikarin qet tu tiştekî jî hilgirin. Bêguman ew, derewkar in.
وَلَيَحْمِلُنَّ اَثْقَالَهُمْ وَاَثْقَالًا مَعَ اَثْقَالِهِمْۘ وَلَيُسْـَٔلُنَّ يَوْمَ الْقِيٰمَةِ عَمَّا كَانُوا يَفْتَرُونَ۟
Bêguman wê ew, ligel barên xwe barên wan (kesên ku xerifandine) jî wê hilgirin. Û roja qiyametê jî ji tiştên ji ber xwe ve lihevanîne jî teqez wê bikişin hisabê.
وَلَقَدْ اَرْسَلْنَا نُوحًا اِلٰى قَوْمِه۪ فَلَبِثَ ف۪يهِمْ اَلْفَ سَنَةٍ اِلَّا خَمْس۪ينَ عَامًاۜ فَاَخَذَهُمُ الطُّوفَانُ وَهُمْ ظَالِمُونَ
Sond be me Nûh ji qewmê wî re şand. Ew pêncî kêm hezar sal di nav wan de ma. Dema ku wan zilimkarîya xwe didomandin tofan bi wan girt.
فَاَنْجَيْنَاهُ وَاَصْحَابَ السَّف۪ينَةِ وَجَعَلْنَاهَٓا اٰيَةً لِلْعَالَم۪ينَ
Me ew û ehlê keştîyê xelas kirin. Û me wê (keştîyê) ji aleman re kir ayetek (da ku îbret bigirin).
وَاِبْرٰه۪يمَ اِذْ قَالَ لِقَوْمِهِ اعْبُدُوا اللّٰهَ وَاتَّقُوهُۜ ذٰلِكُمْ خَيْرٌ لَكُمْ اِنْ كُنْتُمْ تَعْلَمُونَ
(Me) Îbrahîm jî (ji qewmê wî re şand). Wê demê ji qewmê xwe re wiha gotibû: “Ji Allah re îbadet bikin û ji wî bitirsin û xwe biparêzin. Eger hûn bizanibin ev ji bo we ya herî bixêrtir e.”
اِنَّمَا تَعْبُدُونَ مِنْ دُونِ اللّٰهِ اَوْثَانًا وَتَخْلُقُونَ اِفْكًاۜ اِنَّ الَّذ۪ينَ تَعْبُدُونَ مِنْ دُونِ اللّٰهِ لَا يَمْلِكُونَ لَكُمْ رِزْقًا فَابْتَغُوا عِنْدَ اللّٰهِ الرِّزْقَ وَاعْبُدُوهُ وَاشْكُرُوا لَهُۜ اِلَيْهِ تُرْجَعُونَ
“Hûn dev ji Allah berdidin û ji hinek pûtan re perestîyê dikin û derewên ku bêbinî ne lihev tînin. Bêguman ew ên ku hûn dev ji Allah berdidin û perestîyê ji wan re dikin, ne xwedî tu hêzî ne ku ew hûn birizqînin. Rizqê xwe li cem Allah bigerin/bixwazin. Îbadetê wî bikin û jê re şikur bikin. (Lewre di axir de) hûn ê li wî bêne vegerandin.”
وَاِنْ تُكَذِّبُوا فَقَدْ كَذَّبَ اُمَمٌ مِنْ قَبْلِكُمْۜ وَمَا عَلَى الرَّسُولِ اِلَّا الْبَلَاغُ الْمُب۪ينُ
“Eger hûn biderewînin, bêguman qewmên berîya we jî derewandin. Wezîfa pêxember, enceq teblîxeke vikîvekirî ye.”
اَوَلَمْ يَرَوْا كَيْفَ يُبْدِئُ اللّٰهُ الْخَلْقَ ثُمَّ يُع۪يدُهُۜ اِنَّ ذٰلِكَ عَلَى اللّٰهِ يَس۪يرٌ
Qey nedîtin ku Allah çawa dest bi xuliqandinê dike û piştre jî (bi vejandinê) vêya çawa dubare dike? Bêguman ev ji bo Allah pir hêsan e.
قُلْ س۪يرُوا فِي الْاَرْضِ فَانْظُرُوا كَيْفَ بَدَاَ الْخَلْقَ ثُمَّ اللّٰهُ يُنْشِئُ النَّشْاَةَ الْاٰخِرَةَۜ اِنَّ اللّٰهَ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌۚ
Bibêje: “Li ser rûyê erdê bigerin û bifetilin ka Allah çawa dest bi xuliqandinê kiriye, bibînin. Paşê wê Allah, heyata axîretê bixuliqîne û heyî bike. Bêguman Allah qadirê her tiştî ye.”
يُعَذِّبُ مَنْ يَشَٓاءُ وَيَرْحَمُ مَنْ يَشَٓاءُۚ وَاِلَيْهِ تُقْلَبُونَ
(Ew) her kî bivê dide ezabê û kî jî bivê merhamet lê dike. Hûn ê li wî bêne vegerandin.
وَمَٓا اَنْتُمْ بِمُعْجِز۪ينَ فِي الْاَرْضِ وَلَا فِي السَّمَٓاءِۘ وَمَا لَكُمْ مِنْ دُونِ اللّٰهِ مِنْ وَلِيٍّ وَلَا نَص۪يرٍ۟
Hûn, li erd û esman (di mijara astengîya pêkanîna weada Allah) de nikarin wî aciz/bêçar bihêlin. Ji we re ji xeynî Allah ne dostek û ne jî alîkarek heye.
وَالَّذ۪ينَ كَفَرُوا بِاٰيَاتِ اللّٰهِ وَلِقَٓائِه۪ٓ اُو۬لٰٓئِكَ يَئِسُوا مِنْ رَحْمَت۪ي وَاُو۬لٰٓئِكَ لَهُمْ عَذَابٌ اَل۪يمٌ
Ew ên ayetên Allah û leqayîhatina wî înkar dikin... Ewana ji rahmeta min hêvîya xwe birîne. Ji wan re ezabekî biêş û jan heye.
فَمَا كَانَ جَوَابَ قَوْمِه۪ٓ اِلَّٓا اَنْ قَالُوا اقْتُلُوهُ اَوْ حَرِّقُوهُ فَاَنْجٰيهُ اللّٰهُ مِنَ النَّارِۜ اِنَّ ف۪ي ذٰلِكَ لَاٰيَاتٍ لِقَوْمٍ يُؤْمِنُونَ
(Li hemberî daweta Îbrahîm ya tewhîdê re) bersiva qewmê wî, ji vê gotinê pê ve ne tiştekî din bû: “Wî bikujin an jî bişewitînin!” Allah, ew ji agir xelas kir. Bêguman di vêya de ji qewmekî mumîn re (li ser mijara ku Allah alîkarî û piştgirîya dostên xwe dike) ayet hene.
وَقَالَ اِنَّمَا اتَّخَذْتُمْ مِنْ دُونِ اللّٰهِ اَوْثَانًاۙ مَوَدَّةَ بَيْنِكُمْ فِي الْحَيٰوةِ الدُّنْيَاۚ ثُمَّ يَوْمَ الْقِيٰمَةِ يَكْفُرُ بَعْضُكُمْ بِبَعْضٍ وَيَلْعَنُ بَعْضُكُمْ بَعْضًاۘ وَمَأْوٰيكُمُ النَّارُ وَمَا لَكُمْ مِنْ نَاصِر۪ينَۗ
Got: “We dev ji Allah berda û ji bo ku dilê we ji hev re germ bike/di navbera we de hezkirinê pêk bîne, we di heyata dinyayê de pûtan ji xwe re (îlâh) girt. Paşê roja qiyametê (hezkirin li alîyekî) hin ji we dê hinên din înkar bikin û hin ji we jî wê qedal/lanet li hinên din bikin. Hêwîrgeha we agir e. Qet tu alîkarê we jî tune.”
فَاٰمَنَ لَهُ لُوطٌۢ وَقَالَ اِنّ۪ي مُهَاجِرٌ اِلٰى رَبّ۪يۜ اِنَّهُ هُوَ الْعَز۪يزُ الْحَك۪يمُ
Lût, îman pê anî. Û wiha got: “Qet tu guman tune ku ez ê hîcretê Rabbê xwe bikim. Lewre ew, (xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm bixwe ye.
وَوَهَبْنَا لَهُٓ اِسْحٰقَ وَيَعْقُوبَ وَجَعَلْنَا ف۪ي ذُرِّيَّتِهِ النُّبُوَّةَ وَالْكِتَابَ وَاٰتَيْنَاهُ اَجْرَهُ فِي الدُّنْيَاۚ وَاِنَّهُ فِي الْاٰخِرَةِ لَمِنَ الصَّالِح۪ينَ
Me Îshaq û Yaqûb da wî. Û me nubûwet û Kitêb da zurîyeta wî. Me mikafata wî li dinyayê dayê. Bêşik ew li axîretê jî ji salihan e.
وَلُوطًا اِذْ قَالَ لِقَوْمِه۪ٓ اِنَّكُمْ لَتَأْتُونَ الْفَاحِشَةَۘ مَا سَبَقَكُمْ بِهَا مِنْ اَحَدٍ مِنَ الْعَالَم۪ينَ
(Me) Lût jî (şand). Wê demê ji qewmê xwe re wiha gotibû: “Bi rastî ev karê xerab a ku hûn dikin, berîya we ji aleman/li dinyayê qet tu kesî nekiriye.”
اَئِنَّكُمْ لَتَأْتُونَ الرِّجَالَ وَتَقْطَعُونَ السَّب۪يلَ وَتَأْتُونَ ف۪ي نَاد۪يكُمُ الْمُنْكَرَۜ فَمَا كَانَ جَوَابَ قَوْمِه۪ٓ اِلَّٓا اَنْ قَالُوا ائْتِنَا بِعَذَابِ اللّٰهِ اِنْ كُنْتَ مِنَ الصَّادِق۪ينَ
“Hûn ê nêzî zilaman bibin û rê bibirin û di cîvatên xwe de munkeratan/xerabîyan bikin û vêya bidomînin ha?” Bersiva qewmê wî ji vê gotinê pê ve ne tiştekî din bû: “Eger tu di gotina xwe de rast î, de ka ezabê Allah ji me re bîne (em bibînin).”
قَالَ رَبِّ انْصُرْن۪ي عَلَى الْقَوْمِ الْمُفْسِد۪ينَ۟
Bibêje: “Rabbê min, li hemberî (vê) qewmê mufsîd/xerabker tu alîkarîya min bike.”
وَلَمَّا جَٓاءَتْ رُسُلُنَٓا اِبْرٰه۪يمَ بِالْبُشْرٰىۙ قَالُٓوا اِنَّا مُهْلِكُٓوا اَهْلِ هٰذِهِ الْقَرْيَةِۚ اِنَّ اَهْلَهَا كَانُوا ظَالِم۪ينَۚ
Dema qasidên me/melâîket bi mizgînekê ji Îbrahîm re hatibûn wiha gotin: “Em ê ehlê vî bajarî helak bikin. Bêguman ehlê wî, bûn ji zaliman.”
قَالَ اِنَّ ف۪يهَا لُوطًاۜ قَالُوا نَحْنُ اَعْلَمُ بِمَنْ ف۪يهَاۘ لَنُنَجِّيَنَّهُ وَاَهْلَهُٓ اِلَّا امْرَاَتَهُۘ كَانَتْ مِنَ الْغَابِر۪ينَ
Got: “Di nav wî (bajarî) de Lût jî heye! Gotin: “Em pir baş dizanin kî di navê de heye. Muheqeq em ê wî û malbata wî xelas bikin, lê jina wî ne têde. Wê (jina wî) bibe ji yên li paşmayîyan.”
وَلَمَّٓا اَنْ جَٓاءَتْ رُسُلُنَا لُوطًا س۪ٓيءَ بِهِمْ وَضَاقَ بِهِمْ ذَرْعًا وَقَالُوا لَا تَخَفْ وَلَا تَحْزَنْ۠ اِنَّا مُنَجُّوكَ وَاَهْلَكَ اِلَّا امْرَاَتَكَ كَانَتْ مِنَ الْغَابِر۪ينَ
Dema qasidên me/melâîket hatin cem Lût, ji ber wan xemgîn û dilteng bû û rêderekî nedît. Gotin: “Netirse û xemgîn jî nebe! Bêşik, jina te ne têde em ê te û malbata te xelas bikin. (Lê jina te) wê bibe ji yên li paşmayîyan.”
اِنَّا مُنْزِلُونَ عَلٰٓى اَهْلِ هٰذِهِ الْقَرْيَةِ رِجْزًا مِنَ السَّمَٓاءِ بِمَا كَانُوا يَفْسُقُونَ
“Bêguman bi ser xelkê vî welatî de, ji ber mufsîdîya wan em ê ezabekî ji esman daxînin.”
وَلَقَدْ تَرَكْنَا مِنْهَٓا اٰيَةً بَيِّنَةً لِقَوْمٍ يَعْقِلُونَ
Sond be, ji bo qewmekî aqilmend me li wir ayeteke eşkere (yê bi îbret) hiştîye.”
وَاِلٰى مَدْيَنَ اَخَاهُمْ شُعَيْبًاۙ فَقَالَ يَا قَوْمِ اعْبُدُوا اللّٰهَ وَارْجُوا الْيَوْمَ الْاٰخِرَ وَلَا تَعْثَوْا فِي الْاَرْضِ مُفْسِد۪ينَ
(Me) ji Medyen re jî birayê wan Şuayb (şand). Gotibû: “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadet bikin! Roja axîretê (ji sewab girtina ji Allah) hêvîdar bin. Bi fesadîya li ser rûyê erdê tevdanê/bênîzamîyê/zêde pê de çûnê nekin/dernexin.”
فَكَذَّبُوهُ فَاَخَذَتْهُمُ الرَّجْفَةُ فَاَصْبَحُوا ف۪ي دَارِهِمْ جَاثِم۪ينَۘ
Wî derewandin. (Li ser vê) erdhêjeke erjeng/tirsnak bi wan girt û di warê xwe bixwe de çokdayî man.
وَعَادًا وَثَمُودَا۬ وَقَدْ تَبَيَّنَ لَكُمْ مِنْ مَسَاكِنِهِمْ۠ وَزَيَّنَ لَهُمُ الشَّيْطَانُ اَعْمَالَهُمْ فَصَدَّهُمْ عَنِ السَّب۪يلِ وَكَانُوا مُسْتَبْصِر۪ينَۙ
(Me) Ad û Semud jî (helak kir). Warên ku ew li wê derê runiştî bûn (ew ên me wan helak kirine) ji bo we derketîye holê. Şeytan amelên wan ji wan re xemiland û (herwiha) wan (ji rêya rast) xerifand. Ew bixwe (bi qasî ku heqîqetê fêm bikin) çavvekirî û bîrewer jî bûn.
وَقَارُونَ وَفِرْعَوْنَ وَهَامَانَ وَلَقَدْ جَٓاءَهُمْ مُوسٰى بِالْبَيِّنَاتِ فَاسْتَكْبَرُوا فِي الْاَرْضِ وَمَا كَانُوا سَابِق۪ينَۚ
(Me) Qarûn û Firewn û Haman jî (helak kir). Sond be Mûsa ji wan re delîlên vikîvekirî anî. Li ser rûyê erdê quretî kirin. Lê ew nikarin bikevin pêşîya (ezabê) me (nikaribûn jê re bibin asteng).
فَكُلًّا اَخَذْنَا بِذَنْبِه۪ۚ فَمِنْهُمْ مَنْ اَرْسَلْنَا عَلَيْهِ حَاصِبًاۚ وَمِنْهُمْ مَنْ اَخَذَتْهُ الصَّيْحَةُۚ وَمِنْهُمْ مَنْ خَسَفْنَا بِهِ الْاَرْضَۚ وَمِنْهُمْ مَنْ اَغْرَقْنَاۚ وَمَا كَانَ اللّٰهُ لِيَظْلِمَهُمْ وَلٰكِنْ كَانُٓوا اَنْفُسَهُمْ يَظْلِمُونَ
Me her yekî ji wan bi gunehê wî girt. Me bi serê hin ji wana bahozeke ku keviran dibarîne şand. Bi hinan jî qîrînekî girt (ku guhan ker dike). Me hin ji wan jî binerd kirin. Hinan jî xeniqand. Allah zilim li wan nedikir, lê wan bixwe zilim li xwe dikirin.
مَثَلُ الَّذ۪ينَ اتَّخَذُوا مِنْ دُونِ اللّٰهِ اَوْلِيَٓاءَ كَمَثَلِ الْعَنْكَبُوتِۚ اِتَّخَذَتْ بَيْتًاۜ وَاِنَّ اَوْهَنَ الْبُيُوتِ لَبَيْتُ الْعَنْكَبُوتِۢ لَوْ كَانُوا يَعْلَمُونَ
Mîsala wan kesên ku ji xeynî Allah ji xwe re dost digirin, wekî rewşa pindepîrê ye ku ji xwe re hêlînê çêdike. Bêguman mala herî qels/pûç, mala pindepîrê ye. Xwezî bizanibûna.
اِنَّ اللّٰهَ يَعْلَمُ مَا يَدْعُونَ مِنْ دُونِه۪ مِنْ شَيْءٍۜ وَهُوَ الْعَز۪يزُ الْحَك۪يمُ
Bêguman Allah bi ew ên ku ji xeynî wî dûa ji wan (welîyan) re dikin, dizane. Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
وَتِلْكَ الْاَمْثَالُ نَضْرِبُهَا لِلنَّاسِۚ وَمَا يَعْقِلُهَٓا اِلَّا الْعَالِمُونَ
Em van mîsalan didin însanan. Lê ji zanayan pê ve kes hiş di ber de nabe.
خَلَقَ اللّٰهُ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضَ بِالْحَقِّۜ اِنَّ ف۪ي ذٰلِكَ لَاٰيَةً لِلْمُؤْمِن۪ينَ۟
Allah, erd û esman bi heqî xuliqand. Bêguman di vêya de ji bo mumînan ayetek heye.
اُتْلُ مَٓا اُو۫حِيَ اِلَيْكَ مِنَ الْكِتَابِ وَاَقِمِ الصَّلٰوةَۜ اِنَّ الصَّلٰوةَ تَنْهٰى عَنِ الْفَحْشَٓاءِ وَالْمُنْكَرِۜ وَلَذِكْرُ اللّٰهِ اَكْبَرُۜ وَاللّٰهُ يَعْلَمُ مَا تَصْنَعُونَ
Wê Kitêba ku ji te re hatîye wehîykirin bixwîne û nimêja xwe rasterast bike. Bêguman nimêj, însan ji fuhşîyatê û ji munkeratê dide paş/diparêze. (Di muqabilê nimêjê de) zikirkirina we ya Allah (ku we zikir bike) herî mezintir e. Allah bi ya ku hûn dikin dizane.
وَلَا تُجَادِلُٓوا اَهْلَ الْكِتَابِ اِلَّا بِالَّت۪ي هِيَ اَحْسَنُۗ اِلَّا الَّذ۪ينَ ظَلَمُوا مِنْهُمْ وَقُولُٓوا اٰمَنَّا بِالَّذ۪ٓي اُنْزِلَ اِلَيْنَا وَاُنْزِلَ اِلَيْكُمْ وَاِلٰهُنَا وَاِلٰهُكُمْ وَاحِدٌ وَنَحْنُ لَهُ مُسْلِمُونَ
Ji nav wan ew ên zalim ne tê de, bi Ehlê Kitêb re bi awayekî herî xweşik nîqaş bikin. Bibêjin: “Em bi ya ku ji me nazil bûye û ji we re nazil bûye re îman tînin. Îlâhê me û îlâhê we yek e û em kesên teslîmbûyîyê wî ne.”
وَكَذٰلِكَ اَنْزَلْنَٓا اِلَيْكَ الْكِتَابَۜ فَالَّذ۪ينَ اٰتَيْنَاهُمُ الْكِتَابَ يُؤْمِنُونَ بِه۪ۚ وَمِنْ هٰٓؤُ۬لَٓاءِ مَنْ يُؤْمِنُ بِه۪ۜ وَمَا يَجْحَدُ بِاٰيَاتِنَٓا اِلَّا الْكَافِرُونَ
(Çawa ku me ji wan re Kitêb daxistîye) me ji te re jî Kitêb nazil kir. Ew ên ku berê de me Kitêb dabû wan, îman bi wê (Qur'anê) tînin. Di nav wan (Mekkîyan) de jî yên ku îman anîne hene. Ji xeynî kafiran tu kes ayetên me înkar nake.
وَمَا كُنْتَ تَتْلُوا مِنْ قَبْلِه۪ مِنْ كِتَابٍ وَلَا تَخُطُّهُ بِيَم۪ينِكَ اِذًا لَارْتَابَ الْمُبْطِلُونَ
Tu berê de ne xwendevanê Kitêb bûyî. Bi rastî te bi destê xwe yê rastê jî nedinivîsand. (Eger wisan bûya) wê ehlê batil wê demê biketibana gumanê.
بَلْ هُوَ اٰيَاتٌ بَيِّنَاتٌ ف۪ي صُدُورِ الَّذ۪ينَ اُو۫تُوا الْعِلْمَۜ وَمَا يَجْحَدُ بِاٰيَاتِنَٓا اِلَّا الظَّالِمُونَ
(Nexêr, ne wisan e!) Berevajî ew (Qur'an), di singên wan ên ku ilim ji wan re hatîye dayîn de ayetên vikîvekirî ne. Ji zaliman pê ve kesên din ayetên me înkar nakin.
وَقَالُوا لَوْلَٓا اُنْزِلَ عَلَيْهِ اٰيَاتٌ مِنْ رَبِّه۪ۜ قُلْ اِنَّمَا الْاٰيَاتُ عِنْدَ اللّٰهِۜ وَاِنَّمَٓا اَنَا۬ نَذ۪يرٌ مُب۪ينٌ
Gotin: “Ma ne hewce bû ku ji Rabbê wî ayetek/mucîzeyek jê re bihatibana?” Bibêje: “Ayet, enceq li îndallah/li cem Allah in. Û ez bitenê hişyarkerekî eşkere me.”
اَوَلَمْ يَكْفِهِمْ اَنَّٓا اَنْزَلْنَا عَلَيْكَ الْكِتَابَ يُتْلٰى عَلَيْهِمْۜ اِنَّ ف۪ي ذٰلِكَ لَرَحْمَةً وَذِكْرٰى لِقَوْمٍ يُؤْمِنُونَ۟
Kitêba ku me ji te re nazil kiriye û ji wan re tê xwendin ma qey têra wan nake? Bêguman di vê de ji bo civakeke ku îman anîye rahmet û şîret heye.
قُلْ كَفٰى بِاللّٰهِ بَيْن۪ي وَبَيْنَكُمْ شَه۪يدًاۚ يَعْلَمُ مَا فِي السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۜ وَالَّذ۪ينَ اٰمَنُوا بِالْبَاطِلِ وَكَفَرُوا بِاللّٰهِۙ اُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْخَاسِرُونَ
Bibêje: “Di navbera min û we de wek şahid Allah bes e. Çi tiştên li erd û esmanan hebe bi hemûyan dizane. Ew ên bawerî bi batil tînin û ji Allah re dibin kafir, yên ku xisirîne ha ew bixwe ne.
وَيَسْتَعْجِلُونَكَ بِالْعَذَابِۜ وَلَوْلَٓا اَجَلٌ مُسَمًّى لَجَٓاءَهُمُ الْعَذَابُۜ وَلَيَأْتِيَنَّهُمْ بَغْتَةً وَهُمْ لَا يَشْعُرُونَ
Ew ji te bi lezgînî ezab dixwazin. Eger demeke diyarkirî nebûna helbet ezab wê bihatibûna serê wan. Sond be, wê ew di rewşeke ku haya wan jê tune wê ji nîşka ve ji wan re were.
يَسْتَعْجِلُونَكَ بِالْعَذَابِۜ وَاِنَّ جَهَنَّمَ لَمُح۪يطَةٌ بِالْكَافِر۪ينَۙ
Ew ji te bi lezgînî ezab dixwazin. Qet guman tune ku cehennem, kafiran ji her alî ve dorpêç kiriye.
يَوْمَ يَغْشٰيهُمُ الْعَذَابُ مِنْ فَوْقِهِمْ وَمِنْ تَحْتِ اَرْجُلِهِمْ وَيَقُولُ ذُوقُوا مَا كُنْتُمْ تَعْمَلُونَ
Wê roja ku ezab di ser wan de û di bin lingên wan de dor li wan bigire û wan binixumîne wê Allah wiha ferman bike: “(Di muqabilê) kar û kirinên xwe de (ezabê) bitamînin.”
يَا عِبَادِيَ الَّذ۪ينَ اٰمَنُٓوا اِنَّ اَرْض۪ي وَاسِعَةٌ فَاِيَّايَ فَاعْبُدُونِ
Gelî evdên min ên îman anîne! Bêguman erdê min fireh e. Êdî (ji cihê ku hûn nikarin dînê xwe bijîn hîcret bikin û) bitenê ji min re îbadet/evdîtî bikin.
كُلُّ نَفْسٍ ذَٓائِقَةُ الْمَوْتِ ثُمَّ اِلَيْنَا تُرْجَعُونَ
Her nefs/her can wê mirinê tam bike/biçêje. Paşê hûn ê bi bal me de bên vegerandin.
وَالَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَنُبَوِّئَنَّهُمْ مِنَ الْجَنَّةِ غُرَفًا تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهَا الْاَنْهَارُ خَالِد۪ينَ ف۪يهَاۜ نِعْمَ اَجْرُ الْعَامِل۪ينَۗ
Ew ên îman anîne û amelên salih kirine, em ê wan têxin xurfeyên/odeyên (ji bo mêvanên taybet hatine amadekirin) ku di binê wan de çem diherikin û di wan de wê bêdawî bimînin. Mikafata kesên amel (ên salih) kirine çiqas xweşik e.
اَلَّذ۪ينَ صَبَرُوا وَعَلٰى رَبِّهِمْ يَتَوَكَّلُونَ
Ew in ku; sebir dikin û bitenê tewekkulê Rabbê xwe dikin.
وَكَاَيِّنْ مِنْ دَٓابَّةٍ لَا تَحْمِلُ رِزْقَهَاۗ اَللّٰهُ يَرْزُقُهَا وَاِيَّاكُمْۘ وَهُوَ السَّم۪يعُ الْعَل۪يمُ
Gelek jîndar/candar hene ku rizqê xwe nakişînin/hilnagirin. Ew ê ku we jî wan jî dirizqîne Allah e. Ew (yê ku hemû tiştan dibihîze) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
وَلَئِنْ سَاَلْتَهُمْ مَنْ خَلَقَ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضَ وَسَخَّرَ الشَّمْسَ وَالْقَمَرَ لَيَقُولُنَّ اللّٰهُۚ فَاَنّٰى يُؤْفَكُونَ
Eger tu ji wan bipirsi: “Kî erd û esmanan xuliqandîye û ew ê roj û hîv ji emrê xwe re amade kiriye kî ye?” muheqeq wê bibêjin: “Allah!” Herwiha çawa dibe ku (ji tewhîdê bi bal şirkê ve) tên vegerandin?
اَللّٰهُ يَبْسُطُ الرِّزْقَ لِمَنْ يَشَٓاءُ مِنْ عِبَادِه۪ وَيَقْدِرُ لَهُۜ اِنَّ اللّٰهَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَل۪يمٌ
Allah, ji evdên xwe ji kî re bixwaze rizqê wî fireh dike (û ji kî re jî bixwaze) teng dike. Bêguman Allah, zanayê her tiştî ye.
وَلَئِنْ سَاَلْتَهُمْ مَنْ نَزَّلَ مِنَ السَّمَٓاءِ مَٓاءً فَاَحْيَا بِهِ الْاَرْضَ مِنْ بَعْدِ مَوْتِهَا لَيَقُولُنَّ اللّٰهُۜ قُلِ الْحَمْدُ لِلّٰهِۜ بَلْ اَكْثَرُهُمْ لَا يَعْقِلُونَ۟
Eger tu ji wan bipirsi: “Kî ji esman av dadixîne û ew ê piştî mirina wê heyat/hêşînahî dide ser rûyê erdê?” muheqeq wê bibêjin: “Allah!” Bibêje: “Hamd, ji Allah re ye.” Berevajî, pirên wan aqil nagirin.
وَمَا هٰذِهِ الْحَيٰوةُ الدُّنْيَٓا اِلَّا لَهْوٌ وَلَعِبٌۜ وَاِنَّ الدَّارَ الْاٰخِرَةَ لَهِيَ الْحَيَوَانُۢ لَوْ كَانُوا يَعْلَمُونَ
Jiyana vê dinyayê, ji şahî û lîstikê pê ve ne tiştekî din e. Jiyan (a esil û ya bêdawî), jiyana axîretê ye. Xwezî bizanibûna.
فَاِذَا رَكِبُوا فِي الْفُلْكِ دَعَوُا اللّٰهَ مُخْلِص۪ينَ لَهُ الدّ۪ينَۚ فَلَمَّا نَجّٰيهُمْ اِلَى الْبَرِّ اِذَا هُمْ يُشْرِكُونَۙ
Dema ku ew li keştîyê siwar dibin, dîn ji Allah re xalis dikin (bê şirîk çêkirin) bi dilekî safî ji Allah re dûa dikin. Dema ku wan xelas dike û bi silametî derdixîne bejîyê, (tu dibînî ku) di heman demê de şirîkan çêdikin.
لِيَكْفُرُوا بِمَٓا اٰتَيْنَاهُمْۙ وَلِيَتَمَتَّعُوا۠ فَسَوْفَ يَعْلَمُونَ
Bila ew nîmetên ku me daye wan înkar bikin û kêfa xwe bikin (em binêrin)! Di demekî pir nêz de wê bibînin/fêm bikin.
اَوَلَمْ يَرَوْا اَنَّا جَعَلْنَا حَرَمًا اٰمِنًا وَيُتَخَطَّفُ النَّاسُ مِنْ حَوْلِهِمْۜ اَفَبِالْبَاطِلِ يُؤْمِنُونَ وَبِنِعْمَةِ اللّٰهِ يَكْفُرُونَ
Ma qey ew nabînin digel ku însanên li derdora wan (bi çûr û talanê) tên birin û pê ve diçin jî me ew der (Mekkeyê) kiriye cihekî pîroz û ewledar? Hê jî bi batilê îman tînin û nîmetên Allah înkar dikin?
وَمَنْ اَظْلَمُ مِمَّنِ افْتَرٰى عَلَى اللّٰهِ كَذِبًا اَوْ كَذَّبَ بِالْحَقِّ لَمَّا جَٓاءَهُۜ اَلَيْسَ ف۪ي جَهَنَّمَ مَثْوًى لِلْكَافِر۪ينَ
Ji wî kesê ku li ser Allah derewan li hev tîne û bêbextîyan dike an jî dema heq jê re bê ew biderewîne zalimtir kî heye? Erê ma ji bo kafiran di cehennemê de cih tune?
وَالَّذ۪ينَ جَاهَدُوا ف۪ينَا لَنَهْدِيَنَّهُمْ سُبُلَنَاۜ وَاِنَّ اللّٰهَ لَمَعَ الْمُحْسِن۪ينَ
Ew ên di rêya me de cîhadê dikin, helbet em ê rêyên xwe (yên herî rast) nîşanî wan bidin. Bêguman Allah bi muhsînan/ew ên ku evdîtîya xwe herî xweşik teqdîm dikin re ye.