207Sûreya Baqara
وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَشْر۪ي نَفْسَهُ ابْتِغَٓاءَ مَرْضَاتِ اللّٰهِۜ وَاللّٰهُ رَؤُ۫فٌ بِالْعِبَادِ
(Ji xeynî van mufsîdan) ji însanan hin kes jî hene ku; ji bo rizaya Allah bi dest bixin canê xwe/nefsa xwe feda dikin. Bêguman Allah li ser evdên xwe (pir bi şefqet) Raûf e.
Jêrenot
(Saîd b. Museyyeb wiha dibêje: “Suheyb Er-Rûmî, ji bo hicretê Medîneyê bike derket rê. Komek ji Qureyşîyan ew taqîb kirin. Suheyb ji suwarê xwe peya bû û ji tîrdanka xwe tîrek derxist. Piştre ji wan re wiha got: “Hê gelî Qureyşîyan! Hûn jî qenc dizanin ku di nav we de tîrkêşê herî qenc ez im. Wallahî ez ê hemû tîrên xwe yên di tîrdanka xwe de bavêjim we û hûn ê nikaribin min zeft bikin/bigirin. Kesên ji we bimînin jî ez ê bi şûrê xwe bikujim. Êdî hûn çawa dizanin wisa bikin. Hûn dixwazin, ha ji we re malê min û xwe ji rêya min bidin alî.” Qureyşîyan vê pêşnîyarîya wî qebûl kirin. Suheyb, dema ku gihîşte Medîneyê û çû cem wî, Rasûlullah (ass) jê re wiha got: “Ya Ebû Yahya, danusitandina te ser xêrê be! Ticareta te bi bereket be, ya Ebû Yahya!” Ha li ser vê bûyerê ev ayet nazil bû. (Îbnî Ebî Hatîm, Tefsîr, 1939))