Vegere Sûreya A’raf

A’rafالأعراف

54. Ayet

54Sûreya A’raf
Di Mushefê de Veke

اِنَّ رَبَّكُمُ اللّٰهُ الَّذ۪ي خَلَقَ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضَ ف۪ي سِتَّةِ اَيَّامٍ ثُمَّ اسْتَوٰى عَلَى الْعَرْشِ يُغْشِي الَّيْلَ النَّهَارَ يَطْلُبُهُ حَث۪يثًاۙ وَالشَّمْسَ وَالْقَمَرَ وَالنُّجُومَ مُسَخَّرَاتٍ بِاَمْرِه۪ۜ اَلَا لَهُ الْخَلْقُ وَالْاَمْرُۜ تَبَارَكَ اللّٰهُ رَبُّ الْعَالَم۪ينَ

Bêguman Rabbê we, ew Allah e ku erd û asîmân di şeş rojan de xuliqandîye û paşê îstîwayê arşê kiriye.1 Rojê, bi şeva ku tim dide pey dinixûmîne. Roj û hîv û stêrk ji emrê wî re sitûxwar in. Baldar bin/Dîqat bikin! Xuliqandin jî emir jî aîdê Allah e.2 Ew Allahê Rabbê aleman e, çi qas berz e/bilind e.

Jêrenot
(1- Ji bo Nav û sifetên Allah (ac) bnr. 3/Âl-î Îmran, 181; 7/A’râf, 180; 57/Hadîd, 4. 2- Allah (ac) sifeta xwe ya xuliqandinê û sifeta emir û hukim û qanûndanînê di heman hevokê de zikir kiriye. Ew, çawa ku di xuliqandinê de şirîk qebûl nake di hukim û qanûnçêkerîyê de jî şirîkan qebûl nake. (Bnr.18/Kehf, 26) Çawa ku xuliqandin bê qeyd û şert aîdê Allah e (ac) weke vê serwerî/hakimîyet jî aîdê Allah e (ac). Kesên ku rayeya zagonsazîyê/qanûnçêkerîyê ji xeynî Allah bidin gel an hikumdar an jî parlamentoyê, di vê rewşê de şirîk ji Allah (ac) re çêkirine û wan tiştan ji xwe re wek Rab girtine. (Bnr.9/Tewbe, 31; 12/Yûsuf, 40))

Tefsîr

Fî Zılâli'l-Kur'ân

Ji bo vê ayetê di vê çavkaniyê de tefsîr nehat dîtin.