Vegere Sûreya Baqara

Baqaraالبقرة

256. Ayet

256Sûreya Baqara
Di Mushefê de Veke

لَٓا اِكْرَاهَ فِي الدّ۪ينِ قَدْ تَبَيَّنَ الرُّشْدُ مِنَ الْغَيِّۚ فَمَنْ يَكْفُرْ بِالطَّاغُوتِ وَيُؤْمِنْ بِاللّٰهِ فَقَدِ اسْتَمْسَكَ بِالْعُرْوَةِ الْوُثْقٰىۗ لَا انْفِصَامَ لَهَاۜ وَاللّٰهُ سَم۪يعٌ عَل۪يمٌ

Di dîn de kotekî/zorî tune. Rêya heq ji rêya batil (bi awayekî qethî) veqetîyaye. Kî (bi awayê înkar kirin û tekfir kirin û jê dûr ketin) taxût înkar bike û îmân bi Allah bîne; wî, xwe bi qulpeke zexim ya ku qetandin jê re tune (bi kelîmeya tewhîdê ve) girtîye (û ketîye dînê îslâmê). Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

Jêrenot
(Kelîmeya tewhîdê, qulpa îslamê ye ku qetandin jê re nîn e. Du şert hatine zikirkirin ku ji bo mirovek bibe ji ehlê tewhîdê û bilêvkirina wî ya Lâilâheillallahê feyde bidê wî. Ew şert jî ev in: Înkar kirina taxût û anîna bi Allah. Taxût, têgeheke Qur’anî ye û di Qur’anê de di heşt ayetên cuda de derbas dibe. Red kirina taxûtan di îslamê de helwesteke herî giring e. Wisan ku, ji bo her pêxemberekî di dewra xwe de ev mijar rojeva wî bû. Yanê rojeva hevpar yên hemû rasûlân bû. (Bnr: 16/Nahl, 36) Di Qur’anê de Taxût: - Ji xeynî pîvanên Qur’ana Kerîm, bi danîna hin pîvanên din; çavkanîyên dînî an sîyasî ku însanan ji ronahîya wehîyê derdixe û beralîyê tarîtîyên kufrê ve dikişkişîne. (2/Baqara, 257) - Ew rûmet û rêyên ku meşrûîyeta xwe ji (emr û nehyên) Allah nastînin û dostanî û dijminahî ku li gorî wê diyar dibe û di oxira wê de tê jîyîn û mirin û ew ên weke pût tên girtin. (4/Nîsa, 76) - Ew mirov an sazîyên ku qanûnên muxalifê emr û nehyên Allah datînin û ew ên van qanûnan çêdikin û însanan dawetî van dikin. (4/Nîsa, 60) - Heyînên zindî an mirî ku ji Allah pê ve îbadet li wan tên kirin û weke Allah tên hezkirin an tirsa wan dikeve dilan an jî ji dil û can îtaet li wan tên kirin. (39/Zûmer, 17) Ew kesê ligel bi îmâna Allah eger taxût înkar neke, tê ser vê maneyê ku wî di heqîqetê de îmân bi taxût anîye û bûye evdê wî û di heman demê de Allah înkar kiriye. (Bnr: 4/Nîsa, 51; 5/Maîde, 60))

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.