Vegere Sûreya Baqara

Baqaraالبقرة

159. Ayet

159Sûreya Baqara
Di Mushefê de Veke

اِنَّ الَّذ۪ينَ يَكْتُمُونَ مَٓا اَنْزَلْنَا مِنَ الْبَيِّنَاتِ وَالْهُدٰى مِنْ بَعْدِ مَا بَيَّنَّاهُ لِلنَّاسِ فِي الْكِتَابِۙ اُو۬لٰٓئِكَ يَلْعَنُهُمُ اللّٰهُ وَيَلْعَنُهُمُ اللَّاعِنُونَۙ

Bêguman piştî ku me di Kitêbê de ji însanan re beyan kir pê ve ew kesên delîlên eşkere û hîdayeta ku me nazil kiriye vedişêrin (hene!), Allah lanetê li wan dike û hemû lanetkar jî lanetê li wan dikin.

Jêrenot
(Ulema, li ser rûyê erdê şahidên Allah in (ac). Ji bo tebyîn û teblîxa tewhîdê soz dane Allah (ac). (Bnr: 3/Âl-î Îmran, 18) Ew kesên di kirasê aliman de ne lê ji bo hin menfaetên şexsî û meqam û mewqîyan û rûmeta xwe yên li ser însanan heqîyê vedişêrin û wê wezîfeya xwe ya pêk naynin; ji hêla/ji alîyê Allah (ac) û ew kesên lanetkar in ve hatine lanetkirin. (Bnr: 3/Âl-î Îmran, 187-188; 7/A’raf, ayetên 169 û 175-177)

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.