49Sûreya A’raf
اَهٰٓؤُ۬لَٓاءِ الَّذ۪ينَ اَقْسَمْتُمْ لَا يَنَالُهُمُ اللّٰهُ بِرَحْمَةٍۜ اُدْخُلُوا الْجَنَّةَ لَا خَوْفٌ عَلَيْكُمْ وَلَٓا اَنْتُمْ تَحْزَنُونَ
Ew kesên ku we sond dixwar û digot: “Rahmeta Allah qet nagihîje wan?” ev in? Têkevin cennete! Ji we re tirs jî tune û hûn xemgîn jî nabin.”
Jêrenot
(Di der heqê muxetebê banga di ayetê de îxtîlaf heye. Hin mufessîr dibêjin kesên li A’rafê bang li ehlê cennetê dikin, hin mufessîr jî wiha şîrove dikin ku Allah (ac) xîtab li ehlê A’rafê dike. Ya herî rast e Allah (ac) dizane.)