22Sûreya Baqara
اَلَّذ۪ي جَعَلَ لَكُمُ الْاَرْضَ فِرَاشًا وَالسَّمَٓاءَ بِنَٓاءًۖ وَاَنْزَلَ مِنَ السَّمَٓاءِ مَٓاءً فَاَخْرَجَ بِه۪ مِنَ الثَّمَرَاتِ رِزْقًا لَكُمْۚ فَلَا تَجْعَلُوا لِلّٰهِ اَنْدَادًا وَاَنْتُمْ تَعْلَمُونَ
Ew (Rabb e ku) erd ji we re raxistîye û kiriye doşek/binrax û asîmân jî (kiriye) tawan/arîk û ji esmanan av daxistîye û bi vê avê fêkîyên curbicur wek riziq ji we re (ji erdê) derxistîye. (Nexwe digel îqrara van rastîyan) hûn bi zanebûn ji Allah re şirîkan/hevalan/hevpişkan çênekin.
Jêrenot
(Evdîtîya tenê bitenê ji Allah re bi fitret û bi aqil tê zanîn. Xaliq û Raziq her kî be, divê evdîtî/şikur jî jê re bê kirin. Ew kesên ku bi zimanê xwe dibêjin Xaliq û Raziq Allah e, lê belê îbadetên xwe yên weke dûa û nezir û qurbanê ji bo heyînên din re dikin û weke vê îtaetê jî ji Allah pê ve ji hin tiştên din re dikin. Ewana bi vê halê xwe bi eşkerehî dikêvin şirkê. Bnr. 2/Baqara, 164)