Vegere Sûreya A’raf

A’rafالأعراف

170. Ayet

170Sûreya A’raf
Di Mushefê de Veke

وَالَّذ۪ينَ يُمَسِّكُونَ بِالْكِتَابِ وَاَقَامُوا الصَّلٰوةَۜ اِنَّا لَا نُض۪يعُ اَجْرَ الْمُصْلِح۪ينَ

Ew ên (bi her çar lepan) bi Kitêbê girtine û nimêjên xwe rasterast dikin hene! Bêguman em mikafata muslîhan/ehlê salahê winda nakin.

Jêrenot
(Di tevahîya Qur'anê de fêm dibe ku qewmê Cihû li hember Kitêbê bûne sê qisim: 1- Qisimek ji wan ummî ne ku ew ji Kitêbê qet tiştek nizanin û hin malumatên ji devan girtî wek Kitêb nas dikin. (2/Baqara, 78) 2- Ew ên ku Kitêbê bênavber dixwînin lê Kitêb texrîf dikin 5/Maîde, 13), ew ên ayetên Kitêbê vedişêrin (3/Âl-î Îmran, 187), ew ên ji bo menfaetekî dinyewî ayetên Kitêbê difroşin (2/Baqara, 79), ew ên ji bo razîkirina rayedaran û n sermîyanê hukmên Kitêbê xwaro maro dikin (7/A’raf, 175-176), ew ên ku çi wextê li îş û xweşa wan tê didin pey Kitêbê lê çi wextê li xweşa wan neyê ji Kitêbê rû dizivirînin (24/Nûr, 47-50). 3- Ew kesên salih ku (bi her çar lepan) bi Kitêbê girtine û hukmên wê pêk tînin (7/A’râf, 170). Ev her sê qisim jî îdîa dikin ku îmân bi Kitêbê anîne. Allah (ac) îdîaya qismên yekem û duyem diderewîne û bi kufra wan hukim dide. (Bnr.2/Baqara, 79, 85, 101; 3/Âl-î Îmran, 7; 4/Nîsa, 105; 5/Maîde, 43, 44, 68...) Îdîaya qisima sêyemîn dipejirîne û bi mumîntîya wan hukim dike. (Bnr.2/Baqara, 121; 24/Nûr, 51))

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.