Vegere Sûreya A’raf

A’rafالأعراف

123. Ayet

123Sûreya A’raf
Di Mushefê de Veke

قَالَ فِرْعَوْنُ اٰمَنْتُمْ بِه۪ قَبْلَ اَنْ اٰذَنَ لَكُمْۚ اِنَّ هٰذَا لَمَكْرٌ مَكَرْتُمُوهُ فِي الْمَد۪ينَةِ لِتُخْرِجُوا مِنْهَٓا اَهْلَهَاۚ فَسَوْفَ تَعْلَمُونَ

Firewn got: “Hêj min destûr nedayî, we îmân pê anî ha? Bêguman ev dafik/fend e, ji bo ku ehlê vî bajarî ji vir derxînin we (bi Mûsa re) ev kemîn danîye. Lê belê (wê çi bê serê we) hûn ê pir nêz de bibînin/fêm bikin.

Jêrenot
(Ev ayeta hanê du têgihîna/zehnîyeta Firewnan a neguhêrbar nîşan dide. Hemû Firewn dixwazin ku (îman jî tê de) di qada jiyanê de her tişt tabiê destûra wan be. Gel jî bi qasî ku Firewnê wan destûrê didin wê bikaribin bawerî bînin û li gorî wan Firewnan kîjan dîn û îdeolojî meqbûl be enceq bikaribin wana ji bo xwe bipejirînin. Taybetîyeke hevpar ya Firewnan yek jî; her kî li der dora wan bicivin û tabiê wan bibin ewana kesên herî welatparêz û neteweperwer û hêja û bi rûmet in. Kesên îtaetê li wan nekin û nebin tabiê wan jî; li cem wan wek neyarê welat û millet in û ew di heman demê de kemînker û xaîn in. Welew ku ev kes hetanî duh ji mirovên nêzî wan û zilamên wan ên gûzîde bin jî rewş ev e.)

Tefsîr

Tefhîmü'l-Kur'ân

123- Firavun: "Ben size izin vermeden önce O'na iman ettiniz, öyle mi? Mutlaka bu, halkı burdan sürüp-çıkarmak amacıyla şehirde planladığınız bir tuzaktır. Öyleyse siz (buna karşılık ne yapacağımı) bileceksiniz."