114Sûreya A’raf
قَالَ نَعَمْ وَاِنَّكُمْ لَمِنَ الْمُقَرَّب۪ينَ
(Fîrewn got:) “Erê, bêguman (eger hûn ser bikevin) hûn ê bibin ji (zilamên gûzîde) yên nêzîkî min.”
Jêrenot
(Pergalên Firewnî, herûdaîm rûmeta însanan dişkênin û wan dikin girêdayîyê mal û meqaman. Bi propogandayên taybetî û bi destheqên têrbaş hin mewqî û meqam li ber çavên însanan meqbûl û muteber nîşan didin. Her wiha dibin sebep ku ew mirov di sefên Firewnan de cih bigirin û ji bo vê jî çi qas rûmetên mirovahîyê hene hemûyan binpê bikin. Ev, encamekî tabiîye ku di dirêjahîya salan de bi kampanyayên/helmetên bîrewer pêk hatîye. Îro navê destheqê bûye meaş û nêzbûn jî bi dîplomeyan û unwanên fermî guherîye. Ew ên ku bi van her du wasiteyan wek dîl/wek êsîr tenê girtin; tehammûla wan bi dawet û teblîxa dawetvanên tewhîdê tune û naxwazin vê dawetê fêm bikin. Û li ser navê Firewn û di sefê wî de bikeftûleft/bidijwarî têkoşin didin/têdikoşin.)