30Sûreya A’raf
فَر۪يقًا هَدٰى وَفَر۪يقًا حَقَّ عَلَيْهِمُ الضَّلَالَةُۜ اِنَّهُمُ اتَّخَذُوا الشَّيَاط۪ينَ اَوْلِيَٓاءَ مِنْ دُونِ اللّٰهِ وَيَحْسَبُونَ اَنَّهُمْ مُهْتَدُونَ
(Wî) hîdayet daye hinekan û hinek jî rêşaşîtî li ser wan bûye heq. (Lewre) ewana dev ji Allah berdan û şeytanan ji xwe re kirin dost û digel vê zen dikin ku ew li ser heqîyê ne.
Jêrenot
(Mirovek xwe li ser hîdayetê zen bike an jî xwe nisbetê kesên li ser rêya rast in bike, ev nisbetkirin qethîyen nayê vê maneyê ku ew li ser hîdayetê ye. Ji bo bûyîna ji ehlê hîdayetê divê ku mirov li ser heq û hîdayetê be. Muşrîkên Mekkeyê îdîa dikirin ku ew li ser dînê Îbrahîm (as) û Îsmaîl (as) bûn. Ji bo wan ayînên dînî yên ku ji ber xwe ve derxistibûn û dikirin, bi vê bawer bûn û wiha digotin: “Ev (ayîn) ên hanê ji bav û kalên me gihîştîye pêxemberan!”
Helbet dema ku heqîqet (ya rast) ji îdîayên wan cuda bû, ew bixwe jî ne li gorî îdîayên wan bilakîs li gorî heqîqetê hatin nirxandin. Bi sipartina vê (rastîyê) em dikarin bibêjin ku: Her kî be bila bibe, tewîla wî kesî eger berê wî ji mane û meqseda xuliqandina wî û ji tewhîdê ku ew jî banga hevpar yên hemû Rasûlan e dûr bixe; ew mirov bûye ji wan kesên ku rêşaşîtî li ser xwe heq kiriye û Allah (ac) wî kesî bi tewîla wî bixwe xerifandîye.)