105Sûreya Baqara
مَا يَوَدُّ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا مِنْ اَهْلِ الْكِتَابِ وَلَا الْمُشْرِك۪ينَ اَنْ يُنَزَّلَ عَلَيْكُمْ مِنْ خَيْرٍ مِنْ رَبِّكُمْۜ وَاللّٰهُ يَخْتَصُّ بِرَحْمَتِه۪ مَنْ يَشَٓاءُۜ وَاللّٰهُ ذُو الْفَضْلِ الْعَظ۪يمِ
Ew kafirên ji Ehlê Kitêb û ew ên mûşrîk qet naxwazin ku ji Rabbê we xêrek nazilî ser we bibe. Lê Allah rahmeta xwe, ji kî re bixwaze dide wî. Allah, xwedî îhsaneke mezin e.
Jêrenot
(Ew ên li ser maseyên Fille û Cihû û muşrîkên pûtperest de ji bo pirsgirêkên ummeta îslâmê li çareserîyê digerin hewceye ku vê ayetê qenc fêmbikin. Ew, ji bo ummeta îslâmê qet tu xêr û xweşî û qencîyê naxwazin. Wekî din ji bo hukmê dostgirtina kafiran bnr. 5/Maîde, 51.)