Vegere Sûreya A’raf

A’rafالأعراف

173. Ayet

173Sûreya A’raf
Di Mushefê de Veke

اَوْ تَقُولُٓوا اِنَّمَٓا اَشْرَكَ اٰبَٓاؤُ۬نَا مِنْ قَبْلُ وَكُنَّا ذُرِّيَّةً مِنْ بَعْدِهِمْۚ اَفَتُهْلِكُنَا بِمَا فَعَلَ الْمُبْطِلُونَ

An jî ji bo ku hûn nebêjin: “Bavûkalên me hêj pêşî de (ji Allah re) şirîk çêkiribûn. Em jî nifşeke/nesleke li pey wan de ne (û em peyrevê wan in). Ma qey tu yê ji ber kar û kirinên ehlê batil, me helak bikî?”

Jêrenot
(Ev soza ku li alema erwah ji însanan hatîye sitendin di nav ahd û peymanan de yê herî muhîm û bi qîmet e. Wê gavê însan ev soz daye ku; di her halukarî de wek Rab tenê bitenê wê Allah (ac) bipejirîne û ji wî pê ve qet tu xaliq û raziq û malik û mudebbîrê kaînatê nas nake. Û rayeya qanûnçêkerîyê jî ji wî pê ve qethîyen nade tu kesên din. Ayet, ji bo sitendina mîsaqa tewhîdê du sebep dide pêş: A yekem: Ji bo ku “Ez cahil bûm.”, “Ez ne agahdar bûm.”, “Min seh nekiribû.”, “Min nizanîbû.” û mazeretên hwd. Ji holê rake. Lewre Allah (ac) tenê bi peymangirtina ji însan têr nekiriye û di heman demê de wî li ser fitretê xuliqandîye. (Bnr.30/Rûm, 30) Ji xeynî vê kâinat seranser bi ayetên/bi delîlên hebûn û yekîtîya Allah (ac) raxistî ye/xemilandî ye. (Bnr.2/Baqara, 163-164) Ligel van hemûyan di ser de jî Rasûlan hatine şandin û wan jî însanan dawetî tewhîdê kirine. (Bnr.4/Nîsa, 165) Digel evqas delîlan, cahiltî/nezanî di mijara tewhîdê de ku ew meqseda xuliqandinê ye qet nabe mazeret. A duyem: Hincetên wan kesên ku dibêjin “Ez peyrevê babê xwe an seydayê xwe an şêxê xwe an jî serokê xwe bûm...” ji holê radike. Li ser mijara wî kesê ku ji Allah re şirîk çêdike teqlîd û peyrevîtî jê re nabe mazeret bnr. 2/Baqara, 166-167; 7/A’raf, 38-39; 14/Îbrahîm, 21; 33/Ahzab, 67-68; 34/Sebe’, 31-33.)

Tefsîr

Fî Zılâli'l-Kur'ân

Ji bo vê ayetê di vê çavkaniyê de tefsîr nehat dîtin.