Vegere Sûreya Baqara

Baqaraالبقرة

275. Ayet

275Sûreya Baqara
Di Mushefê de Veke

اَلَّذ۪ينَ يَأْكُلُونَ الرِّبٰوا لَا يَقُومُونَ اِلَّا كَمَا يَقُومُ الَّذ۪ي يَتَخَبَّطُهُ الشَّيْطَانُ مِنَ الْمَسِّۜ ذٰلِكَ بِاَنَّهُمْ قَالُٓوا اِنَّمَا الْبَيْعُ مِثْلُ الرِّبٰواۢ وَاَحَلَّ اللّٰهُ الْبَيْعَ وَحَرَّمَ الرِّبٰواۜ فَمَنْ جَٓاءَهُ مَوْعِظَةٌ مِنْ رَبِّه۪ فَانْتَهٰى فَلَهُ مَا سَلَفَۜ وَاَمْرُهُٓ اِلَى اللّٰهِۜ وَمَنْ عَادَ فَاُو۬لٰٓئِكَ اَصْحَابُ النَّارِۚ هُمْ ف۪يهَا خَالِدُونَ

Ew ên ku ribayê/selefê dixwin, weke rabûna wî yê sewsî ku (bi cinan ketîye) şeytan dest lê daye (ji qebrên xwe) radibin. (Ev ceza) ji ber ku digotin “Danûstendin jî weke ribayê ye.” Lê Allah danustendin helal û riba jî heram kiriye. Ji kî re (der heqê ribayê de) şîretek ji Rabbê wî were û ew dev ji ribayê berde, (piştî terka ribayê kir) malê/qezencê ku berê de bi dest xistîye ji wî re ye. Û rewşa wî hewalêyê Allah e (hukmê der heqê wî de aîdê Allah e). Kî dîsa li ribayê/li selefe vegere, ha ew ehlê agir in û wê di wir de ebedî bimînin.

Jêrenot
(Piştî ayetên înfaqê derbasbûna mijara ribayê meseleyekî pir mûhîm e. Lewre aborîya/ekonomîya îslâmê li ser bingeha alîkarîyê ye. Ew jî bi ked û bazirganî û reqabeta meşrû û milkîyeta şexsî û zekât û înfaqê tên temsil kirin. Bingeha pergala/sîstema aborîya kufr û tuxyanê (ku li hemberî Allah (ac) serî rakiriye) jî spartîyê ribayê ye. Ew jî bi pawanbûna mal û sûkreşkarî (qereborsa) û tamahî/xwexwazî û tehdayîya qelsan/xîzanan tên temsîl kirin ku sembola van tiştên hanê jî riba ye.)

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.