Vegere Sûreya Baqara

Baqaraالبقرة

217. Ayet

217Sûreya Baqara
Di Mushefê de Veke

يَسْـَٔلُونَكَ عَنِ الشَّهْرِ الْحَرَامِ قِتَالٍ ف۪يهِۜ قُلْ قِتَالٌ ف۪يهِ كَب۪يرٌۜ وَصَدٌّ عَنْ سَب۪يلِ اللّٰهِ وَكُفْرٌ بِه۪ وَالْمَسْجِدِ الْحَرَامِ وَاِخْرَاجُ اَهْلِه۪ مِنْهُ اَكْبَرُ عِنْدَ اللّٰهِۚ وَالْفِتْنَةُ اَكْبَرُ مِنَ الْقَتْلِۜ وَلَا يَزَالُونَ يُقَاتِلُونَكُمْ حَتّٰى يَرُدُّوكُمْ عَنْ د۪ينِكُمْ اِنِ اسْتَطَاعُواۜ وَمَنْ يَرْتَدِدْ مِنْكُمْ عَنْ د۪ينِه۪ فَيَمُتْ وَهُوَ كَافِرٌ فَاُو۬لٰٓئِكَ حَبِطَتْ اَعْمَالُهُمْ فِي الدُّنْيَا وَالْاٰخِرَةِۚ وَاُو۬لٰٓئِكَ اَصْحَابُ النَّارِۚ هُمْ ف۪يهَا خَالِدُونَ

Der heqê şerkirina di Şehru’l Heramê (Mehên Heram) de ji te dipirsin. Bibêje: “Di wan mehan de şer, gunehekî mezin e. (Lê belê) menkirina însanan ji rêya Allah û înkarkirina wî (Allah) û (bê hurmetîya) Mescîdu’l Heramê û nefiykirina ehlê wê derê, li cem Allah gunehekî (ji şera di mehên heram de) herî mezintir e. Fitne/şirk ji qetlê mezintir e.” Eger ew karibin, heta we ji dînê we vegerînin wê bi we re şer bikin. Ji we kî ji dînê xwe vegere û li ser kufrê bimire; ew, êdî hemû xebata wan li dinya û axîretê pûç û betal dibe. Ew, ehlê agir in û dê li wir ebedî bimînin.

Jêrenot
(Rasûlullah (ass) wezîfeyek dabû komek ji eshabîyan. Ew eshabî jî di wê seferê de leqayî muşrikan bûn. Eshabîyan di dema destpêka Şehru’l Heramê de tereddût kirin. Wan û muşrikan lihev xistin. Di vê lêkdanê de muslîman Îbnu’l Hadremî kuştin. Muşrikan vê rewşê di aleyha muslîman de kirin mijara propogandayê û wiha gotin: “Muhammed hûrmeta Şehru’l Heramê binpê dike û di van mehan de însanan dikuje!” (Taberî, 4087) Allah (ac) der barê vê mijarê de ev ayet nazil kir û vê hinarîyê da: “Mumînan dibe ku xeta kiribin. Lê bizanibin ku menkirina însanan ji rêya Allah (ac) û şirîk çêkirina jê re û rêgirtina çûna Mescîdu’l Heramê û jêderxistina ehlê wê derê, li cem Allah (ac) xetayekî ji wê xetaya mumînan herî mezintir e.” Birastî di vê mijarê de yê ku rexnekirinê heq dike mûşrîk bixwe ne.

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.