195Sûreya Baqara
وَاَنْفِقُوا ف۪ي سَب۪يلِ اللّٰهِ وَلَا تُلْقُوا بِاَيْد۪يكُمْ اِلَى التَّهْلُكَةِۚۛ وَاَحْسِنُواۚۛ اِنَّ اللّٰهَ يُحِبُّ الْمُحْسِن۪ينَ
Di rêya Allah de înfaqê bikin û (bi paş mayîna ji têkoşîna îslâmî) xwe bixwe neavêjin xeterê/talukê. Evdîtîya xwe herî xweşik bikin. Muheqeq Allah ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
Jêrenot
(Eslem Ebû Îmran wiha dibêje: “Em ji bo fetha wê derê li Stenbolê bûn. Fermandarê ehlê Misirê Uqbe b. Amir bû. Li ser ehlê Şamê jî wek Fermandar Fudale b. Ubeyd hebû. Ji nava bajêr artêşeke ji Rûman pir qelebalix derket. Em Muslîm jî bi artêşeke mezin derketin hemberî wan. Zilamek ji muslîmân ji nîşka ve xwe noqî nav sefên artêşa Rûman kir. Hin kesan qîr dan û wiha gotin: “Subhanallah! Ev xortê ha xwe bixwe davêje talukê.” Ebû Eyyubê Ensarî jî wiha got: “Hûn vê ayetê bi vê awayê şîrove dikin. Lê belê ev ayet der heqê me Ensarîyan de nazil bûye. Dema ku dînê Allah bi ser ket û alîkarê îslamê zêde bûn, me bê xebera Rasûlullah (ass) di navbera xwe de wiha got: “Malên me ji dest çû/zayî bû. De êdî em jî biçin ser malên xwe û îş û karên xwe sererast bikin.” Li ser vê mijarê Allah ev ayet nazil kir û diyar kir ku ev fikrê me ne rast e. Taluka herî mezin ew e ku em li ser malên xwe bimînin û bi wan muştexel bibin. Allah emrê cîhadê li me kiriye.” Eslem got: “Ebû Eyyub bênavber şer kir û li wê derê hat definkirin.” (Ebû Dawûd, 2512; Timizî, 2972))