129Sûreya Baqara
رَبَّنَا وَابْعَثْ ف۪يهِمْ رَسُولًا مِنْهُمْ يَتْلُوا عَلَيْهِمْ اٰيَاتِكَ وَيُعَلِّمُهُمُ الْكِتَابَ وَالْحِكْمَةَ وَيُزَكّ۪يهِمْۜ اِنَّكَ اَنْتَ الْعَز۪يزُ الْحَك۪يمُ۟
“Rabbê me! Pêxemberekî ji nava wan ji wan re bişîne ku; ayetên te ji wan re bixwîne û Kitêb û hikmetê hînî wan bike û wan paqij bike. Bêşik tu (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm î.
Jêrenot
(Wezîfeya her muslîmekî ew e ku; ji bo ayetên Allah (ac) bixwîne û Kitêb û hikmetê hîn bibe û nefsa xwe ji fucûrê zelal bike, herûdaîm xebat bike.)