205Sûreya A’raf
وَاذْكُرْ رَبَّكَ ف۪ي نَفْسِكَ تَضَرُّعًا وَخ۪يفَةً وَدُونَ الْجَهْرِ مِنَ الْقَوْلِ بِالْغُدُوِّ وَالْاٰصَالِ وَلَا تَكُنْ مِنَ الْغَافِل۪ينَ
Bi lavelaveke ji dil û bi tirs û bi dengekî nizim/navincî sibeh û êvar Rabbê xwe zikir bike. Nebe tu bibî ji xafilan!
Jêrenot
(Ev ayet giringî û edeba zikrê diyar kiriye. Rasûlullah (ass) û eshabê kiram (ra) di çarçova vê edebê de Allah (ac) zikir kirine. Ew ayînên ku navê wan ‘Xeleqeyên zikrê’ ne û ne li gorî vê edebê ne, ji hin dînên din hatine sitendin û ew tişt ne ji îslâmê ye.)