Vegere Sûreya Baqara

Baqaraالبقرة

19. Ayet

19Sûreya Baqara
Di Mushefê de Veke

اَوْ كَصَيِّبٍ مِنَ السَّمَٓاءِ ف۪يهِ ظُلُمَاتٌ وَرَعْدٌ وَبَرْقٌۚ يَجْعَلُونَ اَصَابِعَهُمْ ف۪ٓي اٰذَانِهِمْ مِنَ الصَّوَاعِقِ حَذَرَ الْمَوْتِۜ وَاللّٰهُ مُح۪يطٌ بِالْكَافِر۪ينَ

An jî (halê wan) weke rewşa wî kesê rastî baranekî hatîye ku di wê (baranê) de tarîtî û gurmegurm (a ewran) û birûsk heye. Ew ji ber tirsa mirinê û dehşeta/erjenga birûskan tilîyên xwe dixin guhên xwe. Allah, li ser kafiran (yê ku her tiştî hawîrdor zeft kiriye) Muhît e.

Jêrenot
(Çawa ku baran ji bo ax û erdê çavkanîya/menbaa heşînahî û heyatê ye, wehîy jî; çavkanîya heyata qelb û dilan e. Baran, digel feydeyên din di tarîtîya nava xwe de ewrên giran û birûskan jî dihewîne. Qur’ana Kerîm, çawa ku di naveroka xwe de ayetên rahmeta Allah (ac) û nîmetên cennetê dihewîne weke vê; li ser mijara ezaba Allah (ac) û der barê teswîra cehennemê de jî ayetên înzarê dihewîne. Kesên munafiq; ji banga Qur’ana Kerîm, ku qelb û dilan disilihîne û gazî selametê dike qet feyde nagirin. Ayetên Qur’anê yên ku tirs û tehdîd dihewînin li ser xwe digirin û timûdaîm jiyana xwe di heyl û tirsê de didomînin.)

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.