95Sûreya A’raf
ثُمَّ بَدَّلْنَا مَكَانَ السَّيِّئَةِ الْحَسَنَةَ حَتّٰى عَفَوْا وَقَالُوا قَدْ مَسَّ اٰبَٓاءَنَا الضَّرَّٓاءُ وَالسَّرَّٓاءُ فَاَخَذْنَاهُمْ بَغْتَةً وَهُمْ لَا يَشْعُرُونَ
(Di îmtîhana xîzanî û tengezarîyê de ji dilûcan zarezar û lavahî nekirin.) Pîştre me xerabî bi qencîyê guherand. Axir (di nava xweşîyê de ji hêla mal û jimar ve) zêde bûn. (Bîr nebirin ku Allah ewana bi belayan îmtîhan dike û sebra wan; bi nîmetan îmtîhan dike û şikra wan diceribîne û) gotin: “Xîzanî û refah carinan bi bavûkalên me jî girtibû. (Nexwe ev, ne îmtîhan e; serpêhatîyên ji rêzê ye.) (Li ser vê) me ji dema ku qet haya wan jê tune bû, ji nîşka ve bi wan girt.