Vegere Sûreya Baqara

Baqaraالبقرة

190. Ayet

190Sûreya Baqara
Di Mushefê de Veke

وَقَاتِلُوا ف۪ي سَب۪يلِ اللّٰهِ الَّذ۪ينَ يُقَاتِلُونَكُمْ وَلَا تَعْتَدُواۜ اِنَّ اللّٰهَ لَا يُحِبُّ الْمُعْتَد۪ينَ

Hûn jî bi wan ên ku bi we re şer dikin re di rêya Allah de şer bikin. Hûn zêdegavîyê nekin. (Lewre) Allah ji wan ên ku ji hedê xwe diborin hez nake.

Jêrenot
(Du taybetîyê bingehîn heye ku îslamê di mijara têgihiştina şer de ji şerên din vediqetîne: a. Şera Îslamê yanê cihad, di rêya Allah de ye û meşrûîyeta xwe jî ji Allah distîne. Armanca vê şerê hakimîyeta dînê Allah e. b. Şera Îslamê, qaîdeyekî weke “Di şer de her tîşt mubah e” qebûl nake. Kuştina zarokan û ew jin û ixtîyarên ne şervan in û digel ku tu meslehet tune zerar dayîna xwezayê/tebîetê û tevgerên hwd. Îslâm qethîyen cewaz nade van tiştan. Bilakis ev tevgerên hanê di nezera îslamê de wek mufsîdî tê pejirandin.)

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.