32Sûreya A’raf
قُلْ مَنْ حَرَّمَ ز۪ينَةَ اللّٰهِ الَّت۪ٓي اَخْرَجَ لِعِبَادِه۪ وَالطَّيِّبَاتِ مِنَ الرِّزْقِۜ قُلْ هِيَ لِلَّذ۪ينَ اٰمَنُوا فِي الْحَيٰوةِ الدُّنْيَا خَالِصَةً يَوْمَ الْقِيٰمَةِۜ كَذٰلِكَ نُفَصِّلُ الْاٰيَاتِ لِقَوْمٍ يَعْلَمُونَ
Bibêje: “Ma rizqên paqij û zînetên ku Allah ji bo evdên xwe derxistîye kî heram kiriye?” (Û dîsa) bibêje: “Ew, di heyata dinyayê de ji bo mumînan e. Li axîretê jî bitenê ji mumînan re ye.” Em bi vî awayî ji bo civakekî zana re ayetên xwe wiha bi kitekit/bi hûrgilî beyan dikin.
Jêrenot
(Ji bo bergeha/bîrûboçûna nîmetên dinyayê bnr. 11/Hûd, 15-16.)