Vegere Sûreya Baqara

Baqaraالبقرة

172. Ayet

172Sûreya Baqara
Di Mushefê de Veke

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا كُلُوا مِنْ طَيِّبَاتِ مَا رَزَقْنَاكُمْ وَاشْكُرُوا لِلّٰهِ اِنْ كُنْتُمْ اِيَّاهُ تَعْبُدُونَ

Gelî ew ên îmân anîne! Ji wî rizqê helal û paqij ku me daye we bixwin. Eger hûn bitenê jê re evdîtî dikin ji Allah (tenê) re şikur bikin.

Jêrenot
(Di ayeta 168. de ji hemû însanan re, di ayeta 172. de bi taybetî ji mumînan re û di sûreya Mumînûn ayeta 51. de jî xisûsên ji rasûlân re ev hatîye emirkirin ku “Hûn ji rizqê helal û paqij bixwin û vexwin”. Lewre pêşketinên ilmî jî bi me dide zanîn ku bandora/tesîra xwarin û vexwarinê li ser kesayetîya mirovan herî xurt e. Li ser vê heqîqetê em jî dikarin vêya bibêjin: Kesên ku rizqê helal û paqij dixwin û vedixwin dibin xwedî şexsîyetekî îslâmî û exlaq xweş. Weke vê, kesên ku xwarin û vexwarina wan ne paqij û ne helal in, ew jî bi ekserîyet xwedî şexsîyetekî xeyrî îslâmî û bêrêwişt in. Digel vê yekê, Rasûlullah (ass) bi me daye zanîn ku; ew kesên ku xwarin û vexwarina wî ji heramîyê be dûayên wan qet ne meqbûl e. Bnr: Muslîm, 1015)

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.