127Sûreya Baqara
وَاِذْ يَرْفَعُ اِبْرٰه۪يمُ الْقَوَاعِدَ مِنَ الْبَيْتِ وَاِسْمٰع۪يلُۜ رَبَّنَا تَقَبَّلْ مِنَّاۜ اِنَّكَ اَنْتَ السَّم۪يعُ الْعَل۪يمُ
(Bi bîr bînin!) Dema ku Îbrahîm û Îsmaîl ruknê Beytê bilind dikirin û (ji alîyekî ve jî dûa dikirin) digotin: “Rabbê me! Tu vê amelê ji me qebûl bike. Bêşik tu (yê ku hemû tiştan dibihîze) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm î.
Jêrenot
(Ji alîyekî ve bikaranîna amelên salih û ji alîyê din ve ji bo qebûlkirina wan amelan bidilsozî dûakirina ji Allah re, esasê evdîtîyê ye. Allah ji wê tiştê ne razî ye ku mirov xwe bispêre amelên salih û terka dûa bike an jî bi xwesipartina dûayê terka amelên salih bike. Tevgera bi vê awayê li îndallah/li cem Allah ne evdîtîyeke meqbûl e.)