200Sûreya Baqara
فَاِذَا قَضَيْتُمْ مَنَاسِكَكُمْ فَاذْكُرُوا اللّٰهَ كَذِكْرِكُمْ اٰبَٓاءَكُمْ اَوْ اَشَدَّ ذِكْرًاۜ فَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَقُولُ رَبَّنَٓا اٰتِنَا فِي الدُّنْيَا وَمَا لَهُ فِي الْاٰخِرَةِ مِنْ خَلَاقٍ
Dema we îbadetên xwe (yên heccê) qedand, her wekî ku we (di cahilîyê de) bav û kalên xwe bi bîr dianî, yan jî jê hêjî zêdetir Allah zikir bikin/bi bîr bînin. Ji însanan hinek (dema ku dûa dikin wiha) dibêjin: “Ya Rabbî! Li dinyayê bide me.” Ji yên wiha re li axîretê tu parek tune.
Jêrenot
(Muşrikan dema ku wezîfeyên heccê diqedandin bav û kalên xwe bi wesfên comerdîyê û lehengîyê/qehremanîyê diwesifandin. Allah vê tetbîqeta bê feyde û çewt bi tetbîqeta ku bereketa dinya û axîretê ye guherand ku ew jî îbadeta zikrullah e. Bnr: Buxarî, 4520; Muslîm, 1219; Ebû Dawud, 1910. Ji dêya me Aîşe (ra).