Sure 7

Sûreya A’raf

Mekke206 ayetCihên Bilind

الأعراف
Der barê Sûreyê de

Sûreya A’raf, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û du sed û şeş (206) ayet e. Di Qur’anê de sûreya heftemîn e. Sedema navandina vê sûreyê wek A’raf ev e: Di ayeta 46. de behsa hin kesan dike ku ew di girekî bilind/di A’raf de sekinî ne û li ehlê cennetê û cehennemê dinêrin û wan ji sîmayên wan nas dikin û silav li ehlê cennetê dikin. Ew kes di ayeta 48. de jî ji ehlê cehennemê re dibêjin ku qûretîya wan qet tu feyde nedaye wan. Di vê sûreyê de agahî û emrên li ser aqîda tewhîdê û esasên îslamê hatîye vegotin. Ev sûre di naveroka xwe de hin qiseyên pêxemberan û qewmên berê jî vedihewîne.

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

2
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

كِتَابٌ اُنْزِلَ اِلَيْكَ فَلَا يَكُنْ ف۪ي صَدْرِكَ حَرَجٌ مِنْهُ لِتُنْذِرَ بِه۪ وَذِكْرٰى لِلْمُؤْمِن۪ينَ

(Ev) Kitêb (Qur'an), ji bona ku tu pê însanan hişyar bikî û ji mumînan re jî bibe şîret, me ji te re nazil kiriye. (Nebe ku) ji ber wê di singa te de tengasiyek çêbibe.

3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اِتَّبِعُوا مَٓا اُنْزِلَ اِلَيْكُمْ مِنْ رَبِّكُمْ وَلَا تَتَّبِعُوا مِنْ دُونِه۪ٓ اَوْلِيَٓاءَۜ قَل۪يلًا مَا تَذَكَّرُونَ

Bidin pey wê ya ku ji Rabbê we ji we re daxistî ye. Ji wî pê ve nedin pey dostên/welîyên din. Hûn çi qas hindik şîretan digirin!

4
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَكَمْ مِنْ قَرْيَةٍ اَهْلَكْنَاهَا فَجَٓاءَهَا بَأْسُنَا بَيَاتًا اَوْ هُمْ قَٓائِلُونَ

Gelek welat hene ku ezabê me an di xewa (nîvê) şevê de an jî danê nîvro dema îstirehatê de bi wan girt û me ew helak kirine.

5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

فَمَا كَانَ دَعْوٰيهُمْ اِذْ جَٓاءَهُمْ بَأْسُنَٓا اِلَّٓا اَنْ قَالُٓوا اِنَّا كُنَّا ظَالِم۪ينَ

Dema ezaba me ji wan re hatibû ji lavahîya ku digotin: “Bi rastî em zilimkar bûn!” pê ve dengê wan derneket.

6
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

فَلَنَسْـَٔلَنَّ الَّذ۪ينَ اُرْسِلَ اِلَيْهِمْ وَلَنَسْـَٔلَنَّ الْمُرْسَل۪ينَۙ

Sond be, em ê hem ji (qewm) ên ji wan re (pêxember) hatine şandin û hem jî ji ew ên (wek pêxember) şandî ne jî bipirsin/wan bikişînin hîsabê...

7
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

فَلَنَقُصَّنَّ عَلَيْهِمْ بِعِلْمٍ وَمَا كُنَّا غَٓائِب۪ينَ

Û em ê wan ji (karûkirinên) wan bi ilim agahdar bikin. Em (ji wan) ne bêxeber in.

8
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَالْوَزْنُ يَوْمَئِذٍۨ الْحَقُّۚ فَمَنْ ثَقُلَتْ مَوَاز۪ينُهُ فَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْمُفْلِحُونَ

Wê rojê wezin (a xêr û gunehan) heq e. Wezina (xêrên) kî giran bikişe, ha ew ên xelas bûne ew bixwe ne.

9
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَمَنْ خَفَّتْ مَوَاز۪ينُهُ فَاُو۬لٰٓئِكَ الَّذ۪ينَ خَسِرُٓوا اَنْفُسَهُمْ بِمَا كَانُوا بِاٰيَاتِنَا يَظْلِمُونَ

Wezina kî jî (di amelên salih de) sivik bikişe, ji ber ku ewana li ayetên me neheqî kirine/rûmeta pê hewce nedanê xwe bixwe xusirandine.