Vegere Sûreya A’raf

A’rafالأعراف

180. Ayet

180Sûreya A’raf
Di Mushefê de Veke

وَلِلّٰهِ الْاَسْمَٓاءُ الْحُسْنٰى فَادْعُوهُ بِهَاۖ وَذَرُوا الَّذ۪ينَ يُلْحِدُونَ ف۪ٓي اَسْمَٓائِه۪ۜ سَيُجْزَوْنَ مَا كَانُوا يَعْمَلُونَ

Navên herî xweşik (el-esmau’l-hûsna) aîdê Allah in. (Nexwe) ji wî re bi van navan dûa bikin. Dev ji ew ên der heqê navê wî de ketine îlhadê/çewtîyê berdin. Ji ber tiştên ku kirine wê di nêzîk de bêne cezakirin.

Jêrenot
(Îlhad: Tê ser maneya çewtî û meyîl û jirêketine. Der barê Esmau’l-hûsna de jirêketina bi her awayî îlhad e. Esmau’l-hûsna ku bitevahî aîdê Allah in, binavkirina hin heyînan bi van navan û terka dûakirina ji Allah (ac) re bi Esmau’l-hûsna û ji mexluqatên wî hewarî û medet xwestin; înkara mane û sifetên naveroka van navan û texrîf û tevîlkirina wan; temsîla/şibandina Allah bi evdan û şibandina/temsîla evdan bi Allah; terkkirina Esmau’l-hûsna ku dibin wesîleya nêzbûna Allah û bi hin mirovan re tewessûla li Allah... Her yekî ji van, mînak û mîsala îlhadê ye. Ji bo ism û sifetên Allah ji xeynî vê bnr. 3/Âl-î Îmran, 181; 42/Şûrâ, 11; 57/Hadîd, 4.)

Tefsîr

Fî Zılâli'l-Kur'ân

Ji bo vê ayetê di vê çavkaniyê de tefsîr nehat dîtin.